
Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçaran me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend stiranên gelêrî raberî we bikin.
Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.
Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.
Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.
Amadekar: Têmûrê Xelîl
Weylê
Weylê, weylê, weylê, weylê
Domam, Rewanê bax û reze
Ezê gerîyame doşa Elegezê, çiyayê qaza
Bedewa, bûka teze.
Keleş lawiko
Tê berê xwe didî welatê xerîba
De tu were ramûsanekê nefsa canê min keremke
Bira dilê teda nebe tu derd û tu mereze.
Domam, dîkê nîvê şevê dixulxuland
Du zerî ber serê min rûniştibûn
Yekê kefenê min dibirî
Yekê anîya zêra dixemiland.
Domam, emê çawa bikin malê dinê
Malê xelqê têlî delal dûre, rê naçinê
Ezê terka çev û birûyê belek nadim
Heta min dahêline qebirê, roja vê mirinê.
Fîdan
Fîdanê, navê te nizanim
Navê te Fîdane
Malê dinê qirêja destane
Kotî-şindokî dewarî mêrê te çira qedirê jina çê nizane.
•••
Hîva gundê me bilinde
Şewqê daye orta gunde
Ezê bêjim: “Gelî gavana –
Sûto, Valo, hûn xêrê ji heqê xwe nebînin
Hûn êvarê heqê xwe ki top dikin
Binhêrin ji dosta min û we kîjan rinde”.
Te çevreşê
Te çevreşê, birû bijanga
Tevê daye serê Elegezê van zanga
Teyê çawa min herimandîye xewê şeva
Dest berbanga.
Te çevreşê, kanîya kila
Sî û şeş gulî min jimirîn qolê mila
Xazil wê çaxê, te birevînim
Bavêm Şûravêlê, gundê dosta.
Te çevreşê, çevê mera
Kitê gulîyê te dinêrim nola şirît-qeytanê dor xirara
Kotî-şindokê mêrê te dinêrim nola gîskekî gurî
Tevî teyrokê biharê lêxin, xwe bidin ber qefê van zinara.
Kanî
Kanî, kanîya vê berwarê
Xelqê delal meşîya ava şîvê vê fitarê
De bira kulfetê malê kul û jer bin
Xênji sivika nava malê.
Sêrî bişo, evê merêj
Biska bade kin û dirêj
Hergê cunedê mêrê te hat –
Jêra nebêj.
Kawê, sêrî bişo berda
Kefa sabûnê birêj ser sînga zerda
Heyfa min tê kawa min ketîye destê cunedî mêra
Ne tê kuştin, ne tê berdan.
Serê Sîpanê
Serê Sîpanê Xeletê wê bi tere
Lawiko, qurba, mî dikale, berxa xwe digere
Were îsal min û te kîjan soz-qirarê xwe poşmane
Bira bextê bêbexta lê welgere.
Serê Sîpanê Xelatê wê bi gongile
Behra Wanê, kavila Mûşê miqabile
Minê kewa gozel dîbû van çeva, eşqa dile.
•••
Bejina kawa min minare
Sêrî hatime xare
Xwezîya min wî evdî bê
Şênîya Heso, qemera reşe tarî mal-cînare.
Xanîyê Şênîya min duqate
Ne min sebire, ne min tebate
Ne min pere, ne min baske
Me kavila Bêrlînê alt kirîye, ezê bifirim bêm ba te.
•••
Dilê min hêlîna teyrê mazî
Minê sê denga li te kir gazî:
“Teyê goştê min xwarîye
Çi ji hestûyê min dixwezî?”.
Riataza