Kurdistana Îranê: riya ber bi asîmîlekirinê

Kurdistana Îranê: riya ber bi asîmîlekirinê

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ”Kurdistana Îranê: riya ber bi asîmîlekirinê”. 

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin çap bûne, ya 3an heta niha jî çap nebûye, lê bo çapê amade ye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 204

 

Rewşa li Kurdistanê di salên 30î yên sedsala 20an didine xuyakirin, ku li her çar perçeyên wê da şerê kurdan yê bona bidestxistina mafên miletîyê, dijî destdirêjayan û zêrandinê berdewam bû. Xurtbûna tevgera kurdan daketibû jî, lê ew wek berê faktora giring ya jîyana hundurîn û navnetewî ya wê herêmê bû. Li her perçeyekî Kurdistanê ewê herwiha ew taybetmendîyên xwe parastibû, ku di rûyê şertên cuda –cuda yên sosîal-aborî, sîyasî û navnetewî da li wan welatan xuliqî bûn, ku Kurdistan di nav xwe da perçe kirine.

Wek em zanin, li Tirkîyê rewş serttir bû: komên serkarîkir, ku xwe li riya asîmîlekirina kurdan girtibûn û hemû mafên kurdan yên miletîyê nas ne dikirin, tevgerên kurdan di xwînê da dimewicandin, ji alîyê kurdan da pêrgî dijderketineke xurt hatin, lê hukumet bi hêztir bû. Li Îraqê û Sûrîyê kurd ketibûne navbera du agiran – dagîrkarên Brîtanîyayê û Fransîyayê û miletçîyên wan welatan – û nikaribûn di wan deman da, gava ew welat serbestîya xwe ya formal sitendibûn, taktîka û stratêgîya rast bi kar bînin bona xwe ji gefxwerinên nû yên ji alîyê Tirkîyê û welatên cînar biparêzin. Xwesma berxwedana kurdan ya sistbûyî li Farizistanê (ji sala 1935an) tesîreke xirab li ser tevgera kurdan hîşt.

”Rêwîtîya êrîşkarîyê li ser Kurdistanê” ya ordîya Şah derbeke giran li sîstêma derebegîyê-eşîrtîyê ya kurdên Îranê û herwiha gelên kêmjimar yên Îrana Roavayê xist. Ew sîstêm bi carekê va şikest û tu caran nikaribû bihata ser qam û qedemên berê. Berî gişkî jî hêza serokatîya eşîrtîyê ya leşkerî-sîyasî ji hev çû, ya ku nikaribû berxwedaneke kardar dijî ordîyê teşkîl bike, nikaribû platforma ji bo nasyonalîzmeke gihîştî ava bike, ku bikaribûya derketa dijî xweserîtîyên dewletê, sîyaseta wê ya şovînîstîyê û asîmîlekirinê. Zeîfbûna di hêla aborî da ya Kurdistana Îranê, pêşketina kapîtalîzmê li welêt jî tesîra xwe hîştin. Krîza aborîyê ya hemcihanî jî di alîkî va gelê kurd kiribû tengasîyê. Lema jî di salên 30î da serhildanên mezin ne bûn, li vir kêm-zêde aramî hebû63.

Tenê li çend navçeyên kurdan yên Îranê di salên 1938-1939an da gundî serî hildan, lê deshilatên herêman bi awayekî hovîtî ecêbên giran anîne serê wan. Ji wana ya here mezin serhildana kurdên Serdeştê ya di sala 1939an da bû. Leşkerên Îranê yên taybetî şandine wira bona serhildanê ji holê rakin. Leşkeran etabên giran anîne serê ûsyanvanan û zêde dixwestin ew çavtirsandî bikin û wana hayadar bikin, ku wê pêşî li her cûre tevlihevîyan bigirin. Gênêral Ahmed, ku Şah şandibû bona kurdan aş bike, weke 10 hezar kes gullebaran kir û darda kir, gelekan kirine hebisê64.

”Merivên nêzîk yên xwînî” yên kurdan û cînarên wan – bextîyar û lûr Tehran kiribûn nava xemgînîyê, bi kar û emelên xwe va derdiketine dijî biryarên hukumetê. Di zivistan û buhara salên 1933-1934an da gelek serekên bextîyaran girtin, yên ku ne dihîştin dest bi çêkirina rêyên Bextîyarîyê bikin. Li Lûristanê jî rewş aloz bû; li wir pevçûnên bi revandina biyanîyan va girêdayî diqewimîn65. Di dawîya sala 1934an da zora serhildana Bextîyarîyê birin. Serekên wê serdar Fetih Mohemmed Riza xan, birayê wî Esed xan û heft serekên din hatine dardakirinê, çar kes kirine hebisê66. Havîna sala 1966an çend eşîretên lûran ji jîyana koçerîyê birîn û ew mecbûr kirin pembu bêcer bikin; di eynî demê da rêyên otomobîlan û yên hesin çê dikirin67.

Rast e, şerê di navbera kurdan û eşîretên merivên wan yên xwînî bi hukumetê ra carna disincirîn, lê Tehran herdem jî di wan şeran da serdest bû û bi hêsanî ji heq û hesabên wan eşîretên ji hev belabûyî dihate der.

Kêmanîyên jorê kivşkirî yên di nav tevgerên kurdan da li welatên Rohilata Nêzîk yên din jî dihate texmînkirin, lê şerê kurdan, herwiha yê lûran û bextîyaran li Îranê ji bo mafên xwe, di nav wan da mafê sîyasî jî, bona bi xwe biryara qedera gelê xwe bidin, rastî astengeke taybet dihat, ku desthilatê bi firetî bi kar dianî: merivatîya wan ya êtnîkîyê (di nav wê da ya di hêla zimên da) û xwînî bi farizan ra. Eva yeka alî desthilatê dikir bi îdêologî û sîyasî zor li ser binecîyên kurd bikin bona wana asîmîle bikin, bona bikaribin tam rê li ber wana û gelên ne îarnî yên Îranê bigirin bona de`wa jîyana serbixwe, xwesma ya di hêla sîyasî da, nekin. Û hukumeta Riza Şah ew riya dabû ber xwe bi awayekî berk û sext va pêk dianî.

Bi destî zorê dest bi guhartinan bûn. Eşîretên, ku zêde ”bawerî bi wan ne dibû” ji herêmên rex sînor derdixistin û belayî ser herêmên din dikirin, hinek ji wana mecbûr kirin dest ji jîyana koçerîyê bikişînin û derbazî ser jîyana riatîyê bibin. Di salên 1931-1932an da li Meclîsê biryar hatine qebûlkirin derheqa wê yekê da, ku pereyan bidin seba amadekarîyê bibînin bona lûran derbazî jîyana riatîyê bikin, bi her awahî alî wan bikin, ku ew fêrî jîyana nû bibin68. Hilbet, ji quweta dewletê der bû sîstêma eşîrtîyê ji bingehê va bide hilanînê û şertên sosîalîyê-aborî jî ji bo wê yekê ne gihîştibûn, lê ji dewletê ra li hev hat zor li wê sîstêmê bike.

Herwiha di hêla îdêologîyê da jî êrîş dibirin û çeka sereke propaganda Panîranîyê bû. Ji bo nimûne, rojnameya ”Setare” di gulana sala 1933an da nivîsî, ku ”kurd û lûr îranîyên xwînpaqij in”. Di rojnameya ”Şefaq” ya wan deman da dihate destnîşankirin: ”Hukumeta Îranê û Zagûna Esasî tu ferqê danayne navbera wan miletan, zimanan, dînan û eşîretan da, ku li dewleta me hene. Di ser da jî, ewana bi xwe xênji navê ”ez îranî me”, naxwezin navekî din li xwe bikin… Kurd, lûr, belûc û eşîretên din îranîyên rasteqîn in bi zimanê yekgirtî va, tenê zaravên wan ji hev cuda ne”. Parlamentarê Meclîsê Esfendîyarî elam kir: ”Kurd xwe îranîyên rasteqîn dihesibînin, ji axa Îranê pir hiz dikin, û xên ji Îranê derheqa tu tiştekî din da nafikirin. Hemû eşîret û berekên Îranê xwe îranî, ewledên malekê dihesibînin”. Girêdayî bi wê yekê ra, ku li Koma Miletan pirsa derheqa miletên kêmjimar da dihate guftûgokirinê, ”Setare” di hejmareke xwe ya di meha îlonê sala 1934an nivîsî: ”Li Îranê, Tirkîyê, Fransîyayê, Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî pirsa derheqa miletên kêmjimar da tu roleke giring nalîze, ji ber ku miletên kêmjimar li wan welatan wek miletên serdest xwedî mafên wekehev in û tu pêwîstî tune li wan welatan qanûnên derheqa miletên kêmjimar da derxin”69.

Ji alîyê Tehranê da derbazkirina sîyaseta bi destî zorê asîmîlekirina kurdan û gelên îranîaxêv yên din xwedî aspêkteke navnetewî bû jî. Desthilata Riza Şah pir ji tevbûna welatên dereke di nav karên welatê xwe da ditirsîya, ku daxwaza wan wek herdem ”parastina” mafên miletên kêmjimar bû. Tehran, ku îdêndîtêta kurdan ya êtnîkîyê (herwiha yên gelên îranî yên din jî, ku ne fariz bûn) înkar dikir, hewil dida ne tenê pêşî li tevgerên miletîyê bigire, herwiha dixwest tevbûna hêzên ji der va bide dijwarkirinê.

Bi vê yekê ra girêdayî bawerîyên baylozxaneya Amêrîkayê li Îranê derheqa ji alîyê hukumetê da girtina karkirina mîsîonêrîyê li Mehabadê pir balkêş e. Ew navbenda karkirina mîsîonêrên protêstant bû di nav kurdên Îranê, Îraqê û Tirkîyê da. Hatibû plankirin, ku wê mîsyonê cîguhastî ”Îraqa kurdî” bikin, ji ber ku li wir şertên baştir hebûn bona karên xwe bimeşînin. Baylozxane ser wê bawerîyê bû, ku meriv nikare şik bibe ser mîsyonê, ku tilîya wê di nav tevgera kurdan da heye. Eksî wê, xebata mîsyonê alî dikir, ku ferqa di navbera kurdên li welatên lê dijîn da zêdetir xuya bibe û ev yek ji hukumeta Îranê ra dest dida. Bi wê ra tevayî jî xebata mîsyonê ya ronahîdarîyê û perwerdeyê bingehên baş saz dikir bona bilindbûna nasyonalîzma kurdan û ji hemûyan pirtir jî Tehran ji vê yekê ditirsîya70.

Balkêş e, ku xebata ji bo asîmîlekirinê ya serokatîya Îranê di wan deman da dihate derbazkirin, gava dewletên împêrîyalîstîyê berî destpêka şerê hemcihanê yê yekê li wî welatî propaganda berfireh dikirin. Li baylozxaneya Sovyet ya li Tehranê nîşanên wê yekê didîtin, ku tesîra dewletên faşîstîyê li ser jîyana hundurîn ya Îranê heye, ku ”hewil dida têorîya Îranê ya miletîyê li welêt testîq bike, ku gorî wê gelê Îranê arî ye, ji ber wê jî di hindava miletên din da serdest e… lema jî gerekê zor li miletên kêmjimar, berî gişkî jî ermenîyan û cihûyan bikin”71.

Kurdên Îranê wek ”gelê arî” yekser zordarî lê nedihate kirin, lê bi her awahî hewildan hebûn, ku wana bi destî zorê asîmîle bikin û eva yeka dijî berjewendîyên gelê kurd , dijî tevgera miletîyê-azadarîyê ya kurdan bû, ku ser demekê têk çûbû. Kurdên Îranê li benda dema xwe bûn û ew dem zûtirekê hat.

 

Riataza

 

63 Derheqa rewşa sosîal-aborî û sîyasî ya Kurdistana Îranê di nîveka salên 30î yên sedsala 19an û dawîya wê da binihêre: Jîgalîna O. Î. Tevgera kurdan ya miletîyê li Îranê (1918-1947). M., 1988, rûpel 90-98.

64 Dîroka Kurdistanê. M., 1999, rûpel 280.

65 NEI. Hejmar 1142, 06.04.1933, rûpel 266; hejmar 1179, 21.12.1933, rûpel 1046; hejmar 1200, 17.05.1934, rûpel 378.

66 OM. 1935, hejmar 1, rûpel 27.

67 OM. 1936, hejmar 8, rûpel 420.

68 Bîlova A. Zagûndarîya agrarîyê ya qiralîyeta Riza şah. – Nivîsên derheqa pirsgirêkên miletîyê-dagîrkarîyê da. 1936, hejmar 36, rûpel 188.

69 Vostrov A. Eşîretên Îranê û sîyaseta di hindava eşîretan da ya hukumeta Îranê. – Nivîsên derheqa pirsgirêkên miletîyê-kolonîalîyê da. 1936, hejmar 34, rûpel 192-193. Hema di wê gotarê da (rûpel 194-200) hûrgilîyên wê xebatê hene, ku çawa ew kar pêşva birine, ku binecîyan bi xwelîyê va girêdin û jîyana lûran, kurdan û gelên Îranê yên din şên bikin, ku desthilatê di nîveka duduyan ya salên 20î û nîveka pêşin ya salên 30î derbaz dikir. Derheqa xirabbûna rewşa aborî li yek ji navbendên Kurdistana Îranê – Sênêdêcê (Sennê) binihêre gotara Maykl Lênglî: NEI. Hejmar 1309, 18.06.1936, rûpel 799.

70 FR. Vol 3, 1936, rûpel 387-389. Nivîsa bayloz Gordon Mêrrîêmê (Merriam) ji bo sêkrêtarê dewletê 01.05.1936, hejmar 781.

71 DVP. Cild 22, pirtûk 1, hejmar 93, rûpel 138-139. Nivîsa baylozê Sovyet li Îranê Î. A. Kartaşêv ji bo komîsarê gelî yê karên der M. M. Lîtvînov 15.02.1939.

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev