Pirsa we û bersîva me – 154

Pirsa we û bersîva me – 154

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malperê bersîva pirsa malbeta Mikdatê Huseyn da. Ji ber ku pirs derheqa ”Ol û Bawermendîyên li Kurdistanê” ye, emê her carê behsa olekê bikin. Îro beşa derheqa dînê Zerdeştîyê da bixwînin.

 

 

Pirsa malbeta Mikdatê Huseyn û bersîva Nura Şane

 

Pirs: Em zanin ku li Kurdistanê di hêla ol û bawermendîyan da pirrengîyek heye. Gelo hûn dikarin behsa wana bikin?

 

Bersiv: Me bersîva pirsa we di pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” da dît. Ev pirtûka delal şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye. Ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

 

Dînê Zerdeştîyê:

 

Lêkolîner Kurdistanê bi nav dikin wek colanga olan, ew jî bi saya serê wê yekê ye, ku li wir bawermendîyên olî yên pirrengî hene. Li vira li rex kurdan nûnerên komên êtnîkîyê yên din bi awayekî aram wek cînarên qenc dijîn, her yek ji wana bi taybetmendîyên xwe yên dînî va.

Li Kurdistanê sê nifşên bi bawermendîyên Abrahambrahîm – cihû, xaçparêz, musulman, herwiha nûnerên olên kevinare yên Rohilata Nêzîk, bi hev ra dijîn. Xunedarê di Încîlê da Abraham (Brahîm) him ji alîyê cihûyan û xaçparêzan, him jî ji alîyê musulmanan da wekehev tê hizkirin, wek nîgara Îbrahîmê di Quranê da. Di encama pêwendîyên bi îslamê ra li Kurdistanê bawermendîyên êzdîtîyê, ehl-î heq (evdên heqîyê) û elewîyan (qizilbaşan) hatine xurtkirinê. Tesîra wan li ser rewşa civakî-sîyasî li herêmê di gelek dem û dewranên dîroka kurdan da herdem û niha jî pir mezin e.

 

Hinek derheqa Zerdeştîyê da

Di nava bawermendîyên olî yên kevinare da, ku di karê pêkanîna dinêzanebûnê, erf û edetan û kûltûra ruhanî ya kurdan da roleke mezin lîstine, berî her tiştî em dikarin Zerdûştîyê destnîşan bikin, ku oleke Îranê ye û di hezarsalîyên II û I ya Berî Zayînê xuliqîye. Zerdeştî bûye ola fermî ya sê dewletên Îranê – Hexemanîştî, Parthî û Sasanî, ku ji sedsala IV Berî Zayînê heta sedsala VII ya dewrana nû li ser axeke pir mezin ya Rohilata Nêzîk û Navîn hukumdarî kirine. Binavkirina ”Zerdeştî” bi navê reformatorê bawermendîya hindo-îranî ya kevinare pêxember Zeredûştra (di nivîsên yûnanîya qedîm da – Zerdeşt e) ra girêdayî ye. Bawermendîyeke wan deman a din jî Mazdêîzm bûye, ku ji navê Xwedayê sereke yê Zerdûştîyê Ahûra-Mazda xuliqîye. Ew zêde di nava bawermendên Rohilatê da belavbûyî ye, yên ku xwe bi nav dikin wek Mazdayî, ango kesên ku ”bawerîya xwe bi Mazda” tînin.

Zerdeşt Ahûra-Mazda îlan kir wek kesê tekane, ku ji hêla Xwedê va hatîye afirandin, ew afirînerê her tiştên qenc e li tevaya cihanê, û bi wê yekê va gaveke bêhempa avît ber bi parêzîya yekxwedêtîyê da.

Di nava bawermendîya nû da şeş ”melekên nemir” (Ameşa Spenta) – şeş nûnerên Xwedayê mezin bi navên batinî va, ku taybetmendîyên Ahûra-Mazdayê tînin ber çavan: Fikira Qenc, Rastîya Heq, Desthilata Hilbijartî, Pîrozîya Buhurtî, Tambûn û Nemirî dewsa Xwedayên hindoîranî yên pirjimar girtin. Ameşa Spenta, ku dewsa Xwedayên redkirî girtibûn, fûnksyonên piştgirîkirina evdên qenc, kirin û daxwezên wan hildane ser xwe. Lê piştî mirina pêxember di mezergeha Zerdeştîyan da Xwedayên redkirî yên kategorîya yazat (”layîqî qedirgirtinê”) dîyar bûn û di dema serokatîya Xwedayê efirîner Ahûra-Mazda da pirxwedêtî bi awayekî mehkem cîyê xwe girt. Xênji Xwedayên hindoîranî yên kevinare Mîtra, Haom, Vretragn, Vayu mezergeh bi Xwedayan va hate dagirtin, yên ku bi hêmanên xwezayî û têgînên abstraktîf ve dihatin naskirin û xwedî fûnksyonên civakî û aborî-malhebûnî yên pir giring bûn. Bawerî bi hêzên xwezayî anîn, wek: ba, agir, av, herwiha esman, tav, erd, fikir, cihan, bawermendîya Zerdeştîyê bi xwe, ruhên nemir yên hemû merivan û bi tevayî hemû karên qenc.

Cem îranîyên qedîm warekî taybet tunebû bona pêkanîna dua û dirozgeyên olî. Bona dua li Xwedê bikin li rex kanîyekê warekî vekirî, bilindcî û paqij hildibijartin. Di dema Hexemanîştîyan da (sedsalên VI-III B.Z.) qubeyên agir parastinê yên arkîtêktûrî peyda bûn, ku bi cûrê qubeyên Hattîtîyan dihatine çêkirinê. Di dewrana Sasanîyan da (sedsalên III-VII Berî Zayînê) dewsa wana qubeyên agir parastinê yên siviktir hatine çêkirinê, ku dihatine binavkirinê ”çexertek” (ji gotina farisî “çar arîkên kemerî”). Kelefeyên wan avahîyên bi cûrê kumeytê, bi arîkên kemerî çêkirî heta niha jî li ser axa Îrana îroyîn xuya dibin.

Bi hilweşîna binemala Sasanîyan ra di sala 651ê di rûyê zevtkarîyên ereban dawî li medenîtîya Îranê a wê demê hat. Û bi wê ra tevayî Zerdeştî jî statuya xwe ya ola dewletê winda kir û cîyê xwe da îslama ku di wan deman da bi lez belav dibû. Serokatîya musulmanîyê bi her awahî hewil dida bi lez li ser axên zevtkirî îslamê belav bike. Di sedsalên VII-VIII da hemû kar û barên dewletê ji zimanê farisîya navîn guhartin, destpê kirin bi erebî nivîsîn, reforma pereyan hate derbazkirin, nîşanên li ser pereyan, ku ne hinkûfî ruhê îslamê bûn, guhartin û sembolên îslamî li ser neqişandin. Di her dereceyan da, xwesma di karê aborî da, mafên kesên ne musulman pêpes dikirin, berî hemûyan jî mafên zerdûştîyan (desthilata nû di hindava cihûyan û xaçparêzan da milahîmtir bû, wek “evdên xwedî Kitêba Pîroz”). Piştî wê yekê, dema zerdûştî di sedsala VIII da bi qelfeyan Îran terk kirin û berê xwe dane Hindistanê, nûnerên ola Zerdeştîyê wek kesên kêmjimar hatin naskirin, lê em wê jî bêjin, ku hela di sedsala X da li herêmên Îranê yên navendî jimara musulmanan û zerdûştîyan hema bêje wekehev bû. Lê çavkanîyên dîrokî didine xuyakirin, ku hela di sedsala XI da jî li Kurdistanê zerdûştî hebûne.

Nivîsarên herî hêja yên li ser dîroka Xirîstiyantiya Berê li deverên ku Kurd lê dijîn kronîkên dêrê yên Sûrî ne, jiyana asîstanên pîroz û ji bo baweriyê bi şehîdan, û her weha biryarên katolîkên herêmî.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev