Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî – 3

Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî  – 3

Mamostayê zimanê kurdî li Zanîngeha Rouenê (Fransa), endamê Koma KURMANCÎ

ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê birêz Salih Akin bi daxweza malpera me

çend gotarên zimanzanîyê yên zanyarîyê ji me ra şandîye.

Berî çendekê me çend gotarên zanyar çap kirin.

Îro em berdewama gotareke wî raberî we dikin, dûmayîka wê emê piştî çendekê çap bikin,

bi hêvîya ku zêde dewlemendîya zimanê dayîkê bihesin û zêde jê hez bikin. 

 

Dr. Salih Akin

Mamostayê Universiteya Rouenê, Fransa

 

(destpêk me berî çendekê çap kiribû) 

Ji aliyê din ve, kurmancî, zaravayê ku weke bingeha alfabeya nû hate hilbijartin, ji rêzimanên cihê û dengnasiyên bi tevahî herêmî pak bû û di çarçoveya derfetên heyî de dîsa vegeriya ser forma xwe ya berê ku klasîkên kurdî dabû yê. Em dixwazin li vir destpêka projeyeke yekkirina zimanî heta bi nivîsandinê, li gel lêkolînên rêzimanî yên di stûnên Hawarê de belavbûyî, bi nêrîneke normatîv ku bingeha weşana Gramera kurdî (zaravayê kurmancî) li Parîsê, di 1970yê de pêk tîne, bibîr bînin.

Analîza dengnasiya zimanî, ji bo afirandina alfabeyê wan digihîne encama sih û yek tîpên bingehîn. Ev jimara ne zêde diyar dike ku bi awayekî berfireh jêbirina dengên kêm (cureyekî ‘k’ û ‘r’yê) pêk hatiye. Nivîskar ne ku hebûna wan nizanin, lê wan weke “nuansên rengên heman dengî, ku di pêvajoya dema afirîna vî dengî de pêk hatiye” (Hawar, n° 2, r.8) dibînin û wan wiha texmîn dikir ku hebûna wan, dê ji bo alfabeyeke ku divê beriya her tiştî pratîk be giraniyeke bê fêde bi xwe re bine. Di encamê de, qaîdeyê dengnasiya zimanê kurdî bi hev re bikaranîna du dengdêran qebûl nake, ev yek di alfabeya Hawarê de bi awayekî bê kêmasî û zelal bikar hatiye û bi kêrî bikaranîna dengdarên peywendiyê yên weke ‘y’ û ‘w’yê jî tên.

 

2.2. Alfabeyeke dengnasî

 

Alfabeya kurdî ya latînî bi vî awayî, li gor van prensîbên bingehîn hate amade kirin, ku amadekerên wê bi qende faktorên civatî û siyasî ewinde jî yên zimannasî li ber çavan digirtin. Ew ji sîh û yek tîpan pêk tê, ku ji wan heşt dengdêr û bîst û sisê jî dengdar in. Tîpên alfabeyê li gor rêza alfabeyê hatine rêzkirin û tîpên bi îşaretên diyakrîtîk yekser li pey tîpên sade yên bê îşaret tên: a b c ç d e ê f g h i î j k l m n o p q r s ş t u û v w x y z. Em dixwazin wan bi çend nimuneyan bi lez bidin naskirin.

 

Tîpên dengdêr

Di alfabeya kurdî de sê tîpên dengdêr ên kurt û pênc ên dengdirêj hene:

 

Dengdêrên kurt Nirxê wan ê dengnasiyî
e – weke ‘e’ya di alfabeya tirkî de tê bilêv kirin; erê, ewr, encam, ez, erzan û hwd.
i – nêzîkî dengê ‘ı’ya tirkî ye; lê bêtir weke ‘i’ya kurt bê xwedin tê bilêv kirin, ilm, birin, mirin, min û hwd.
u – teqabulî ‘ü’ya tirkî tê, lê bêtir weke ‘û’ya ku kurt bê xwendin e; guh, tu, gund, gur û hwd.
Dengdêrên dirêj
a – weke ‘a’ya tirkî tê xwendin û her dem dirêj e: al, aş, aştî, anîn û hwd.
ê – ev dengekî di navbera dengên ‘e’ û ‘ı’ya tirkî de ye û herdem dirêj e: êrîş, kêr, êl, pêl, êzing, êvar, şêr, têr, nêr û hwd.
î – bi nîv dengî ji ‘i’ya tirkî dirêjtir e, weke ya di peyvên tirkî ‘şair’ û ‘Bab-ı Ali’ de tê xwendin: în, îro, evîn, pîr, tîr, îlon û hwd.
o – weke ‘o’ya tirkî û ‘ô’ya fransî ye, her dem dirêj e: ox, kox, zor, olan, kolan, gol, gore, roj, kor û hwd.
û – weke dengdêreke gilover, nêzîkî dengê ‘u’ya tirkî ye, her dem dirêj e: û, tû, pûk, bûk, çûk û hwd.

 

 

Tîpên dengdar

Dengdarên lêvî yên li jêr b, f, m, p, v, w ya dawîn weke yên di tirkî de tên bilêvkirin ; w weke ya di alfabeya ingilîzî – well û wawa erebî tê bilêvkirin. Dengdarên diranî d, l, n, r, s, t, z heman dengên di tirkî de derdixin, lê tîpên r û t bi du tona ne: weke pir û pir(r), gur û gur(r), her wiha têr û tîr, ta (yê dirûnê) û ta (nexweşî) û hwd. Dengdarên ku bilêvkirina wan bi awayekî giştî ji zimanên ewrûpî û bi taybetî jî ji fransî cihê ne yên li jêr in:

 

Tîpên dengdar nirxê wan ê dengnasiyî
c – weke ‘c’ya tirkî tê xwendin, di fransî de bi ‘dj’yê, weke di peyva djinn de tê nivîsîn: car, ciran, cin, pêncî, renc, qenc û hwd.
ç – ev deng jî bi du tona ye; yek wek ‘ç’ya tirkî weke di peyva çar (jimar) û ya din kirpandî weke di peyva çar (cilûcaw) e û di fransî de, bi ‘tch’ weke di peyva Tchèque de tê sembolîze kirin: çem (xwar) û çem (besta avê), çirçirk û çêlek û hwd.
g – weke ‘g’ya tirkî û ya fransî ya di peyvên garson, gar û hwd. de ye: ger, girî, agir, legleg û hwd.
h – weke ‘h’ya di tirkî û ya di elmanî, di peyva haben de tê xwendin: havîn, hejîr, mehîn, şah û hwd.
j – weke ‘j’ya tirkî û ya fransî ya di peyvên juillet, jour û hwd. de ye: jor, roj, rijîn, jiyan û hwd.
k – ev deng jî bi du tona ye; yek wek ‘k’ya tirkî weke di peyva ker (ajel) û ya din kirpandî weke di peyva ker (kesê nabihîze) de ye û di fransî de jî weke di peyva kilogramme de ye, tê xwendin: kêr (amûr) û kêr (fêde, şiyan), kelem (dirî, pîj, lahne) û kelek (belem) û hwd.
q – ev deng weke dengekî qalin ê ‘k’yê ku ji qirikê bê, girtî û hişk e. Ev deng di tu zimanên ewrûpî de tuneye, nêzîkî ‘ق /qaf’a erebî ye: qaz, qalûn, qabqabik, qenc, qermiçî û hwd.
ş – weke ‘ş’ya tirkî ye: şêr, şûr, paş, xişxaş, şirik û hwd.
y – weke ‘y’ya tirkî tê xwendin û nîv dengdêr tê hesibandin: Yezdan, keya, yekîtî, neyar, hay, ray û hwd.
x – ev deng weke ‘خ / xê’ya erebî ‘jota’ya îspanî ‘ch’ya elmanî ya weke di peyva ‘suchen’ de tê xwendin: xalxalok, xiyar, bextewer, xezal, petîx û hwd.
Diftonga

xw

Dengdara ‘x’ pirraniya caran berî ‘w’yê tê. Wê gavê weke dengekî bi tenê tên xwendin û diftonga bi tenê ya zimanê kurdî ‘xw’yê pêk tînin. Weke, Xweda, xweza, daxwaz, xwîn, xwarin, xwê û hwd.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *