
Tirkiyê êrişî navçeya herî aram a Sûriyê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Wezîra Derve ya Swêdê got: -Ne rast e ku “Ji bilî çiya ti dostên Kurdan nînin”, ez çiyayê Kurdan me!
Li Stockholma paytexta Swêdê, bi mebesta piştevaniya bo Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya hunermendên navdar ên Kurd Ciwan Haco, Nasir Rezazî û herwiha hunermend Zara Larsson, Molly Hamar, Benjamin Ingroso, Oscar Zia, Saliboy, Jonas Gardel çalakiyek pêk hat.
Ji bilî hunermendan, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û Hevseroka Desteya Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî beşdarî wê organîzakirinê bûn.
Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde di wê çalakiyê de gotarek pêşkêş kir û got ku ew dixwazin Kurd jî cihê xwe di civînên ji bo destûra Sûriyê yên li Cinevê bigirin.
Ann Linde tekez kir ku hikûmeta Sûriyê heta niha 100 milyon kron alîkarî daye Rojavayê Kurdistanê û diyar kir: -Biwêja, “Jibilî çiya ti dostên Kurdan nînin” ne rast e. Ez çiyayê we me.
Wê wezîra Swêdî nerazîbûn li hemberî êrişa Tirkiyê ya bo ser Rojava nîşan da û got, “Tirkiyê êrişî navçeya herî aram a Sûriyê kir. Ji ber wê êrişê herî kêm 170 hezar kes ji neçarî koçber bûn.”
Wezîra Derve ya Swêdê diyar jî kir ku wêneyekî zarokekî 10 salî yê ku di êrişan de birîndar bûbû, kareîgeriyeke zêde li ser wê kiriye û got: “Ew wêne di hişê min de ma.”
Riataza