Li ber sekratê sewta vejînê!

Li ber sekratê sewta vejînê!

Devliken Kelogirî

 

Muzîk dengê hest û hîsan e.

Muzîk dengê kêf û bextewariyê ye.

Muzîk dengê êş û janê ye.

Muzîk dengê daxwaz û hêviyê ye.

Muzîk mertal e ji hesret û tenêtiyê re.

Muzîk mertal e ji kul û derdan re.

Muzîk mertal e ji xemê re.

Bi kin û kurmancî, muzîk dengê jînê ye.

Û jîn, navê din ê jinê ye.

 

Piştî min li albuma nuh a Rûşen Alkarê guhdarî kir, pê re pê re vê hevokê xwe li hişê min qewimand û berjêrî ser zimanê min bû.

 

“Li ber sekratê sewta vejînê!”

 

Ji mêj de ye muzîka kurdî yan jî ez weha bibêjim, kesên li ser navê muzîka kurdî sitran çêdikirin, distiran, tenê ji sermiyanê xwe dixwarin anku ji sermiyanê kurdî dixwarin; du gavan pêş ve, sê gavan paş ve, di nava sergêjayiyeke belengaz de digevizîn, guhdarên muzîkê jî bi xwe re digevizandin. Lê Rûşenê bi cerahiyeke hunerî muzîka ku bi anesteziyê pûç bûbû û ketibû ber sekratê ji wê xewa belengaz şiyar kir. Ji bêhêviyê re bû hêvî…

Ew dengê wê yê nerm, bi terz û şêwazeke modern wan newa û melodiyan estetîze dike û digihîne nava dil û kezeb û gurçikên me.

 

Dema meriv li “hêdî hêdî” guhdarî dike, meriv ber bi çiyayên Kurdistanê ve dibeze, derdikeve nêçîra hestan. Carina dibe kewek, carina jî dibe nêçîrvanek. Ew sewta nerm meriv di qonaxa hestan re derbas dike û berî her qonaxê xeweke şêrîn digire ser çavên meriv.

 

Dema meriv li “kêm û kûr” guhdarî dike, meriv li romantîzmeke mişt dagirtî dihilkume; ne derd, ne jî kul dimîne. Hur, azad û li ser axeke serbixwe meriv bi dildarê/a xwe re derdikeve kêliyên şadiyê.

 

Dema meriv li “Sînano kirîv” guhdarî dike, meriv heft xweziyan bi Sînan tîne. Ew sewta Rûşenê ya henûn û têra xwe germ, hest û hîsên meriv ber bi welatekî fantestîk ve dibe. Di bîra eşqê de meriv bi cizbeke erotîk dixe.

 

Sitranên wê yek ji yekê xweştir e, bi awayekî hosteyî hatine neqandin û herweha di her sitranekê de çîrokek heye, serpêhatiyek heye.

 

Rûşen Alkar, di vê komxebatê de, li ser rîtmên kurdî yên klasîk, rîtmên rojavayî bar kirine. Ji senteza rojhilat û rojava ahengeke xweş çêbûye. Di nav deng û sewt û melodiyên vê komxebatê de, meriv li ruhê klasîk ê dengbêjî jî hayil dibe, meriv li ruhê modern ê muzîka rojavayî jî.

 

Bi vê ceribandinê Rûşenê muzîka kurdî ya ku ji mêj de ye di xeweke giran de bû, ji wê xewê şiyar dike.

 

 

Têbinî anku Jêrenot:

 

Bila kes meseleyê bi vir de, wê de nebe-neyne. Rûşenê ne hevala min e, ne jî qîza apê min e. Berî nuha bi du salan tenê carekê li platformekê em pêrgî hev hatin û wê rojê li ber wî dengê nerm min li sitranên wê guhdarî kirin û li ser nigan bi qasî çar-pênc deqeyan me sohbet kir. Wekî din di navbera min û Rûşenê de têkiliyeke kûr û dûr tune ye. Jixwe hewce jî nake. Dema hunereke baş hebe, pêwist e her kurd pê serbilind bibe û lê xwedî derkeve. Bêguman, ez jî bi vê albuma Rûşenê serbilind û kêfxweş bûm.

 

Bi hêviya her serketî be.

 

 

Rexne:

 

1-Xwezî hemû album bi kurdî bûya.

 

2-Xwezî te li ser sitranên heyî hin ceribandinên modern nekiribûya.

Klasîkên kurdî bi wî halê xwe yê heyî xweş in û bi qîmet in. Divê meriv bi genetîka sitranan nelîze.

Heger dilê we û ceribandinan hebe, li ser muzîkeke nuh, gotinên nuh binivîsînin û hûn çawa dixwazin bisitirên weha jî bisitirên. Sitranên klasîk ên li ber dilê kurdan şêrîn û delalî dema bi formeke din tên guherandin û gotin, ez bi xwe pê aciz dibim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *