Girêmiraza/Xerabreşk/Ûrfa

Girêmiraza/Xerabreşk/Ûrfa

Egît Yazar, lêkolîner

 

Ev kêlber/sitel ku eyan beyan zaroka xwe dizeyine, bi qasî 10 gavan li başûr-rojavayê wê dara pîroz a li ser Girêmiraza hatiye dîtin.

 

Dema kolandina arkeolojîk dikin, ev kêlber li serdevê/serderê avahiyekê tê dîtin. Li gorî lêkolînên zanistî, ev avahîya zayinxaneyê bûye.

Ji kuuuu heta ku! 11.500 sal berê, pêşiyên me û yên mirovahiyê, avahiyekî zayinxanê ava dikin. Paşê bi destên xwe wan mabed, perestegeh û zayinxane jî di nav de ser wan dinixumînin.

 

Lê ev çi hîkmet e go bê navber xelkê herêmê her ew der wekî cîhekî pîroz pejirandinin, û herwiha jinên ciwan yên ku zarok ji wan re çênedibûn, diçûn li ber serê vê zayinxaneyê, qurban didan, xwarin çêdikirin û ji Xwedê lava dikirin da kû terr bibin û Xwedê zarokekî bide wan.

Ji Berî Zayînê 9500 sal û heta Piştî Zayînê 2000 sal, her vê toreyê wanî kudandiye.

Tişta herî balkêş jî, xelkê herêmê ji ber taybetiya xwe ya pîroz, jê re digotin: Girêmiraza!

Wer tê famkirin go gelek jinên stewr, li ser Girêmiraza şifa dîtine û warê wan şên bûne. Loma ev navê “Girêmiraza” bêyî were zanîn ka di bin girik de çi heye, li vî cîhê dîrokî kirine.

 

Têbinî: Girêmiraza di herêma gundê Xerabreşkê de ye. 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev