Nameyên evînî – 108

Nameyên evînî – 108

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Nura min gelek karên min kir karek. Berî Nurayê bernameyeke min hebû: -kar, nivîs, rasthatina bi dost û hevalan ra, wergera nivîs û pirtûkan, seredana mirovên xwe, xwendina malper û rojnameyan, xwendina pirtûkan, amadebûna di civînan da, mêzekirina fîlman. Ev hemû weke ku niha jî hene, weke ku ew hemû kar bikim jî, wek mecbûrîyetekê dikim. A rast, hebûna Nura min ev hemû kar dane alîyekî. Zewqa ez ji Nura xwe digirim, ji van hemûyan nagirim.


¤¤¤

Kurê dewlemendekî bi keça dewlemendekî ra zewicîye. Her kes derheqa daweta wan, xanîyê wan yê sêqatê, havîngeha wan a ber deryayê, erebeya wan a modern, zêr û xişirên wan yên buha da dipeyive, gelek kes hevsûdîyê li wan dikin, heviza xwe bi wan tînin.
Û rojekê jî ji nişkêva deng bela dibe, ku wan ”evîndaran” hev berdaye. Kes nizane bo çi, sebeb çi bû. Û a here xirab jî, heta ew bi xwe jî nizanin. Nizanin ku sebeb ew bû, ku di xanîyê wanî bedew da kevir hebû, hesin hebû, dar hebû, lê ruh tunebû. Ruh li ku tunebe, li wir mirin heye. Weke ku sieta bûkê zêr û bi durr û cewahiran va dorgirtî bû, lê ew siet kar ne dikir.
Di evîna min û Nura min da ruh heye, ango jîyan heye. Û dewlemendî, zêr û xişirên buha, havîngeha ber deryayê nikarin wê ruh û jîyanê bînin, wê bextewarîyê bînin ku em her ro, her deqe hîs dikin.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev