Gotinek di 41 saliya lehengê bê gor Mîr Kamîran Bedirxan de

Gotinek di 41 saliya lehengê bê gor Mîr Kamîran Bedirxan de

”Min xwest bibim mamostayê zimanê Kurdî di dibistaneke çiyayê Şingalê de”

Konê Reş

 

“Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û nebêjin qiweta min nagihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîşan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ew di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtê dibe rovî”.

Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, Roja Nû, hejmara 11/1943

 

Werin, werin. Werin em vî lehengê sereke ji lehengên Kurdistanê bibîr bînin. Werin, em (Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan) bibîr bînin. Ew ê ku tev jiyana xwe di ber Kurd û Kurdistanê re xerc kir; bi serketinên welatiyên xwe re geş dibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin…

Ji Stenbolê destpê kir. Ji bo daxwazên gelê Kurd, berî ku peymana Sevrê bê mohir kirin, digel birayê xwe (Mir Celadet û mamê xwe Xelîl Ramî Bedirxan), bi Major Noel yê Înglîzî, Ekremê Cemîl Paşa, Hac Tewfîq (Pîremerd) re, li bakurî Kurdistanê geriya. Navê wî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hatiye derxistin. Digel bav û birayên xwe, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin. Li Almaniyayê xwendina xwe bir ser. Li Beyrûtê (Roja Nû) û (Stêr) weşandin. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast. Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir.

Di lihevhatina 11’ê adara 1970’î de, Barzanî jê xwest ku bibe cîgerê serokkomarê Îraqê, lê ew razî nebû, bi tenê xwest ku bibe mamostayê zimanê Kurdî di dibistaneke çiyayê Şingalê de.

Piştî 83 salên dirêj û xebatên zor dijwar di ber navê Kurd û Kurdistanê de, ew di roja 04.12.1978’an de, di dûrî û koçberiyê de li Parîsê koça dawî kir. Yezdanê mezin canê wî jî, wek canê piraniya bira, ap û pismamên wî ji xwe re bir banê jorî.  Erê werin, werin piştî 41 salî ji oxirkirinê, em vî lehengê xwe bibîr bînin.   Xwendevanno! Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne?! Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercê jiyanê ye.

Wek ku min got, Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978’an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirina xwe, wî termê xwe kiribû diyarî ji fakulteyên bijîşkî re li Parîsê û wek ku dixwest bû. Erê hêjano, Dr. Kamîran Bedirxan bê gor e! Rehma Xwedê li giyanê wî û giyanê tev neferên malbata wî bibare û rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.

Jêder: BasNews

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev