”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 10

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 10

Malpera me bi awayê rêzenivîsê berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî çap dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka bi zimanê rûsî çapbûyî ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Îro em beşek ji berdewama berhema zanyarî ya bi sernavê ”Lêkolînerên Rûsîyayê — bingehdarên kurdzanîyê” çap dikin.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

V. Vêrtyayêv

M. Rewandî-Fedaî

 

Xwesma raporên wan konsûlan pir balkêş in, ku di navbenda serhildana kurdan da bûn, bo nimûne konsûlê Rûsîyayê li Bîtlîsê Şîrkov ku di adara 1914an da bû şahidê serhildana kurdan ya bi serokatîya Şêx Selîmê ji Xîzanê.

Di raporeke konsûlê Rûsîyayê li Bîtlîsê da tê gotinê, ku li devera Xîzanê, li mala kurdekî bi navê Seîd Elî hertim civînên şêxên binavûdeng û qedirgiran dihatine derbazkirin: ”Li vir li ser amadekarîya serhildana kurdan ya dijî desthilata tirkan tê guftûgokirinê, bona tirkan mecbûr bikin dest ji derbazkirina reformên bona ermenîyan bikişînin (gorî wan reforman gerekê beşeke pir ji axa kurdan li ermenîyan vegerînin.- not ya K. V. Vêrtyayêv) an jî destûrê bidin kurdan bêlûkê saz bikin32. Lê di nav kurdan da di hêla pêkanîna daxwez û armancan da yekîtî tunebû. Beşek ji kurdan dixweze bêlûkekê saz bikin, beşeke din dixweze bo kurdan reform bên kirinê. Beşeke dinê jî dixweze himberî reformên ermenîyan da bibe asteng, beşeke din jî dixweze tirkan ji van waran derxe. Lê ewana hemû jî dixwezin derkevin dijî desthilatê. Ewana dibêjin, ku bihara îsalin ji vir wê qîyamet rabe”33.

Selîm Gonigli bi esilê xwe va kurdekî zaza bû. Di dema serhildanê ew weke 60 salî bû, ewî erebî xweş zanibû. Gorî hinek malûmatîyan, Melle Selîm endamê hevalbendîya kurdan a pêşin a miletîyê-perwerdehîyê ”Azm-i kavi” (”Hewildana xurt”) bû. Di arşîva Rohilatzan V. P. Nîkîtîn da malûmatî hene, ku Mella (pir caran ew wek şêx tê binavkirin) Selîm bi Seîd Elî ra tevayî hela di sala 1909an da amadekarîya vê serhildanê kiribûn.

Şîrkov di raporên xwe da digot ku xeter heye, eger alîgirên Selîm Bîtlîsê zevt bikin, wê demê wê dest bi qirkirina ermenîyan bikin, lema jî konsûl hîvî dikir bi kêmanî 20 kazakan bişînin bona parastina konsûlxaneyê û xaçparêzên Bîtlîsê. Lê 20ê adarê kurdên serhildanê bi 1200 şervanan va ketine Bîtlîsê, tu zirar nedane xaçparêzan. Şerê bi serokatîya Şêx Selîm dijî desthilata tirkan di roja Newroza sala 1914an da destpê bû: ”Jimara desteyên kurdan, ku bi tivingan va sîlihkirî bûn, weke 700 kesî bûn. 500 kesên din jî kurdên bi şûran, meran, balteyan, qemeyan, kêran û çekên kêrnehatî va bûn. Berbangê wana girên dora hukumeta Bîtlîsê, 900 mêtran dûrî wê zevt kirin34. Wana alaya kurdî bilind kirin35 û destpê kirin bi dengekî bilind duaya ”Selawet-i şerefê” gotin. Dema ji taxên bajêr yên din ew deng bihîstin, li wir jî kirin qêrîn û alayên kurdî xuya bûn. Ev hemû pêşda ji alîyê kurdên bajêr û şervanên kurd da hatibû lihevkirinê. Leşkerên tirkan li dora qereqolê û şarederîyê berev bûbûn, pêşî ne dixwestin gulle berdin, lê paşê Şêx Mehmet effendi hate wira, ku alîgirê partîya “Yekîtî û Pêşveçûn” bû, û ber şervanan xeberda, ew dane qanekirinê, ku gulle berî kurdan din”36. Di encamê da 130 şervanên kurd hatine kuştin, lê ji leşkerên tirkan tenê 7 kes hatine kuştin.

Şêx Selîm û çend kesên din xwe li konsûlxaneya Bîtlîsê ya Rûsîyayê xwe veşartin, ku konsûl Şîrkov qet li bendê bû. Şervanên kurd ji Rûsîyayê piştgirî û alîkarî dixwestin, dibe Şêx Selîm bi rastî jî bawerî bi gotinên Ebdurezzaq Badirxan dianî, ku Rûsîya bi çavekî qenc li tevgera kurdî ya ji bo azadîyê dinêre. Lê ji baylozxaneya Stembolê bersîveke berk hat: “Gerekê qet behsa wê yekê neyê kirinê, ku Selîm û kurdên wî bibin hemwelatîyên Rûsîyayê. Wî ewqas wext li xanîyê baylozxaneyê bihêlin, heta ew bi xwe bixweze ji wir derkeve û li benda emirê min bin”37. Piştî çendekê ji baylozê Rûsîyayê M. N. Gîrs têlêgrameke teze hate Bîtlîsê: “Roj siet sisîyan wezîrê mezin di nameya xwe a şexsî da hîvî ji min kir Melle Seîd û sê kurdên wî ku xwe li xanîyê konsûlxaneya me ya li Bîtlîsê xwe veşartine, teslîmî desthilata tirkan bikin. Min jî di nameya xwe a şexsî da daxweza wî pêk neanî û bersîva wî da ku tevgera kurdan ya sîyasî ye, û ev yek şîyarî dide me ku di wê pirsê da pir hesas bin”38.

Gîrs di nameya xwe ya 29ê adarê da, ango heftêyekê piştî ku Selîm di konsûlxaneya Rûsîyayê da bû, têlêgrameke ha şand: “Eger kurd terka konsûlxaneyê bikin û ewê bibe sebebê kuştina wan, wê demê hûn gerekê wana ewqas wext cem xwe biparêzin heta ew bi reza dilê xwe terka kolsûlxaneyê bikin, bêy ku xetera li ser jîyana wan hebe”39. Melle Selîm weke pênc mehan li xanîyê konsûlxaneya Rûsîyayê ya li Bîtlîsê ma. Piştî wê yekê, ku di payîza sala 1941ê Împêratorîya Osmanîyê bi Rûsîyayê ra kete nava şêr, leşkerên tirkan dakutane ser axa konsûlxaneyê û serokê serhildana kurdan girtin û darda kirin.

 

* * *

Pêwendîyên bi leşkerîya Rûsîyayê ra ji alîyê Şêx Mehmûd Barzincî da berdewam bûn, yê ku pêşnîyar kir êrîşa li ser artêşa Tirkîyê teşkîl bikin, herwiha xwerin û xurek ji leşkerên rûsan ra bişînin. Ewî merivê xwe Seîd Muhemed şande Mûsilê bona bi casûsê Rûsîyayê Kîrsanov ra hevraxeberdanan derbaz bike. V. F. Kîrsanov cîgirê konsûlê Rûsîyayê li Mûsilê bû, lê erkê wî ”casûsê leşkerî yê ne eşkere li navçeya barêgeha Tirkîyê ya leşkerî ya 6an” bû. Wisa xuya dibû, ku erkê wî ew bû, ku dema bi Tirkîyê ra şer destpê bibe, wisa bikin, ku kurdên Osmanîyê piştgirîya artêşa Qiralîyeta Rûsîyayê bikin. Seîd Muhemed behs ji Kîrsanov ra şand, ku kurd dikarin bo piştgirîkirina Rûsîyayê heta 50 hezar şervanan derxin meydana şêr.

Di eynî wextê da Abdul-Selam Barzanî bi cîgirê konsûlê Rûsîyayê li Xoyê N. M. Kîrsanov ra hevraxeberdan dida derbazkirinê (paşnavê wî û V. F. Kîrsanov eynî bû.- Not ya K. V. Vêrtyayêv), lê Şêx pêwendîyên xwe bi Qiralîyeta Rûsîyayê ra wek alet bi kar dianî bona şerê bidestxistina otonomîyê an serxwebûnê ji bo tevaya Kurdistanê. Ew bi hêza xwe pir bawer bû, lema jî di adara sala 1914an da bêy ku dûrbîn be, ji Stembolê ra got ku ew hazirîya serhildanê dike, di ser da jî zêde kir, ku Rûsîyayê sozê piştgirîkirina serhildanê daye wî. Ev emelên Ebdul-Selam Barzanî danûsitendinên du împêratorîyan pir dijwartir kir. Di eynî wextê da pêwendîyên Şêx Seîd Taha bi Rûsîyayê ra wek berê baş bûn, wî bi rûsî baş zanibû, ji ber ku demekê li Novorosîyskê mabû. Gorîya casûsîya Brîtanîyayê, desthilata Qiralîyeta Rûsîyayê Seîd Taha wek yek ji serokên Kurdistana serbixwe didît, ku dikaribû di paşdemê da bihata damezirandinê. V. P. Nîkîtîn, konsûlê Rûsîyayê bû li Ûrmîyê, derheqa wê yekê da malûmatîyan tîne, ku çawa Seîd Taha ji navê Hevalbendîya rizgarkirina Kurdistanê jê hîvî kirîye rasthatina wî ya bi nûnerên barêgeha sereke ya Rûsîyayê ra bide organîzekirin, bona planeke tevayî amade bikin dijî artêşa Tirkîyê, seba bikaribin Kurdistanê rizgar bikin. Lê wî çaxî Rûsîya bi Tirkîyê ra ne di şêr da bû, û wezîrê karên der S. D. Sazonov di telegrama surî ya ser navê serwêrê nivîsxaneya dîplomatîyê ya li rex Barêgeha Sereke ya 29ê tebaxê sala 1914an nivîsî, ku ji Rûsîyayê ra giring e pêwendîyên baş bi Tirkîyê ra biparêze, heta zelal nebe, ku hêza leşkerên Rûsîyayê-Fransayê li enîya Awropayê ser hêza Austrîyayê-Almanîyayê ra ye. Sazonov herwiha destnîşan kir: ”Bi bawerîya Fransayê û Anglîyayê di hêla sîyasî da dest dide ku şerê bi Tirkîyê ra, eger ew biqewime, Tirkîyê bi xwe destpê bike”40.

Lê Rûsîya bi çavekî din li paşeroja sîyasî ya beşa Asîyayê ya Împêratorîya Osmanîyê dinêre, ku ew yek ji nameyên dîplomatî têne xuyanê, ku ji hevdu ra nivîsîne. Wek ku ji nameya surî ya serekê dayîreya dîplomatîk ya sîyaseta der S. D. Sazaonov ku 12 (25) çileya paşin sala 1915an ji baylozên Rûsîyayê li Londonê, Parîsê û Romayê ra şandîye xuya dibe, ”dewlet gerekê piştgirîya serxwebûna Tirkîya Asîyayê bikin, ya ku gerekê bi wî şertî ji herêmên otonom yên Sûrîyê, Felestînê, Mesopotamîyayê, Ermenîstanê, Kîlîkîyayê û Kurdistanê ava bibe, eger Cemal paşa bibe sultan”41. Mesele di wê yekê da ne, ku wezîrên karên der yên Împêratorîya Rûsîyayê û welatên Antantayê di peyamên xwe yên surî da pirsa ku dikare li Konstantînopolê derbeya leşkerî çê be bona ku yek ji endamên serokatîya cantirkan bînine ser hukum, wî bikin sultan, guftûgo dikirin. Gilî derheqa Cemal paşa da bû, ku di hukumeta cantirkan da wezîrê leşkerîyê-behrîyê bû.

Di dema gurr ya Şerê Hemcihanê da Rûsîya kete nava pirsa minaqeşekirina peymanên surî yên Sykes-Picot ya derheqa perçekirina Tirkîya Asîyayê da. Lê li Rûsîyayê, ne wek li Brîtanîyayê û Fransayê, ser wê bawerîyê bûn, ku dikare Kurdistana bi cûrê otonomîyê di bin desthilata Sultan xelîf da hebe, bi şertê ku Konstantînopol û Bosfor wê bikevin bin kontrola qiralê Rûsîyayê.

Gorî peyama baylozê Rûsîyayê li Parîsê A. P. Îzvolskî42, di encama hevraxeberdanên serekê dêlêgasyona ermenîyan Nûbar paşa bi desthilata Fransayê ra, pirsa derheqa sazkirina Kurdistana otonom di bin bandûra yek ji dewletên Antantayê (Brîtanîya Mezin, Farnsayê, Rûsîyayê) an jî hemû dewletên Antantayê hate guftûgokirinê.

Wek ku ji nameya F. Jorj-Picot ya 31ê adarê sala 1916an ya ser navê wezîrê karên der S. D. Sazonov xuya dibû, ku Kurdistan di navbera hukumetên Împêratorîya Rûsîyayê û Fransayê da bûbû aletê bazirganîyê û parvekirinê. Di nameyê behsa wê yekê dihate kirinê, ku Fransa gerekê herêma Kurdistanê ji başûrê Bîtlîsê û Wanê, navbera Mûşê, kenarên çemê Dicle û sînorên Farizistanê, herwiha wan axan jî ku diketine navbera Ala-Daxê, Qeyserîyê, Ak-Daxê, Îldiz-Daxê, Zerê, Êgênê û Xarpûtê teslîmî Rûsîyayê bike.

Lê derdê desthilata qiralîyetê zêde ne Kurdistan bû, lê devtengên Behra Reş, herwiha îhtîmala ku bikaribin li Sînopê baza xwe ya leşkerîyê saz bikin, bû. Lê dîsa jî bona berjewendîyên împêrîyê yên Rûsîyayê Kurdistan di hêla leşkerî-stratêgî da xwedî kemaleke giring bû: kontrola li ser Kurdistanê wê hizûra Rûsîyayê li ser axeke mezin, ji Asîya Biçûk bigire heta Rohilata Nêzîk, bi hebûna binerdên wan va, misoger bikira.

Piştî destpêka Şerê hemcihanê yê yekê çawîşê Barêgeha sereke K. S. Smîrnov îdêya damezirandina Mîrîtîya kurdan di bin bandûra Rûsîyayê da pêşnîyar kir, û got eger Rûsîya bikaribe wilayeta Bazîdê zevt bike, wê mîrekî di hindava Rûsîyayê da dilsoz bike serekê dewleta Kurdistanê.

S. Smîrnov di ser da zêde kir: ”Pir ne normal e, gava em tenê wî çaxî destpê dikin derheqa kurdan da difikirin, dema pêwendîyên me bi Tirkîyê ra xirab dibin, heta digihîjine asta şêr, lê dema şer xilaz dibe, em derheqa kurdan da jibîr dikin, em hemû raporên derheqa kurdan da davêjine arşîvên dîrokî”43.

Lê K. S. Smîrnov di pêkanîna fikira xwe da ne zêde bawer bû, ji ber ku piranîya kurdan wan deman ne amade bûn îdêya dewleta serbixwe qebûl bikin. Lema jî ewî qumandarîya Barêgeha leşkerî ya Kavkazê dida bawerkirinê, ku eger Rûsîya wilayeta Bazîdê zevt bike, gerekê li wir serokatîya leşkerî ya bi ”cûrê kazakan” hebe, û pêşnîyar kir, ku serokê wê general-lêytênant Şamşadînov be, ji ber ku ew bê zuret bû, lema jî lazimaya ku dikare di paşdemê da posta wî derbazî zureta wî be, tunebû44.

Hilweşîna xweserîyê li Rûsîyayê bandoreke neyênî li ser pêwendîyên desthilata demkî bi kurdên Farizistanê ra kir: êdî buhara sala 1917an li Mûsilê û Îranê tevrabûnên eşîretên kurdan yên dijî leşkerên rûs yên dagirkar qewimîn. Bi fermana qumandar N. N. Yûsûpov di hindaba eşîretên kurdan da çend emelên cezakirinê hatine pêkanînê. Di dema pevçûnên artêşa Rûsîyayê bi kurdan ra şehîd hebûn. Deshilata demkî fêm dikir ku paşeroja hizûra Rûsîyayê li Kurdistana Rohilatê tuneye, lê emelên cezakirinê yên Yûdênîç, ji alîyê serekên mîsyonên Rûsîyayê li Tehranê û Kêrmanşahê hatine rexnekirinê, wek “pir xeter, ku dikarin tenê kurdan bikin dijminên Rûsîyayê”45.

Sîyaseta nû ya desthilata demkî ya Rûsîyayê ser wê bawerîyê bû, ku dikarin li ser axa Kurdistana êtnîkîyê çend dewletên serbixwe saz bikin, bi taybetî jî ser axa Farizistanê, ku di bin bandora Rûsîyayê da bû. Havîna sala 1917an hukumeta demkî bo riyan bibînin seba xwe nêzîkî serekên kurdan bikin, serhing Zaxarçênko – casûsê leşkerî, ku kurdî zanibû, şande Kurdistana Farizistanê. Ewî ji hemû serekên kurdan yên ji Kêrmanşahê bigire hetanî sînorê Rûsîyayê name nivîsî, ew ezimandine kongreya hemmiletîyê, ku li rex gundê Binder – li ser axa Mîrîtîya Erdelanê a berê hate derbazkirin. 17ê tîrmehê, sala 1917an du hezar kurdên Îranê tevî xebata vê kongreyê bûn.

Dîrokzanê kurd yê leşkerî û nivîskar Qewad Reş di nivîsa xwe ya dîrokî da, ku li ser bingehê belgeyên arşîvan hatîye nivîsar, wê bûyerê ha şirove dike: “Li çolê konên kurdan yên mezin û reş vegirtibûn. Karekî baş kirin. Telelok vêxistin. Li defên kurdî xistin. Zirne kire zingîn. Kurdên şervan milên hev girtî, çapik û çeleng, şûr û qirme li qayîşa pişta xwe girêdayî reqasa kurdî a kevinare ”Govend” gerandin  – kurd ji vê reqasê pir hez dikin, ewqas ku dikarin şev û roj bireqisin…”

Kazakan reqasa siyarîyan reqisîn. Dema kurdan bala xwe dida reqasa siyarîyan, ruhê Mîdîyayî ew serxweş kiribûn. Ewana ji zewqê ji reşaşeyên xwe yên dehlûle gulle berî esman dan.

<…> Kongre sê rojan kişand. Dîdemên wisa xweş ji demên Împêratorîyayên buhurî şûnda nebûne. Êvaran esman bi agir-alava di destê milet şewq vedida.

Piştî sê rojan gênêral Baratov di rasthatina bi serekeşîran ra sazkirina komîtêya rûsan-kurdan ya bona rêkxistina pêwendîyan pejirand46.

Çarê îloana sala 1917an kongreya 27 serokên kurdan yên navdar derbaz bû. Li wir ji alaya siyarîyan gênêral N. N. Baratov amade bû, yê ku bi serekên kurdan ra peymana rûsan-kurdan girêda. Dîrokzanê rûs yê leşkerîyê A. G. Yêmêlyanov destnîşan kir, ku naveroka wê ew bû, ku ”hemû eşîretên Kurdistanê û Kêrmanşahê, ku berê dijberî me bûn, niha tam dostên me ne û amade ne sînorên Kurdistanê biparêzin”47.

Gorî peymanê leşkerên rûs dikaribûn bi awayekî azad li ser axa Kurdistanê bigerin, lê serekên kurdan jî soz dan bi buhayê sûkê xurek bifiroşine eşkerên rûs. Înîsîyatorê xwe nêzîkî kurdan bikin, herwiha rohilatzan V. F. Mînorskî bû jî, ku bi Desthilata Demkî ra di nava hevkarîyê da bû. Ewî sîyaseta qiralîyetê rexne dikir û digot: ”Sîyaseta me bi kurdan ra, ku bi hêzê emel bikin, bêsebirî û helwesta xwe guhêrîn li tu cîyan encamên xêrê ji me ra ne anîn. Ez ser wê bawerîyê me, ku êkspêdîsyonên cezakirinê zirarê didin, rewşê aloztir dikin, nagihîjin armanca xwe, û çare tenê bi riya sîyasî ye”48.

Lê ”peymana rûsan-kurdan” demeke dirêj ne kişand, û bi tevayî projeya sazkirina Kurdistana otonom di bin bandora Rûsîyayê da têk çû: kurd dixwestin otonomîya wan di nava teşkîla Îranê da hebe, li ser bingehê pêwendîyên dostanîyê bi Rûsîyayê ra, ll ne di bin bandora wê da. Piştî Şoreşa Oktobir bolşêvîkan 15ê çileya paşin sala 1917an leşkerên xwe ji Farizistanê kişandin û daxwez kirin ku hemû dewlet li hev bên, û ev yek di Dekreta derheqa Aştîyê ya desthilata Sovyêtê da hate destnîşankirin.

 

Çavkanî:

 

32) Beglik – mîrîtîya nîvserbixwe.

33) ASDÎR. Fonda ”Baylozxane li Bîtlîsê”. Hejmar 35 ya 12.02.1914.

34) Hukumat – xanîyê wezîran.

35) Konsûl P. Şîrkov alaya kurdî pênase nake, ku li di dema serhildanê da hatibû bilindkirin.

36) ASDÎR. Fonda ”Baylozxane li Bîtlîsê”. Rapora № 79 ya 09.04.1914.

37) ASDÎR. Fonda ”Baylozxane li Konstantînopolê”. Nameya bayloz. № 192 ya 22.03.1914.

38) Dîsa li wir. № 194 ya 22.03.1914.

39) ASDÎR. Fonda ”Baylozxane li Konstantînopolê”. Nameya bayloz. № 203 ya 29.03.1914.

40) Jêder ji: Rûsîya Qiralîyetê di şerê hemcihanê da. L., 1925. Cild 1. Rûpel 33.

41) ASDÎR. Fonda ”Baylozxane li Konstantînopolê”. Têlêgrama № 6391 ya 12.(25) çileya paşin sala 1915.

42) ASDÎR. Fonda ”Baylozxane li Konstantînopolê”. Têlêgrama № 337 ya 1(14) hezîranê sala 1915.

43) Op. cit.: Ter-Oganov, Nugzar. Kurdistan and the “Kurdish Issue” in the “Oriental Policy” of Russia // History and Historians in the Context of the Time. Bratislava, 2017, 15 (1). P. 57.

44) Ibid. P. 54

45) Lazarev M. S. Kurdistan û Pirsgirêka kurdan (salên 90 yên sedsala 19an – sala 1917). M., 1964. Rûpel 400.

46) Reş, Qewad. Êrîşa Îranê li ser Rûsîyayê. www.centrasia.ru/newsA.php?st=1103260740 (roja daxwezkirinê 01.09.2016)

47) Yêmêlyanov A. G. Pêşenîya Farizistanê (1915–1918). Berlin, 1923. Rûpel 157.

48) ASDÎR. Fonda № 133 ya ”Nivîsgeha Wezareta karên der”, sal 1917. Hejmar 470. Rapor 52.

 

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev