Jİ VÎ WÊNEYÎ XİZMETEKE Jİ BO YEKHELWESTÎ Û NÊZÎKKİRİNA HÊZÊN KURDİSTANİYAN DERNAYÊ…

Jİ VÎ WÊNEYÎ XİZMETEKE Jİ BO YEKHELWESTÎ Û NÊZÎKKİRİNA HÊZÊN KURDİSTANİYAN DERNAYÊ…

Bayram Ayaz

 

Doh çalakiyekî bin navê “meşa yekîtiya netewî ya Kurd li Lozan-Cenevreyê” pêk hat. Hema bêje tevayiya beşdaran ji dorberê PKK/KCKê bûn. Hinek ji wan jî endam û nûnerên çend partî û rêxistinan bû yên bi KCKê re kar dikin.
Yanî çalakiyeke PKK/KCK û çend dost û hevkarên wan bû. Ev jî karekî wekî “Greva birçîbûnê bo Ocalan” ya berî çend mehan bû. Tenê navê çalakiyê cûda bû. Nav lê kiribûn: “Meşa yekîtiya netewî ya Kurd”.
Jiber ku navê “yekitiya netewî ya Kurd” lê kirine, bala me kişand û me van çend rêzan nivîsî.
Ev ji xwe ne yekitiya netewî ya Kurd e. Vêca bi nêrîna me, bi wêne û karekî wisa wekî ku ew dibêjin, ne mumkîn e xizmetê bike bo nêzîkbûna hêzên Kurdî jî.

Çima wisa ye?

 

  1. Mijara yekhelwestî û yekrêziya hêzên Kurd û Kurdistanî, ne mijareka kuçe û kolanan e. Jê re peywendî, danûstandin, şêwrên bo hevdu têgihîştinê divê. Bi hevdîtinên rêkûpêk, bi niyeta (niyaza) pak, ji helwestên tekçî dûr hewce ye hêzên Kurd û Kurdistanî bi hevdu re biaxivin. Têkilî û hevdîtin bi xwe cidiyetekî xwe divê hebe. Wek numûne, meha bihorî hunermendên Kurd li hevdu civiyan, bi hevdu re şêwirîn, gelo wek hûnermendên Kurd çawa û çi xizmetê dikarin bi hevra ji bo doza Kurd û Kurdistanê bikin. Karekî qenc bû.

 

  1. Hêj ji destpêkê ve, bi van nîşan û sembolan evên gîhane hevdu çarçove û armanca “yekitiya xwe” diyar kirine, pêre hingê bêjî teng jî kirine. Kurdê ku bi wan sembolan ne razî cîhê wan li wê derê nîne!
    Her Kurd û Kurdistaniyê dilpak dizane ku “yekitiya netewî ya Kurd” di bin wêne û sembolên tenê aliyekî de pêk nayê. Ev ne rast e jî. Partî û rêxistinek çi qasî bi hêz dibe bila bibe, nikare bi serê xwe nûneriya neteweyekî, niştîmanekî bike. Demê mirov li goreyê vê rastiyê tevnegere, maneya wê, naxwaze yekhelwestiyeke berfereh û yekrêziyeke neteweyî-niştîmanî pêk were. Jiber vê yekê ev helwest zerarê didin Kurdan.

 

  1. Em li daxwazên çalakiyê binêrin.
    Hêrîşkariyên Turkiye tê rûreş kirin. Seheta we xweş.
    Daxwaz tê kirin ji bo parastin û piştevaniya xelkê me rojavayê Kurdistanê. Cardin seheta we xweş.
    Em doza yekhelwestiyê ji hêzên rojavayê welatê xwe bikin, jiber ev pêdiviyekî siyasî girîng e. Û her wisa çi ji me bê, em divê piştevaniya doza gelê xwe jî bikin li rojavayê welatê me.

Baş e, di vê dema ku ev çalakî pêk tê li rojhilatê welatê me xelkê me li gelek bajar û qezayan ser piya ye li dijî rejîma xwînrêj, rejîma îdaman, bo daxwazên xwe aborî û netewî jî. Li goreyê agahdariyan heta nuha nêzîkî 200 mirovên me ji aliyê vê rejîmê ve bi hovîtî hatin kuştin, bi sedan jî birîndar in.

Gelo çima bi yek rêzêkî jî xwînrêjiya komara îdaman (Îran) nayê rûreş kirin, çima em dengê xwe bilind nakin, piştevaniya xelkê xwe yê li rojhilatê Kurdistanê jî nakin. Bahsa 4 perçeyên Kurdistanê tê kirin, ma wahşeta li rojhilatê Kurdistanê dibe, ne li welatê me ye, ne mijareka me ya netewî ye?

Em naxwazin zêde bi mijarê ve dakevin.

Digel hemû zor û zahmetiyan:

– Ji Kurdan re hevdu têgihîştin hewce ye.
– Ji Kurdan re bi taybet di vê qonaxê de yekhelwestiya siyasî hewce ye.
– Ji Kurdan re hevahengiya netewî-niştîmanî hewce ye.
– Ji Kurdan re di çarçoveyeke netewî-niştîmanî de hevxebateke rêkûpêk û bi dilsozî hewce ye
bo mafê çarenusiyê (self determination),
bo mafê xwe bi xwe rêvebiriyê (self administration),
bo her cure mafê çandî û zimanî li her devereke Kurd lê dijî
.

 

Diyalog, hewldanên hevdu têgihîştinê, bi hevdu re şêwirîn divê nav me Kurdan de hebe.
Em cad bikin, hewl bidin di mijarên netewî-niştîmanî de ji dengfikirînê dûr rawestin, xwe ji qalib û zencîrên liderperestiyê, partîperestiyê dûr bixin.
Divê berê netewe û welatê me bo me girîng be, pişt re rêxistin û lîder.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev