Berhemên kurdzanên me – 205

Berhemên kurdzanên me – 205

Me di 204 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê ”Raporta serwêrê konsûlxana li Tewrêzê Xanîkov ya ser navê gênêral Bêbûtov ya 16ê çirîya paşin sala 1855a, ya hejmara 1188a, bajarê Tewrêzê:raberî we bikin.

Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir du beşan. Beşa pêşin me heftêya buhurî çap kir. Kerem bikin, îro beşa duduyan bixwînin. 

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Serdazêdekirina hejmara 20î

 

Raporta serwêrê konsûlxana li Tewrêzê Xanîkov ya ser navê gênêral Bêbûtov ya 16ê çirîya paşin sala 1855a, ya hejmara 1188a, bajarê Tewrêzê:

 

(Ji cilda 11a ya Aktî arxêologîçêskoy komîsîî)

 

“Destûrê bidin we agahdar bikim, ku metranê (keşa) ermenîya Îsahak Samûnîyans nameyek nîşanî min da, ku ewî ji neîbê xwe sitendibû, ku hatibû dêra buhurtî ya Varêolomêy, ku li ser sînorê herêma Salmasê û Başkelayê ye û ez bergirtina (kopîya) vê nemayê bi wergerê va raberî we dikim.

 

Ez bi xwe qîmetekî mezin nadime evê dokûmêntê, lê dîsa jî ez dixwezim hûn naveroka wê bigihînine namêstnîkê Kavkazê, ku metran gazî bal xwe kirîye û hîvî jê kirîye careke din ji naîbê xwe ra binivîse, ku ew derheqa wê yekê da malûmatîyên bi hûrgilî raber bike, ku ewê ji kîderê wan eskeran berev bike, ku ew di nav nameya xwe da behs dike”.

 

Nameya rîspîyê binecîyên Exlakê Martîros berbi metranê Azirbêcanê Îsahak Samûnîyans, ya 25ê çirîya pêşin sala 1855a (wergera ji ermenî):

 

“Min çend cara cêribandîye ji we pirs bikim ermenîyên Axlakê di van rojên reşeheş da di çi rewşê da nin. Ez wê jî bêjim, ku em niha di nav rewşa here xirab da nin û eger ev rewş heta baharê awa berdewam bibe, hemû ermenî wê mecbûr bibin ji cî û warên xwe bişihitin, herin. Bira duaya Xwedê li ser we be, ez dixwezim wê jî bêjim, ku hemû binecîyên herêma Hekarîyê – him ermenî, him nêstorîyan, him jî kurd di heyra me da nin û behs digihîjine me, ku şikir rûs jî hindava neyarên xwe da bi ser dikevin. Ji ber wê jî baştir dibe hûn bi konsûlê rûsa ra xeberdin û jê ra bêjin, ku eger ewana 4 hezar eskeran bişînine vira, tu kes wê nikaribe ber wana ber xwe bide û ez jî dikarim ji alîyê xwe da 5 hezarî ser wan da zêde bikim, wî çaxî emê bikaribin bi serketin heta paşalixîya Mûsilê jî herin.

Paşê emê bikevine Wanê, Bîtlîsê û Mûşê. Eger hûn bawerîya xwe bi gotinên min tînin, ez dikarim wek îzbatî sozên ermenîya, nêstorîyana, û hinek kurda jî bi mohrkirî ji we ra bişînim. Hûn wan dokûmênta bidine konsûl û ewê di daxaza me da bê bawerkirinê û emê bi hêvî bin, ku maqûl Împêratorê Mezin wê ji me ra eskera bişîne. Lê boy xatirê navê Îsa, çi ji destê we tê, zû bikin û werine hewara me. Ez ji we ra bi kurtî dinivîsim, lê hûnê hemû daxazên min fêm bikin. Evê nameyê pêşî hûn bi xwe bixûnin û eger aqilê we birî, bidine konsûl jî. Ez hîvî dikim di demeke nêzîk da bersîvekê bidine me, ku em çi bikin. Ez ji Xwedayê Mezin hîvî dikim, ku emirê we dirêj bike”.

 

Serdazêdekirina hejmara 21ê

 

Qanûnên bona serkarîkirina eşîrên kurda,

ku serhing Lorîs Mêlîkov 30ê çirîya paşin sala 1855a

bi emirê gênêral adyûtant Mûravyêv amade kirine

 

(Jêdera ji cilda 11a ya Aktî arxêologîçêskoy komîsîî)

 

Heta 4 hezar malên kurda niha li herêma Êrîvanê û paşalixîya Qersê da dimînin. Berî destpêka şêr kurdên herêma Êrîvanê li deverên Serdarabadê, Surmelîyê û Şarûrê diman, carna jî bona çêrandina heywana û peydakirina debarê diçûne çiyayên Derelegezê, ku di herêma Naxçiwanê da ne. Hemû kurdên, ku li bal me û li Tirkîyê dimînin, pareveyî ser qebîlan dibin û serokatîya wan an ji zuretekê derbazî zureteke mayîn dibe, an jî hukumet wana kivş dike.

Di destpêka şêr da hukumeta Tirkîyê, ku hêvîya xwe danîbû li ser mêranîya eşîrên kurda, gelek kar kir bona ji wana alaya siyarîyan ya mezin saz bike. Tirka bi hedya û sozdayîna gelek eşîr xapandin û anîn alîyê xwe, heta hinek eşîrên, ku li ser axa bin destê me da diman jî, û em dikarin bê şikberî bêjin, ku talankirin û wêrankirina gundên ser sînorên me yên herêma Ermenîstanê û devera Axalkelekê karê destê wan bû, û eger tirk di destpêka şêr da hinekî bi ser ketin jî, ew ji wê bû, ku 8 hezar kurdên rind çekkirî, ku ji hukumetê tu meaş ne distendin û hêvîya xwe danîbûn li ser qaçaxîyê û şêlandinê, gef dixwerin, ku wê êrîşî li ser axa ser sînorê me jî bikin û ji dest wê yekê hêza me, ku ne gelek bû jî, şikest.

Me di meha çileya pêşin sala 1853a cara pêşin pêwendî bi kurda ra danîn. Bona em di wî karî da bi ser kevin, me gelek pere xerc kir, me gelek ber xwe da û me hêza çeka xwe nîşanî tirka da.

Tenê di dawîya sala 1854a di nav kurda da bawerî çê bû, ku ew nikarin pişta xwe bi hukumeta Tirkîyê va girêdin, lê ji zivistana salên 1854a û 1855a wana îdî eşkere serî hildan û bê tirs elam dikirin, ku ewê eskeran nedine nîzamê. Tirka xwe gelek êşandin bona wê tevrabûna kurda ji holê rakin û ewê yekê hêrsa kurda diha rakir, eynata wan hindava tirka da kûrtir bû. Usa xuya ye, ku îsal, piştî ketina Qersê ra, tirk wê di karê berevkirina eskeran da tûşî dijwarîyên mezintir bibin.

Cêribandina du alayên kurda, ku îsal hatine sazkirinê û tevî şêr bûne, dikare ji me ra bibe ders, ku em hesabên ciddî bikin, ango: eger em di êrîşên xwe da bi ser kevin, kurdên wan alaya wê bere-bere xwe li me bigrin û jimara wan çiqas zêde bibe, hukumeta tirka wê pirtir bikeve nava astengîyan.

Ji ber ku cûrê jîyana kurda taybetî ye, ango, mêla wan li ser dizîyê û talanê ye, lema jî gerekê em çevê xwe ji wan dûr nexin. Serekeşîrên wan bi xwe ji me ra dibêjin, ku rewşa wan ya aborî pir xirab e û ewana ji neçarîyê li wan riya digirin û sekinandina wan ji zevta wan jî der e. Di vî şerî da kurda di pêşî da xwe li riya nêytral girtin, dû ra destpê kirin bi me ra pêwendî danîn. Lê eger em wan kurda di zozanên wan da bê kontrol bihêlin, ewê ji me ra zehmetîyan çê bikin. Em ji alîyê xwe da gerekê bawer nebin, ku ew hindava hukumeta me da amin in û ji ber wê jî karê me yê yekemîn niha gerekê ew be, ku em gerekê her tiştî bikin bona ew niha dijminatîya hukumeta Tirkîyê bajon.

Rewşa kurda û mêla wana ya berbi tevlihevîya me mecbûr dike, ku em timê hindava wan da hişyar bin û di pêwendîyên me yên bi wan ra em gerekê erf-edetên wan bidine ber çeva û serekên navçeyan bi tenê nikarin ji bin wî barî derkevin. Bona serkarîkirina kurdên bal me û ewên, ku wê bi jimareke mezin hela bên jî, daynine ser dereceke baş, lazim e:

  • 1. Hukumê li ser kurda bispêrine wan zabitên rûs, ku dikarin bi wan ra ziman bibînin.
  • 2. Du kurdên ji malbetên bi nav û deng bikine alîkarên wan.
  • 3. Niha li ser axa me deh eşîrên kurda dimînin: 1) Redikî, 2) Celalî, 3) Bîrikî, 4) Êzdî, 5) Cinûkî, 6) Elîanlî, 7) Dilheyranî, 8) Cemaldînî, 9) Millî û 10) Keskanî. Ji ber ku em di hindava wan da gelek xemxur nebûne, ew bi mecbûrî pareveyî li ser hin qebîl û bereka bûne û serokatîya ser wan jî ketîye di destê hin kesên ku şika me li ser wan heye. Ji ber wê jî di dema talanekê an jî gunehkarîyekê polîsên me nizanibûne berê xwe bidine kîjan serekê kurda û ji ber wê jî me nikaribûye sûcdara belû bikin. Lema jî lazime em bi xwe wan sereka kivş bikin û wana jî wek berpirsyar bibînin.
  • 4. Hukumê serekên kurda weke hukumê serekên navça bikin û di karê serkarîkirina wan da gerekê ewqas meriv kar bikin, çiqas ku di serokatîya navça da kar dikin, ango bi du komekdara û katibekî va.
  • 5. Bona pêşîgirtina her cûre hucetên bona peydakirina warên li zozana, ku gelek cara di navbera kurda û binecîyên navça yên mayîn da dibin, gerekê ji pêşda warên her malbetekê bêne kivşkirinê û di wî karî da çiqas ji me tê, gerekê em sînora daneynin.
  • 6. Mehkemekirina kurda gerekê gorî qanûn û edetên wan bêne kirinê û gerekê wan qanûna bi kar neynin, ku dûrî femdarî û ruhê wan e. Serekê kurda gerekê piranîya karên xwe bi kurda ra bi zar bike û çiqas ji wî tê gerekê xwe ji îzbatîyên nivîskî dûr bixe.
  • 7. Derxistin û kivşkirina serekên qebîla gerekê di destê wî kesî da be, ku serokatîyê li kurda dike û ew jî hindava xwe da gerekê derheqa hemû guhastina da berpirsyarê di hêla eskerî da agahdar bike.
  • 8. Helkirina nerazîbûnên di navbera kurda û binecîyên herêmê yên mayîn da gerekê bispêrine dîwana herdu alîyan. Biryara dawî gerekê bidine destê serokatîya wilayetê, eger gunehkarîya hatîye kirinê ne giran e û ne karê mehkema wilayetê ye.
  • 9. Gerekê mafên wan serokên eşîrên kurda, ku nayêne hilbijartinê, lê ji nisletekê derbazî nisleta mayîn dibin, wek mafên pêşîyên wan be, lê gerekê nehêlin ewana wan cûre û mêtodên cezakirinê yên berk û bêwijdan bi kar bînin, ku pêşîyên wan li Tirkîyê û Farizisatnê bi kar anîne.
  • 10. Di hêla jîyana aborî da gerekê tu ferq di navbera kurda û binecîyên wilayeta yên mayîn da tunebe.
  • 11. Bona kar û barên dînî (olî) gerekê di nav serokatîya kurda da qadîyekî amin û ji alîyê eşîrê da hilbijartî hebe û hukumet gerekê maeşekî jê ra kivş bike.
  • 12. Eger kurdên ji sînorên me der bêne bal me, ev hemû qanûn gerekê ser wan jî derbaz bibin.
  • 13. Bona eşîrek derbazî ser axa me bibe, gerekê pêşî destûrê ji namêstnîkê Kavkazê bixweze.
  • 14. Bona testîqkirina cûrê serkarîkirina kurda ya taybetî, wê baş bûya ku ji niha da du kurdên navdar kivş bikin bona rêvebirina wî karî. Dema ji me ra bêlî bû, ku emê bi kîjan cûreyî serokatî li kurda bikin, wî çaxî emê ji nav kurda du kesan hilbijêrin wek alîkarên serekê kurda. Bona ew karê xwe baş bimeşînin, gerekê di mehê da 100 çêrvonêsa wek meaş bidine wan. Bi texmîna me, çawîş Cefer axa û Ahmed axa ji hemûya zêdetir kêrî wî karî tên. Eşîrên, ku li deverên Surmelîyê û Şarûrê dimînin, dikarin bispêrine Cefer axa, lê ewên, ku li paşalixîya Qersê û devera Serdarabadê dimînin, bispêrine Ahmed axa.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev