Biyaniyên li trênekê – 6

Biyaniyên li trênekê – 6

Fermo, mêze bikin nivîskara Îngilîz çawa bi saya wergera

nivîskarê malpera me Welat Agirî bi kurdîyeke xweş diaxive.

Emê berhema nivîskarê bi tevayî di rûpelên xwe da çap bikin. Îro beşa wê a şeşan bixwînin

 

Patricia Highsmith

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Werger ji: Strangers on a train

 

Gay û dilketiya wî, Anê, li bajarê Meksîkoyê ji xwere derketibûn gerê, herdu evîndar dimeşiyan. Meriv digo qey Anê, bi wî porê xwe ê zer û dêrê xwe ê dirêj î spî, ji zêr hatibû xuliqandin.

”Gay te ji rûyê Mîrîamê dest ji karê xwe ê li Florîdayê kişand ne wilo?” Anê pirsî.

”Belê, qet behs neke, ji wê nefret dikim”

”Divê tu ji benîademan nefret nekî Gay, tu wek zaroka xeber didî”.

Gay ji ber wan gotinên xwe fihêt kir, li ber xwe ket. Anê ew tirsandibû, lewma bi wê rewş û sekna xwe, qet nedişibiya Gay. Jineke tebatî, zengîn, biaqil û serfiraz bû. Lê Gay ne wek wê bû, nedişibiya wê. Car caran bextreşiya xwe difikirî û li gorî wî di jiyana Anê de pirsgirêkek hebûya, ew jî ew bi xwe bû.

Anê bi dê û bavê xwe ve, li Hotêla Rîtzê dima, piştî meşa bi Gay re derbasî hotêla xwe bû.  Sibetirê Gay peyamek ji ciya xwe wergirt;

”Kurê min, pitika Mîrîamê ber çû, dixwaze te bibîne. Nesekine were malê!”

Gay dixwest karê xwe ê li Florîdayê bidomîne, hahanka ji Brîlhard Beg re nameyek nivîsand. Piştî nameyê berê xwe da Hotêla Rîtzê. Li bara hotelê wî û Anê çend qedeh vexwarin;

”Tu diçî Metkalfê Gay?”

”Na, ne niha. Tu zanî ez gelekî kêfxweş im”.

”Ger Mîrîam jî bide dû te û were Florîdayê, tê çi bikî?”

Gay keniya, ”tu were sêr ke, heftek şûn da, van çaxan di navbera min û Mîrîamê de tiştek dîmîne yan na”.

Diya Brûno li odeya xwe ya li otela La Fondê ya li Santafîyê xwe sorav dikir, Brûno jî rûniştibû ciya xwe raçavî dikir.

”Çarlî”, ciya wî got, ”ez midetekê li Kaliforniyayê bim, Xwedê bike tu di wê demê de kertiyekî nekî, hee kurê min ?”

”Na dayê, ka ez ê çi bikim heyran”.

Te digot qey nexweş e, destên wî dihejiyan. Hişê wî li ser fikra kujtinê bû, her diçû wek qeretûyekê li ber çavên wî mezin dibû.

”Divê ez îro sibê Mîrîamê bikujim, heke îro sibê nebe, wê dereng bikeve. Gay li Meksîkoyê ye, ciya min jî diçe Kalîforniyayê, kes li Metkalfê nîn e. Heger Mîrîam hat kuştin, wê Gay bikaribe vegere karê xwe ê li Florîdayê”.

”Hinek pere ji min re lazim bû, kurê min”, diya wî got, ”xwazî bavê te çend quriş ji me re bişanda”.

”Ê ji xêncî şandina çend qurişa ka kêrä çi tê dayê, bila wê jî neşîne, ne hewce ye”.

Ciya wî dêmên wî hildan nav destê xwe, ”lawê min ez ê bêrîya te bikim bi Xwedê”.

Ciya wî derbasî serşokê bû, çavên wî li ser wê bûn, çîpên wê gelekî xweşik bûn, Brûno jî ew begem dikirin.

Dîsa dest pê kir, li ser plana kuştina Mîrîamê fikirî. Tu rêç li pey nedima, wê planeke nuwaze bûya. Brûno dixwest ji vê qetlê zewq bigire. Dibe ku Gay nexwesta bavê wî bikuje, lê êdî nekuşta jî dibû, ne girîng bû. Belkî piştî qetla Mîrîamê, Gay jî bixwesta bavê wî bikujta.

Ji nişkê va, Brûno mehdê xwe tirş kir. Ka wê çawa ji ciya xwe re bigota, na ti car nikaribû jê re bigota. Ne tenê diya wî, ji xeynî Gay nikaribû ji tu qûl û benda re behsa kuştina Mîrîamê û bavê xwe bikira.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev