Cil û bergên kurdî yên netewî xemila koma folklorî ya AZADÎ ye!

Cil û bergên kurdî yên netewî xemila koma folklorî ya AZADÎ ye!

Hunera gelê me ya reqasê amadekaran heyr û hijmekar hîştin

Gulnara Sûlheddîn, mamostaya Zimanê Kurdî

Di çanda her neteweyekê da cilên gelêrî sîmvola serbilindîya miletîyê ye. Û di her çandekê da taybetmendîyên cuda hene. Hilbet, her miletek bi wergirtina xwe va jî tê naskirin. Wek nimûne, taximên Şotlandîyan û yên Yaponîyan naşibine yên tu miletekî din. Di nexş û nîgarên wan kincan da dîroka gel veşartîye.

Cilên kurdî yên gelêrî nîşana çanda me a kevinare ye, herwiha kubarîya gelê me ye. Taybetmendîya wê ya sereke ew e, ku kincên jinan û mêran zêde ji hev ferq nakin. Ew yek nîşana xurtîya ruhê jina kurd e, ku ew herdem jî weke mêran dikare di rojên oxirmên giran da mala xwe, welatê xwe ji destdirêjayên dijmin û neyaran biparêze.

Timtêla kincên kurdî bi gelek salan û zemanan nayê guhastin, pêşîyên me ew ji nifşekê derbazî nivşeke din kirine. Lê her nivşek bi demê ra û bi tesîra erf-edetên welatên Awropayê hinek guhastinan dike nava wergirtina xwe. Hilbet, herêmên cuda xwedî kincên cuda ne, lê bingehê cilên kurdî herdem cûrekî bûye.

Taxim ji qumaşê zexm tê dirûnê, piranî jî di rengê qahweyê an jî gewr da. Lê cilên jinan dikarin rengorengî bin, ku tevaya bedewîya cilan hinkûfî bedewîya jinê be. Ew bi xişir û paxirên bedew va tê xemilandin, laçika sêrî jî pir caran di rengê keskesorê da ne. Pişta xwe bi benekî bi dirêjaya sê, çar mêtran va dipêçin, ku navê wê ”Piştênî” ye û ji qumaşê sivik tê çêkirin.

Cem me cejina kincên miletîyê heye – Roja cil û bergan! Wê rojê mezin û biçûk bi cilên rengorengî va xwe dixemilînin, dikevine govendeke giran ya mînanî Royê bedew. Ew govend jî nîşana hevgirtinê, yekîtîyê ye. Govend rewşa reqasên me yên gelêrî ye.

Roja 6ê kanûnê sala 2019an kurdên ciwan bi cil û bergên gelêrî rabûne ser dika Navbenda çandî ya bajarê Almatîyê li Qazaxistanê û hunera reqasa me ya qedîm û kevinare nîşanî temaşevanan û zaneyên folkora gelêrî kirin, xwedî qîmetekî mezin bûn. Di dilê keç û xortên me da hezkirina rasteqîn heye di hindava welatê xwe da. Û ew hezkirina bi saya hereketê mamostayê folklora kurdî Îbrahîmê Filît Mamedov her diçe geştir û xurttir dibe.

Sipasîyeke taybet ji bo her kesî, xwesma Aledînê Elî ra, ku di pêşketina çanda me ya reqasê da xwedî kedeke bêhempa ye.

Hilbet, mamostaya zimanê kurdî Gulnara Sûlheddîn di karê bilindkirina hunera reqasê ya ciwanên kurd da xwedî emekê mezin e. Lema gotine: Şêr – şêr e, çi jin e, çi mêr e.

  • 74224133_959039441147647_687858374166970368_n
  • 77074395_2519319128313202_1661644141546700800_n
  • 77095161_2386049408325622_3851226479161507840_n
  • 78247094_557054865127207_7319160374496854016_n
  • 78485085_554516561995639_4126475333840928768_n
  • 78623388_2878754605522318_6403314020882841600_n
  • 78732092_746399615867377_2867868496694345728_n
  • 78828746_545184719612141_3786276510537613312_n
  • 78986841_1172077162994918_6589922387024674816_n
  • 79087659_1280400185465481_8211431347680444416_n
  • 80235459_505405740065373_3201194998661906432_n

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev