Kralîçeya Sopranoyê: Pervîn Chakar

Kralîçeya Sopranoyê: Pervîn Chakar

Hevpeyvîneke taybet bo malpera RIATAZA

Mela Mihyedîn

Di operaya cîhanê de Kirsten Flagstad, Maria Callas û Elisabeth Schwarzkopf bi xêtên zêrîn li dîroka operayê navê xwe kolandine. Êdî em dikarin bi serkeftî û bi kêfxweşî navekî din jî li nava van navan zede bikin. Ew nav ji nava axa Kurdistanê derketîyê û wekî heyva çardehşevî li ezmanê operaya diberiqe. Ew kesa navdar û hêja Pervîn Chakar e. Pervîn Chakar, Maria Callasa Kurda ye.

Denge wê wisa nerm û xweş e meriv qet ji guhdarîkirina wê aciz nabe. Dengê wê mîna bayê havînê dilê merivan rehet dike. Muzîka wê wekî çemê biharan dike guşeguş li ber guhên guhdaran. Meriv bi saya xebatên wê cardin bi eşq û kêf guh dide muzîka Kurdî. Bi saya wê muzîk û peyvên Kurdî li qadên navdar yên cîhanê olan dide.

Me pirsên xwe ji cenabê wê kirin û wê jî bersiv dan pirsên me.

Jîyana te bala gelek mirovan dikşîne. Ji tunebûnê ber bi hebûnê ve te gavên xurt avêtin û te jîyana xwe bi neynokên xwe ava kir. Jîyana te jîyanek serkeftî û mînakek bê hempa ye. Tu dikarî ji me re qala jîyana xwe bikî, Pervîn Chakar kî ye?

Ez li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ji dayîk bûm. Bavê min mamoste bû û ji ber karê wî yê mamostetîyê em li çend bajaran gerîyan. Bavê min kesekî kedkar bû û gelekî ji kultura kurdan hez dikir. Helbet ji ber bavê xwe û havînan ji ber çûnûhatina cem dapîr û bapîrên xwe li Dêrikê û Mêrdînê min didît dengbêj hene û ew lê guhdar dikin. Folklor û zargotina kurdan tesîr li min kir di zaroktîyê da. Min ji muzîkê jî hez dikir û min dixwest di warê muzîkê da kar bikim. Min da dû xeyala xwe, dibistana navîn û zankoyên min ên hunerî bûn. Helbet bo hunera operayê jî ez çûm Îtalyayê û 11 salan li Îtalyayê di warê operayê de xebitîm. Huner jî weke zanistê ye û nazik e, divê hunermend hertim bixebite. Ez jî hertim li ser projeyên nû dixebitim û hewl didim karê xwe bi awayê herî baş pêşkêş bikim.

Di vê rê de kîjan mirov û kîjan sazî ji te re bûne alîkar?

Ez bi tena serê xwe û di encama keda xwe da gihîştim vê qonaxê. Gelekî xebitîm li ser muzîkê û operayê. Ez weke rêyekê dibînim kar û xebatên hunerî. Jîyan bi xwe jî rêyek e ji xwe. Mirov hin caran diweste û li hin rawestgehan disekine. Rêya min a operayê jî wisa bû. Li hin rawestgehan sekinîm lê min rê û rêwîtiya xwe domand û hîn jî didomînim. Mixabin sazîyên kurdan hîn negihane wê astê ku alîkarîyê ji hunermendan re bikin. Mixabin sazî û komeleyên kurdan ê hunerî hîn di warê aborî da nikarin debara xwe bikin. Wê çawa alîkarîya hunermendan bikin?!

Dema te li ser operayê biryar da û xwest bibî soprano ji alîyê malbatê û derûdorê ve leqayî çi zehmetîyan hatî? Malbata te û derûdora te niha bi çi çavî li te dinerin, fikrên wan yên pêşîn guherîn an na?

Dema min ew biryar da malbata min gelekî ecêbmayî bû. Wan hêvî dikir piştî min zanîngeh qedand ez ê bibim mamosteya muzîkê di dibistanan de. Di destpêkê da nedixwestin û ditirsîyan. Hemû malbat wisa ne û naxwazin zarokên wan dûrî wan bin. Lê xeyalên min mezin bûn. Min malbata xwe qanih kir û helbet bawerîya wan jî bi min hebû. Wan dizanî ku ez ê di karê xwe da serkeftî bim. Niha jî malbata min ji ber karê min bextewar in. Ez li gelek welatên cihanê derketim ser dikan û min hunera xwe peşkeş dikir. Min gelekî dixwest malbata min jî li min guhdarî bikira û temaşe bikira. Lêbelê derfet tunebûn, piştî ku ez vegeriyam Dîyarbekirê û min konser li Diyarbekirê dan, malbata min li min guhdarî kir. Ez hertim spasîya dayîka xwe dikim ku ez bi kurdî mezin kirim û ez spasîya bavê xwe dikim ku di ber folklora kurdî de gelek kar kirîye.

Di operayê de bêhtir tu di bandora kîjan tenor û sopranoyan de mayî?

Weke soprano tesîrên hunermendên navdar weke, Kirsten Flagstad, Elisabeth Schwarzkopf, Maria Callas, Joan Sutherland, Leontyne Price, Leyla Gencer li ser min çêbûn. Herwiha weke tenor jî ez ji dengên Fritz Wunderlich, Plácido Domingo hez dikim.

Bi çend zimanan dizanî û bi çend zimana operayê îcra dikî?

Kurdîya Kurmancî zimanê dayîka min e. Tirkî, Îtalî, Înglîzî û Almanî dizanim. Bi Îtalî, Almanî, Înglîzî, zarên Kurdiya Soranî, Kurmancî, Dimilkî jî min arya gotine.

Tu pir dixwazî Mem û Zîna Ehmedê Xanî li operayek navnetewî îcra bikî. Ji bo vê yekê te ji xwe re li sponsoran digerîya. Te sponsor peyda kirin? Gelo em ê kengî li Mem û Zînê guhdarî bikin?

Xebatên bo Operaya Mem û Zînê berdewam dikin. Bi şev û roj li ser kar dikim ligel tîmekê. Di demeke nêz de ez ê derbarê operaya Mem û Zînê de mizgînîyekê bidim.

Te kengî biryar da ku stranên kurdî li ser dika operayê vêbejî?

Min di pirsa yekem jî da behs kir. Tesîra zargotina Kurdî, folklora Kurdî li ser min hebû. Ez bi hîkayet, stran, destan û dengbêjên herêma Mêrdîn û Diyarbekirê mezin bûbûm. Piştî perwerdeya akademîk a li Ewropayê û derketina şanoyan li gelek holên mezin li her devera cîhanê, min biryar da ku êdî li xwe vegerim û bi zimanê dayîka xwe jî hunera operayê li ser dikên şanoyên cîhanê peşkêş bikim.

Her çiqasî li cîhanê di qada operayê de te deng vedabe jî di nava civaka xwe de navê te pir nehatibû bihîstîn, lê dema te Ay Dîlberê stra di medya civakî de û di nava civaka xwe de navê te wekî stêrkekê biriqî. Ev strana te gelekî hate ecibandin û bi saya vê stranê gelek kesan navê te bihîst. Wisa texmîn dikim navbera te û klasîkên kurdî baş e. Gelo meriv dikare bi rehetî berhemên Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî li ser dika operayê îcra bike?

Belê, milletê min ez bi strana Ay Dîlberê nas kirim. Ew helbesta Feqiyê Teyran e. Gelek hunermendan ew helbest weke stran gotiye. Min jî bi hunera operayê ew stran pêşkêşî milletê xwe kir. Bertekên êrênî hebûn. Gelek jê hat hezkirin û vê yekê ez şad kirim. Navbera min û edebîyata kurdî baş e. Ji edebîyatê bi taybetî jî ji edebîyata klasîk hez dikim. Shakespeare bo Înglîzan, Goethe bo Almanan, Dante bo Îtaliyan kanon e. Helbestvanên edebîyata klasîk a Kurdî weke Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Nalî jî bo kurdan kanon in. Ewropî bingehên edebîyat, huner, muzîka xwe dispêrin klasîkên xwe. Ji wan berhemên wan berhemên nû diafirînin. Em jî divê vê yekê bikin. Her hunermend, her nivîskar divê li xwe vegere û dîroka hunera xwe, dîroka xwe ya klasîk baş zanibe. Di hunera xwe da ez hewl didim ji berhemên klasîk û folklorê yên kurdî îstîfade bikim. Li gorî min dengbêjî û opera nêzî hev in.

Ji bo guhdarîkirina “Ay Dîlberê”: https://www.youtube.com/watch?v=IgzIwbU_gq8

Di dengbêjî de jî wekî operayê dengê xwe nerm, hişk, kin û dirêj dikin. Di her duyan de jî çîrok hene û her du jî derba xwe li gotinê dixin. Bi te têkilîyek çawa di navbera van her du huneran de heye? Meriv dikare berhemên dengbêjîyê li ser dika operayê îcra bike?

Tiştên hevpar û tiştên ji hev cihê yên dengbêj û operayê hene. Weke vegotina çîrok, hîkayet û destanan ev tiştên hevpar in. Herwiha di warê bikaranîna teknîka deng jî de heta cihekî hin tiştên hevpar di navbera operayê û dengbêjîyê de hene. Dengbêjî tradîsyonek e. Xwe dispêre Homeros. Homeros jî ew huner ji hin dengbêj û çîrokbêjan wergirtîye. Herwiha dengbêjîya kurdan qedîm e. Ji bilî dengbêjên em hemû wan nas dikin, hîn jî li gundên me yên Mêrdînê, Dîyarbekirê, Wanê, Hekarîyê, Şirnexê û bajarên din pîremêr û pîrejinên me yên dengbêj û çîrokbêj hene. Di dengbêjiyê de bi tenê dengbêj distirê û hîkayetê, çîrokê peşkêş dike. Lêbelê di operayê de şano heye. Çîrok tê pêşkêşkirin, orkestra, dekor, berhem, kostum heye, leheng hene, her leheng li ser dike ango şanoyê derdikeve rola xwe peşkêş dike. Weke dengbêjîyê nîn e. Di dengbêjîyê de bi tenê çîrok ji alîyê dengbêj va tê gotin.

Di muzîka kurdî de keyfa te ji kîjan muzîsyenan re tê? Di pêşerojê de gelo tu dixwazî bi kîjan hunermendê kurd/biyanî re xebatan bikî?

Ji hunera Şivan Perwer, Nizamettîn Ariç, Kayhan Kelhor, Şahram Nazerî hez dikim. Dixwazim di siberojê de ligel wan derkevim ser dikê û bistirêm. Di sala 2012an da ez ligel hunermendê navdar Andrea Bocelli derketim ser dikê. Ez dîsan dixwazim ligel wî derkevim ser dikê.

KURTEJÎYAN: PERVÎN CHAKAR – SOPRANO

Hunermenda Kurd Pervîn CHAKAR li Mêrdînê (Dêrîka Çîyayê Mazî ) hatîye dinyayê. Di sala 2003yan Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Gazîyê ya Enqereyê kuta kiriye. Bi Oylun Erdayî re dest bi xebatên xwe yên operayê kirîye. Paşê jî perwerdehîya xwe li Îtalyayê li Accademia d’Arte Liricayê domandîye. Di sala 2008an de ji Konservatuara Dewletê ya Perugîayê di asta “heribaş” de destûrname wergirt. Bi pûanê herî zêde xebatên xwe yên mastirê bi rêveberîya Michela Sburlati bir serî. Hunermendê di gelek pêşbazîyên Operayê yên girîng û bi prestîj de xelat wergirtine. Di sala 2012an de ji Academiè Disque Lyrique ya Fransayê xelata” Orfeo Grand Prix a Zêrîn a Leyla Gencer” wergirt. Paşê, di sala 2012an de ji Weqfa Operayê ya Semîha Berksoyê xelata hunermenda operayê ya jin a herî baş wergirt. Di sala 2013an de jî di 4emîn Xelatên Muzîka Klasîkên Donîzettîyên Andanteyê de wek “Dengê Jinê yê Herî Baş” hat hilbijartin. Berhemên ku pêşkêş kiriye: Carmîna Burana (Mîhrîcana Muzîkê ya Eskîşehîrê, Musîca Rîva Festîval, Teatro Politeama Greco di Lecce), Deîdemîa (Bale û Operaya Dewletê ya Enqereyê) , Rîgoletto (Cesena Teatro A. Bonci, La Spezia Teatro Civico û Musica Riva Festival), Der Rosenkavalier (Lecce Teatro Politeama Greco), Werther (Milano Teatro Rosetum), L’impresario Teatrale (Perugia Teatro Pavone), Hansel und Gretel (Teatro Comunale di Bologna, Teatro Verdi di Trieste, Teatro Sociale di Como, Teatro Grande di Brescia etc.), Maria Stuarda (Teatro La Fenice di Venezia), Lulu (Teatro Alla Scala di Milano û Theater an der Wien), Gloria (Teatro Verdi di Trieste), Messa di Santa Cecilia (36emîn Martina Franca Opea Festival), La Cambiale di Matrimonio (Wexford Opera Festival), Operaya Saygun-Emre (Orkestraya Senfonîya Bîlkentê), La Boheme (TeatroValli di Reggio Emilia), SevilBerberi (Lismore Music Festival, Îrlanda), A Midsummer Night’s Dream û Carmen (Festîvalê Operayê ya Macerata) û Cosî Fan Tutte (Teatro Lirico di Cagliari) ne. Di sala 2014’an de li Teatro Petruzzelli ya Bariyê dê di operayên Sevil Berberi û Magic Flute de cih girt (Teatro Petruzzelli di Bari). Di sala 2015an de li Bilkent Concert Hall de konsera Mahler û Strauss çêkir û di sala 2016an de li Gießen, Augsburg, Gaggenau, Ludwigshafenê konser dan. Di sala 2018an de bi Junge Philharmonie Koeln, Bundeskongress Stuttgart de konser çêkirin. Di sala 2019an de li Berlînê Maxim Gorki Theater, Cemal Reşît Rey Konsert Hall de li Stenbolê û Diyarbekîrê ji bo bîranîna Komîtas Vardapet konser çêkirin.

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev