Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî – 4

Alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî  – 4

Mamostayê zimanê kurdî li Zanîngeha Rouenê (Fransa),

endamê Koma KURMANCÎ ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê birêz Salih Akin

bi daxweza malpera me çend gotarên zimanzanîyê yên zanyarîyê ji me ra şandîye.

Berî çendekê me çend gotarên zanyar çap kirin. Îro em berdewama gotareke wî,

beşa dawî raberî we dikin, bi hêvîya ku zêde dewlemendîya zimanê dayîkê bihesin û zêde jê hez bikin.

 

 

Dr. Salih Akin

Mamostayê Universiteya Rouenê, Fransa

 

(destpêk me berî çendekê çap kiribû)

 

  1. Serketina nedîtî ya alfabeyeke li nefiyê afirandî

 

Alfabeya kurdî ya ku bi vî awayî, di nav komeke pirr piçûk a rewşenbîrên kurd de hate pêşxistin, aya dikaribû di pêvajoyeke dîrokî, civatî û siyasî ya nelibar de, weke ku diviya belav bibûna ? Rewşa Kurdan ewinde xirab bû ku li weletekî weke Sûriyeya di bin hîmaya fransa de jî nedihatin nas kirin. Birêvebirên fransî yên ku di bin zexta dewleta tirkî ya ku bikaranîna giştî ya zimanê kurdî ji 1924ê vir de qedexe kiribû de bûn, bi rastî jî li xebatên koma Hawarê ya ku ji tu piştgiriyeke siyasî yan madî ya Fransa îstifade nedikir, bi çavekî xirab dinêrîn. Bi ser nebûna derûdoreke berfireh a rewşenbîrên kurd de, statuyeke fermî ya zimanê kurdî jî tunebû, hebûna girseyeke bêserûber a Kurdên nexwende ku derfeta wan a latînî hînbûnê pirr kêm bû û parvekirina gelê kurd di nav dewletên cihê de astengên mezin bûn. Di encamê de, têkiliyên komê bi Kurdên Tirkiyê yên ku armanca bingehîn ya alfabeyê bûn re pirr kêm bûn û derfeta komê ya belavkirineke berfireh a alfabeyê jî tunebû.

Ji ber van astengan, mirov şaş dimîne ku dibîne şensê alfabeya nû hebûye, ku bûye navgîna xebatê ya pirraniya xwendeyên kurd ên kurmancîaxêv. Beriya ku di pirraniya weşanên bi kurmancî de bê bikaranîn, alfabe di weşanên demî û berhemên din ên li Sûriyeyê de bikar hat, ku kovarên weke “Ronahî” (1942-1944) û “Roja nû” (1943-1946), li Beyrûdê pê hatin çap kirin. Wê rê li ber afirandineke edebî vekir ku bê rawestan pêşket û xwe weke navgîneke nivîsandinê ya bi tenê li ser zaravayê kurmancî ferz kir. Lê ji xeynî faktorên zimannasiyê, giraniya nifûsa Kurdên Tirkiyê (niha li dor 18 milyonan tê texmîn kirin), ku bi riya alfabeya latînî ya tirkî berî tîpên latînî nasdikirin, diyasporaya bi hêz a kurdî li Ewrûpayê ku bi zimanên bi tîpên latînî dihatin nivîsandin re di têkiliyê de bû, faktorên ku bê guman karîgeriyeke biryardar di serketina alfabeyeke li sirgûnê pêşxistî û belavbûyî de lîstin. 

  1. Guherînên bi sedema projeyên siyasî

 

Hîn ku dema alfabeya koma Hawarê bê guherankarî bi berdewamî bi kar dihat, di şiklê wê yê dawîn ê destpêka belavkirina wê di 1932yê de, versiyoneke din a vê heman alfabeyê di navbera salên 1980 û 1990ê de, di weşanên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) de belav bû. Taybetmendiya serekî ya vê alfabeyê ew e, ku nêzîkî alfabeya latînî ya tirkî ye. PSK weke hemî rêxistinên siyasî yên kurdî li Tirkiyeyê partiyeke qedexekirî ye, ji ber vê jî xebatên xwe bi nehînî didomîne. Vê partiya ku bi pirranî Kurdên Tirkiyeyê li dora xwe kom kiriye, ji bo bername û armancên xwe, bi nehînî belav bike, weşanên weke (kovar, rojname û hwd.) bikar tîne. Lê, berevajiya pirraniya tevgerên kurdî, ku serxwebûna Kurdistanê dixwazin, PSKê demeke dirêj, li Tirkiyeyeke demokratîkirî projeya siyaseteke federalî, li ser bingeha prensîbê cihênebûna Kurd û Tirkan parast. Vê projeyê di versiyona bi guherankariyeke sivik di alfabeyê cih girt, ku ew jî ji ber alfabeya koma Hawarê hate pêş xistin û di weşanên PSKê de hate belav kirin. Bi rêzlêgirtina taybetmendiyên dengnasiyê yên zimanê kurdî û bi tedbîqkirina wan a bi wasiteya alfabeya Hawarê, weşanên nêzîkî PSKê du dengên zimanê kurdî bi tîpên ku di alfabeya latînî ya tirkî de bikar dihatin sembolîze kirin[1]. Bi vî awayî, di van weşanan de dengên i û î bi yên ı û i hatin kodkirin ku di alfabeya tirkî de dihatin bikaranîn. Bi çend cudayiyên ji nêzîk ve, di her du zimanan de jî, her du deng xwedî heman nirxî ne. Weke mînak ev hevoka ku di alfabeya Hawarê de wiha hatiye nivîsandin; “Ez nikarim hin nimuneyan binivisînim”, di weşanên nêzîkî PSKê de bi vî awayî hatiye nivîsîn; “Ez nıkarım hın nımuneyan bınıvısinım”.

Nûkirên koma Hewarê yên ku duçarî pirsa nêzîkbûna du dengan û notkirina wan bûbûn, texmin dikirin ku ‘ı’ya alfabeya tirkî dikare bibe sedema tevlîheviyê, û ji bo wê jî biryar dan ku wê nexin alfabeya nû ya kurdî. Sedema vê yekê jî di jimara 1ê ya kovara Hawarê de hatiye ravekirin, ji bo hêsankirina derbasbûna Kurdan a alfabeya nû ku ew berî alfabeya tirkî ya latînî nas dikin, mirov digihîne hizra ku nûkeran dikaribûn notkirina tirkî ji bo dengên ‘i’ û ‘î’ya kurdî biparasta. Di rastiyê de, taybetmendiya ‘î’ya kurdî ew e, ku ew ji ‘i’ya tirkî hîn dirêjtir e. Aksanê kumik ê ku ji bo vî dengî hatiye bikar anîn ku wî direj bike, her wiha li ser dengên ‘ê’ û ‘û’yê jî xuya dibe û ev jî paradîgmayekê ji bo dengdêrên dirêj pêk tîne. Pratîka di weşanên nêzîkî PSKê de hatiye dîtin, wisa xuya dike ku berî her tiştî girêdayî sedemên siyasî bûye. Ew jî diyar dike ku projeyeke siyasî çawan dikare xwe di tercîhên zimanî de diyar bike.

 

  1. Rewşa niha

 

Gava ku em serketina bi sînor a vê tedbîqata ji çarçoveya derdora PSKê û weşanên nêzîkî wê derneket didin ber çavan, em dibînin ku ji çend salan bi vir de vegerek ber bi alfabeya destpêkê ya Hawarê ve heye. Ji ber vê yekê ye ku danerê PSK, Kemal Burkay, di pirtûka xwe ya berdestî ya hînkirina zimanê kurdî (Dersên zimanê kurdî, 2000, Weşanên Roja nû, 122 r.) de, alfabeya Hawarê bikar aniye. Malper û weşanên tevgera PSKê jî dan ser heman riyê[2].

Halî hazir, alfabeya koma Hawarê bûye yekane referansa bi tenê ji bo hemî berhênana nivîskî ya bi kurmancî. Her wiha Komisyona Kurmancî jî, xebatên xwe li ser bingeha vê alfabeyê belav dike. Ji aliyê din ve, ev alfabe di hemî malperên înternetê yên bi kurmancî de û her wiha di kursên taybetî yên li Tirkiyeyê de bi kar tê ku ji îlona 2003yê bi vir de destûra wan hatiye dayin.

Wêkî din, ev alfabe hin bi hin ji aliyê Kurdên Iraqê ve jî bi kar tê ku ji şerê yekê yê Kendavê bi vir de çî bigre di rewşeke serbixwe de dijîn. Destûra bingehîn a ku di adara 2004ê de, ji aliyê Konseya hikûmeta demî ya iraqî ve hate qebûl kirin, zimanê kurdî û yê erebî weke du zimanên fermî yên Iraqê destnîşan kir û dîsa bi vê Destûrê mafê Kurdan ê sîstemeke federal weke mînaka Swîsreyê hate nas kirin. Du kanalên ezmanî yên kurdî, Kurdistan Tv û Kurdsat, ku weşana xwe bê navber didomînin, di weşanên xwe de ji bo sernivîs û binivîsan her ku diçe bêtir alfabeya Hawarê bikar tînin. Ev yek weke ku ji bo bernameyên bi kurmancî belav dibin ji bo yên bi soranî, zaravayê ku pirraniya Kurdên Iraqê pê diaxivin jî wiha ye. Gava ku mirov girîngiya van medyayan a di warê ragîhandin û belavkirina zanyariyê de bide ber çavan, dikare bi heq texmîn bike ku bikaranîna alfabeya Hawarê, dê ne bi tenê tesîreke pozîtif ji ber bikaranîna xwe bixwe, belê her wiha jî, li ser bingeheke pirr berfireh, li ser pêvajoya yekkirina zaravayên kurdî jî bike.

 

  1. Encam

 

Halî hazir, gotûbêjên li ser lihevanîna alfabeya Hawarê bi xweferzkirinên teknolojiyên nû yên agahdariyê û ragihandinê re berdewam in. Ev gotûbêj li ser guhastina tîpên ç û ş yê bi ch û sh yê re û devjêberdana tîpên bi aksanê kumik in. Armanca vê projeya guhartinê beriya her tiştî ew e, ku bikaranîna kurdî adapteyî înternetê û nameyên elektronîk bike, û xwe ji problemên kodkirinê û diyarbûnê biparêze. Lê bêyî biryareke akademîk a neteweyî ku ji aliyê her kesekî ku bi ziman dibilike ve bê nasîn, mirov dikare bêje ku ev gotûbêj dê bi xwe re tu guhertinên nû nînin. Ji ber vê sedemê, mirov nikare bêje ku alfabeya koma Hawarê, li derveyî xaka kurdî ku lê tê xeberdan hatiye pêş xistin û belav kirin, dikare weke nimûneyeke bê hempa ya plansaziya zimanî ya serketî bê hesibandin.

 

Riataza

 

 [1]Ravekirina radîkal a vê tedbîqatê di berhema bi navê “Çend pırsên alfabeya kurdi” ya Celadet Çeliker de (1996, Weşanên Roja Nû, Stockholm) hatiye kirin, ku ew li şûna tîpên kurdî ‘i’ û ‘î’yê cîbicîkirina ‘ι’ û ‘i’ya tirkî diparêze.

 

[2] Bi taybetî jî rojnameya «Dema Nû» (www.demanu.com.tr) û kovara «Roja Nû» (www.rojanu.org)

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev