MIHÊ XELÎFE (BAVÊ MAMÊ)

MIHÊ XELÎFE (BAVÊ MAMÊ)

Dengbêjê navdar ser mêrxasekî dilorîne…

 

Di vê stirana delal da mêrxasî, folklor, erf-edet, kurmancîyeke xas

û xweş bi hev ra ketine ”govendeke kurmancî”.

 

Nivîs û amadekirin: Mihemed Erzurum
Stran: Resoyê Gopala
Çavkanî: Ahmed Aras, “Serhildana Seyîd û Berazan”

 

Mihê Xelîfe, endamê Serhildana Seyîd û Mala Bişar axayê Berazî, her wisa pismamê Evdilhemîd, Elîcan, Feyzulah, Evdilbaqî, di qefla Elîcan de şerr kiriye.

Mihê piştî şerrê Qazîcelala Xalyazê, di lingê xwe de birîndar dibe. Hevalên wî ew tînin di cîhekî asê de, di şikeftekê da bi cîh dikin, hevalekî xwe li cem wî dihêlin û dîsa berê xwe didin Deşta Mûşê. Paşê jina Mihê diçe, di şikeftê da li mêrê xwe mêze dike. Wê demê li wê hêlê hekîm hebûne. Ew tên lingê Mihê girêdidin, demekê şûn da dewlet pê dihese, diçin Mihê û hevalê wî Baran digirin dibin Qerekilîsê, paşê wan dibin li gundê Birûsko dikûjin.

Ev kilam, dengbêj Reso li ser Mihê gotiye

 

HÊ BIRA…

De hêêêê bira
Dîdarê digo lê lê Têlo rebenê
Felekê îro stuyê min xwar kiriye
Îro çerxê li min lê da
Xwedê xirab bike mala toxtorê Erzurmê
Lingê Bavê Mamê xwar girêda
Heyfa min nayê li afata çiyayê Mûşê, tofana di Avareş da
Rapora bavê min girtin di yekê şevê da
Şandin Qetekosê di firqê da
Kesek tune cewabekê bide Binê Xetê
Berxê mala Ûsivê Seydo
Bavê Sulhedîn
Evdilhemîd şêrê bi gulî
Bigota mala we mîrat bûyo
Xwe bigihînin pêşiyê di wextê da
Bavê Mamê ji we ra piştmêrî ye
Rojê oxirmê giran da
Mîna gamêşekî di herbê da.
Hêêê bira…

Dîdarê digo lê lê Têlo rebenê
Felekê stûyê min xwar kiriyê
Çerxa min lê daye

Îsal çendî û çend sal e
Ez digerim nagerim
Min nedî çerxa vê felekê
Xwedê xirab bike
Mala xelk û însanên vî zemanê xerab
Qeyayê mezin, çiyayê bilind, çilê zivistanê
Kevir sitariyê li mala Bişar û Seydo nakin
Lawo min dizanîbû qedera bavê min jî ji yalê
Xwedê temam bûye
Gemiya bavê min ji êvar da hatiye sekiniye li ber kelekê

Bira di gaziya bavê min da bihata
Berxê mala Ûsibê Seydo bavê Sulhedîn
Ebdilhemîd şêrê bi gulî
Şevgerê şevê
Feyzo birayê biçûk zengilê şer
Ca îro bavê Îpegê
Hêêê bira…

De hêêê bira…
Bira welle tu piştmêrê biran î lo bira
Tu tekê şêran î lo bira
Li dunyayê miletê me xayîn e
Ez çi bikim lo bira..!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev