RÊZİMANA ZİMANEKÎ BİNDEST ÇAWAN TÊ NİVİSÎN?

RÊZİMANA ZİMANEKÎ BİNDEST ÇAWAN TÊ NİVİSÎN?

Mamostayê zimanê kurdî li Zanîngeha Rouenê (Fransa), endamê Koma KURMANCÎ

ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê birêz Salih Akin bi daxweza malpera me

çend gotarên zimanzanîyê yên zanyarîyê ji me ra şandîye.

Berî demekê me çend gotarên zanyar çap kirin.

Îro em gotareke wî a din raberî we dikin,

bi hêvîya ku zêde dewlemendîya zimanê dayîkê bihesin û zêde jê hez bikin.

 

Dr. Salih Akin

Mamostayê Universiteya Rouenê, Fransa

 

Teswîrên rêzimanên zaravayê kurmancî yê zimanê kurdî cihê çavderîyeke balkêş in ji bo nirxandina pratîkên teswîra zimanekî bindest û beyî desteka dezgehî û hikûmetî. Hêjayê gotinê ye ku taybetmendiyên rewşa zimannasî û ya civakî yên zimanê kurdî dest nedan bo teswîreke dezgehî û akademîk a ziman, lewre jî yekemîn teswîr ji berhemên mîsyoner û rojhelatnasan pêk tên. Lê belê, geşbûna tekoşîna neteweyî ya Kurdan piştî Şerê Yekemîn yê Cîhanê bû sedema ku gelekî ronakbîrên Kurd wek ên Bedirxanîyên Bira li Sûriyeya bin mandata Fransayê de, zimanê xwe kirin xwedî yekemîn teswîrên rêzimanî. Îro, gelekî rêziman hene ku hin ji wan ji aliyê sîyasetmedar û mîlîtanên kurd ve hatine nivisîn û armanca wan ev e ku rê û rêbazên zimanê xwe sabît bikin û perwerdeya zimanê xwe hêsantir bikin di rewşekê de ku sîyaseta asîmîlasyonê bandoreke neyînî li Kurdan dike û bikaranîna zimanê wan qelstir dike.

Xalên ku em di vê lêkolînê de dixwazin wan bikolin ji sê beşan pêk tên. Ji aliyekî ve, em ê li lêkolînerên beşdarê teswîrê bûne û armancên wan bikolin, û herwiha cihên ku yekemîn rêziman hatin weşandin binirxînin. Em ê giraniyê bidin ser profîlên rêzimannasan (mîsyoner, rojhelatnas, lêkolîner, mîlîtan, û hvd.) û cihên ku ev rêzimannas lê xebitîn di rewşa guherîner a zimanê kurdî de (Yekîtîya Sovyetan, Iraq, Sûriye, û hvd.). Li aliyê din, em ê çend rêzimanan li gorî norm û modelên hatine bikaranîn binirxînin. Çawan şopa avasaziya pirrzarava û devokên zimanê kurdî di rêzimanan de dîyar dibe ? Bi çî awayî zimanên ku bi kurdî re di temasê de ne wek modela teswîrê hatine bikaranîn ? Di dawîya meqalê de, em ê bala xwe bidin armancên zimannasî û pragmatîk ên rêzimanan.eswîrên rêzimanên zaravayê kurmancî yê zimanê kurdî cihê çavderîyeke balkêş in ji bo nirxandina pratîkên teswîra zimanekî bindest û beyî desteka dezgehî û hikûmetî. Hêjayê gotinê ye ku taybetmendiyên rewşa zimannasî û ya civakî yên zimanê kurdî dest nedan bo teswîreke dezgehî û akademîk a ziman, lewre jî yekemîn teswîr ji berhemên mîsyoner û rojhelatnasan pêk tên. Lê belê, geşbûna tekoşîna neteweyî ya Kurdan piştî Şerê Yekemîn yê Cîhanê bû sedema ku gelekî ronakbîrên Kurd wek ên Bedirxanîyên Bira li Sûriyeya bin mandata Fransayê de, zimanê xwe kirin xwedî yekemîn teswîrên rêzimanî. Îro, gelekî rêziman hene ku hin ji wan ji aliyê sîyasetmedar û mîlîtanên kurd ve hatine nivisîn û armanca wan ev e ku rê û rêbazên zimanê xwe sabît bikin û perwerdeya zimanê xwe hêsantir bikin di rewşekê de ku sîyaseta asîmîlasyonê bandoreke neyînî li Kurdan dike û bikaranîna zimanê wan qelstir dike.

 

  1. Rêziman

Gelekî faktor çarçoveya vê lêkolînê bi zaravayê kurmancî sînor dikin ku li gorî zanîna me hêj nehatine vekolîn. Digel ku ew mezintirîn zaravayê zimanê kurdî ye jî (taqrîben ji aliyê % 65 Kurdan ve tê axavtin), kurmancî di heman demê de zaravayê ku herî kêm hatiye teswîr kirine. Hêjayê gotinê ye ku zaravayê soranî ji sala 1926 û wir ve bû xwedî gelekî rêziman, û hin ji wan bi aweyekî dezgehî, ji aliyê Akedemiya Zanyariya Kurdî ku li Bexdayê bû, hatin afirandin. Nivisîna rêzimanan ji ber sedemên perwerdahîyê destpêkir, ji ber ku zimanê kurdî li Iraqê di sala 1930ê bi aweyekî fermî hate nasîn û di çarçoveya peymana otonomiyê a 1970ê de, hat venasîn û perwerdeya gîştî pê hat dayîn. Lê belê, nebûna perwerdeyê, konteksa temasa zimanan û sîyasetên asîmîlasyonê (Skutnabb-Kangas & Bucak, 1994, Skutnabb-Kangas & Phillipson, 1999) di avasazîya rêzimanî û leksîkî a kurmancî de û her wiha di mekanîzmayên veguhestina wê ya navnifşî de taxrîbên girîng bi xwe re anîn. Ev faktor zaravayê kurmancî û rêzimanên wê dikin babeteke balkêş a lêkolînê bo têgihîştina mekanîzmayên têkel ku di nivisandina rêzimanên zimanekî bindest de diqewimin. Di vê lêkolînê de, beyî tu helwesteke temsîlkarîyê, me hewl da ku em hemû rêzimanên kurmancî yên ku me xwe gîhande wan di korpûsê de cih bigrin. Korpûsa me ji 11 rêzimanan pêk tê ku bi aweyekî kronolojîk hatine dabeşkirin.

 

1- Garzoni Mauricio, 1787, Grammatica e Vocabulario della lingua kurda [Rêziman û ferhengoka zimanê kurdî], Rome, Sacra Congregazione di Propaganda Filde, 288 r.

2- Rhea S. A. Brief Grammar and Vocabulary of the Kurdish Language of the Hakari District [Kurte rêziman û ferhengoka zimanê kurdî yê devera Hakariyê], American Oriental Studies,155 r.

3- SOANE E. B. 1919, Elementary Kurmanji Grammar [Rêzimana bingehîn a Kurmancî], Baghdad, the Government Press, 210r.

4- JARDINE R. F. 1922, Bahdinan Kurmanji. A grammar of the Kurmanji of the Kurds of Mosul division and surrounding districts of Kurdistan [Kurmanciya Bahdinan. Rêzimaneke kurmanciya Kurdên weyaleta Musil û qezayên derdorên Kurdistan], Baghdad, the Government Press, 114 r.

5- Béidar P., 1926, Grammaire kurde [Rêzimana kurdî], Parîs, Geuthner, 77 r.

6- BédirXan C., 1934, Bingehên Gramera Kurmandji, çapa nû: 1994 Nûdem, Stockholm, 94 r.

7- BADILLI K., 1965, Türkçe İzahli Kürtçe Grameri (Kurmançça Lehçesi) [Rêzimana kurdî bi ravekirina tirkî (Zaravayê kurmancî)], Ankara Basım ve Ciltevi, 160 r.

8- BédirXan C. &Lescot R., 1970, Grammaire kurde (Dialecte kurmandji) [Rêzimana kurdî (Zaravayê kurmancî)], Maisonneuve, Paris, 388 r.

9- KURDO K. K. 1978, Grammatika kurdskogo jazyka, na materiale dialektov kurdmanzi i sorani [Rêzimana kemperî ya zaravayên kurmancî û soranî], Nauka, Moscou, 295 r.

10- CIWAN Murad, 1992, Türkçe Açiklamali Kürtçe Dilbilgisi,[Rêzimana kurdî bi ravekirina tirkî], Bölinge, Jina Nû, 224 r.

11- BIÇÛK S. 1997, Rêzimana kurdî (Kurmancî) Weşanên Enstîtûya Kurdî, Berlin, 275 r.

12- TAN S., 2000, Waneyên rezimana kurmancî, Weşanên Welat, Istanbul, 192 r.

 

1.2. Nivîskar 

Ji ber nebûna desgehên neteweyî (ji bilî yên li Kurdistana Iraqê), pirraniya teswîrên rêzimanî bi înîsîyatîfên şexsî hatin meşandin.

Lênêrîneke li rabirdûya nivîskaran dest dide ku em wan li sê gruban belavbikin. Yekemîn grub ji mîsyoneran pêk tê, ku niviskarên rêzimanên ewil in. Duyemîn grub efserên îngilîzî li xwe digre ku di dema Şerê Yekemîn yê Cîhanê de li Kurdistanê bûn. Gruba dawî jî ji mîlîtan û kadroyên doza kurdî pêk tê.

 

1.2.1 Mîsyoner 

Tewsîrên her du grubên pêşî dikarin wek xebateke “rêzimandina ji derve”, ango wek afirandina rêzimana zimanekî li derveyî welatê ku ew lê tê axavtin, zimanekî ne belgekirî û ku rêzimannas nasnakin, bê pejirandin (Auroux, 1992, 28). Mîsyoner nikaribûn ne ji teswîrên berê (ku li gorî me tûne bûn), ne jî ji daneyên nivîskî îstîfade bikin. Di vê derbarê de, rêberê ewropî Maurizio Garzoni (1734-1804) ye, ku Roma ew şand Mîrekiya Bahdînanê, ku li bakûr-rojavayê Musilê dikeve. Di maweya 20 salan de ku ew li Amedîyê dimîne, ew hêmanên rêzimana xwe ya bi navê Grammatica e Vocabolario della lingua kurda [Rêziman û Ferhengoka zimanê kurdî] berhev dike ku li Romayê di sala 1787 de çap dibe. Ev yekemîn berhem heta dawîya sedsala 19ê çavkaniyeke girîng a zimanê kurdî ye. Sedsalek dure, xweşbijeyekî emerîkî (vaîz) bi navê Samuel A. Rhea rêzimanekê dinivisîne. Nivîskar di nav Kurdên Çolemergê de 14 salan dimîne (1851-1865). Pişt re, keşeyekî keldanî, ku bi eslê xwe ji Musilê ye, rêzimaneke bi navê Grammaire kurde [Rêzimana kurdî] li ser devoka Zaxo û Cizîrê di sala 1926ê de derdixe. Nivîskarê vê rêzimanê keşe Paul Béidar cara pêşî di kurmanciyê de bal dikşîne ser zayendê.

 

1.2.2. Efser 

Di Şerê Yekemîn yê Cîhanê de, Brîtanya Mezîn li Rojhelata Navîn e. Ji ber projeyên wê yên dirûvandina sînoran û avakirina dewletên nuh, gelekî efserên brîtanî bi zimanê kurdî re û bi pirranî jî li Iraqê, dixin temasê. Du efser du rêzimanan dinivîsînin. Serdar E. B. Soane (1881-1923) di sala 1902yê de tê Îranê. Wî farisî û kurdî wisa baş hînbibû û dipeyivî ku di Mezopotamya û Kurdistanê de bi dizî, wek misilmanekî kurd, derbas bûbû. Ew gelekî lêkolînan li ser Kurdan dike û yekemîn brîtanî ye ku du rêzimanên kurdî nivisand. Çend sal pişt re, efser û şewirmendê sîyasî R. F. Jardine, ku li Kurdistanê xizmet dike, rêzimana Bahdinan kurmandji [Kurmanciya Bahdînan] diweşîne (Bexda, 1922). Ev rêziman li ser kurmanciya Kurdên Musil û derdora wê ye.

 

1.2.3. Mîlîtanên kurd

Her du grubên pêşî nîşandidin ku lênêrîna derve di yekemîn teswîrên rêzimanî de serdest e. Angajmana gelekî lêkolîner, nivîskar, sîyasetmedar û mîlîtanên kurd wek danîşana girtina ser xwe ya teswîran bi aweyekî kolektîf dîyardibe. Ev veberhênan pîştî parvekirina axa Kurdistanê di navbera Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiyê de, dotira Şerê Yekemîn yê Cîhanê de, diqewime. Di vê peywendiyê de, ramanên Dewlet-Netewe ku Şoreşa Fransî diweşîne, bandoreke xurt li ronakbîr û sîyasetmedarên kurd jî dikin, ku ew di lêkolînên li ser zimanê xwe de derfetên parastina ziman û çanda xwe jî dibînin.

Pêşengê lêkolînên li ser ziman bêguman Mîr Celadet Alî Bedirxan (1893 – 1951) e ku yekemîn rêziman bi kurdî derxist. C. A. Bedirxan bi eslê xwe ji Cêzîra-Botan bû û niviskar, zimannas, rojnamevan çalakvanekî sîyasî bû. Piştî xwendina xwe ya hiqûqê li Stenbolê, xwendina xwe li Munîhê didomîne. Wî gelekî zimanan, weke tirkî, erebî, rûsî, elmanî û fransî dizanibû. Piştî damezirandina dewleta tirk di sala 1923yê de, C. A. Bedirxan ji Tirkiyê derdikeve, û li Sûriyeya di bin mandata fransî de bicîh dibe. Li wê, dest bi reforma alfabeya kurdî dike. Di heman demê de jî, di kovara Hawarê de, bingehên rêzimana kurmancî dinivîsîne. Du efserên fransî, Pierre Rondot û Roger Lescot, alîkariya lêkolînên Bedirxan dikin. R. Lescot çapeke nû ya berfirehkirî ya rêzimanê di sala 1970yê bi fransî derdixe ku îro jî ji bo zaravayê kurmancî wek rêzimaneke referans tê pejirandin.

Herçend yekemîn rêziman li derveyî axa Kurdan, li nefîyê hatibe nivisandin jî, rêvekirina demokratîk a ku li Tirkiyê di salên 1960ê de peyda dibe şêwekî erenî dide lêkolînan. Yekemîn rêzimana ku li Tirkiyê çap dibe encama xebata Kemal Badıllı ye. Badıllı ku bi eslê xwe ji Rihayê ye, hiqûqnas e û de sala 1961ê de wek parlementer hat hilbijartin di Meclîsa Netewîya Tirkiyê de. Statuya wî ya parlementerî ew ji lêpirsînan parast ku weşana rêzimana wî ya di sala 1965ê de dikaribû bibe sedem.

Ev lêkolîn bi weşana rêzimanekê ji aliyê K. K. Kurdo li Moskovayê di sala 1978ê de dom dikin. Kurdo (1909-1985) bi eslê xwe ji Kurdistana bakûr bû û gelekî ferhengên kurdî-rûsî nivisandibûn. Di Şerê Yekemîn yê Cîhanê de, malbata wî xwe dispêre Ermenîstanê. Piştî parastina tezeka doktorayê di sala 1941ê de li ser îdyomên lêkerî di zimanê kurdî de, Kurdo li Zaningeha Lenîngradê (Saint-Petersburg) kadroya profesorîya ziman û edebiyata kurdî bidestdixe. Bi lêkolînên xwe yên li ser ziman û edebiyata kurdî, Kurdo gelekî kurdologan perwerde dike û bi saya wî Yekitiya Sovyetê heta salên 1990ê dibe navenda cîhanî ya lêkolînên kurdî.

Di salên 1990ê de, du rêziman tên çap kirin ji aliyê penaberên ku li Ewropayê dijîn. M. Ciwan rêzimana xwe di sala 1992yê de li Swêdê û S. Biçûk jî di sala 1997ê de li Elmanyayê çap dike. Piştî xwendina xwe ya hiqûqê, M. Ciwan ji darbeya eskeriya 1980ê li Tirkiyê direve û li Swêdê bi cih dibe. Ew demekê dibe berpisyarê rêxisteneke kurdî û îro bi malpera Netkurdê ji bo danasîn û parastina zimanê kurdî têdikoşe. Bi heman aweyî, S Biçûk jî piştî xwendina hiqûqê li Şamê, li Sûriyê di sala 1987ê de, diçe nefiyê û li Elmanyayê dijî. S. Tan rêzimana xwe di sala 2000ê de li Tirkiyê çapkir. Wî serokatiya Enstitûya Kurdî ya Stenbolê kiriye.

 

  1. Zimanên nivîsandinê 

Çawan ku me dît, her pênc rêzimanên pêşî ji aliyê biyanîyan û her şeş rêzimanên dawî jî ji aliyê Kurdan û Fransiyekî ve hatin nivisandin. Mirov dikare beşdarbûna Kurdan di pêvajoya nivisandina rêzimanan de wek danîşana transfera tekoşîna Kurdan bo mafên xwe yên çandîyên di warê zimanê de binirxîne. Gelekî zimanên di nivisandinê de hatin bikaranîn dest didin ku mirov hînbibe bê ka ev rêziman ji bo kê hatine nivisandin. Bi aweyekî gîştî, çawan ku em di rêzimanên Garzoni, Rhea, Béidar û yên efser Soane û Jardine de dibînin, rêziman bi zimanê zikmakî yê nivîskaran re hatine nivisandin. Bo Kurdan du meyl peyda bûn. Hin nivîskarên kurd bi kurmancî dinivisînin, ku zimanê zikmakî yê wan e (Bedirxan, Biçûk, Tan), hin nivîskarên din bi zimanekî biyanî dinivisînin (Badıllı, Kurdo, Ciwan). Ev jî pirranî ew ziman e ku ew bi xwe pê perwerde bûne. Badıllı û Ciwan rêzimana xwe bi tirkî nivisandin, Kurdo ku bi zimanê rûsî perwerde bû, rêzimana xwe bi vî zimanê weşand. Herçend zimanên wek ingilîzî, fransî, îtalî an tirkî xwedî tradîsyoneke dirêj û termsaziya rêzimanî bûn jî, zimanê kurdî ji van bêpar bû, loma jî afirandina vegotinek rêzimanî û termsaziyeke nuh pêwîst bû. Ev vegotin û termsazî gelekî guherînan nîşan didin ku ew bi rewşa temasa zimanan û ramanên civakî û siyasî ve girêdayî ne.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev