Hin kurdên me bi zorê dixwazin HDP’ê bikin partîyeke Kurd û Kurdistanî

Hin kurdên me bi zorê dixwazin HDP’ê bikin partîyeke Kurd û Kurdistanî

Yilmaz Yildiz, sîyasetmedar

 

Belê, pirranîya wan kurd in û kesên welatparêz jî gelek hene, lê mixabin ew jî ketine nav dafik û tofana sîyaseta ji bo Tirkîyêtîyê û ji tirsan dengên wan dernayê.

HDP’ê bi dehên caran gotîye ku ew xwe wek partîyeke Tirkîyê dibînê. Lê ka yê ku bahwer bike?

Dibêjê ez partîyeke Tirkîyê me, her bahwer nakin.

Dibêjê ez dewleta unîter diparêzim, her dîsan bahwer nakin.

Dibêjê ez ji bo welatê hevbeş (ortak vatan) xebatê dikim, dîsan bahwer nakin.

Dibêjê ez li dijî dewleteke netewî me (ulus devlet), lê xelkê me her naxwazin bahwer bikin. Ew di vir de bahsa “ulus devlet”a Tirkan nakin, ji bo tirkan helal dibînin, lê tenê li dijî “ulus devlet”a kurdan e.

Yanî hemi kar û emelê wan zelal û li ber cava ye, lê her dîsan alîgirên wan bahwer nakin û bi zorê dixwazin HDP’ê bikin partîyeke Kurd û Kurdistanî.

Niha jî bi serkêşîya HDP’ê dixwazin yekîtîya kurdan çêkin û Kongreya Netewî a Kurdistanê kom bikin.

Gotinek pêşîyan heye, dibêjin ji yê kor pirs kirin, gotin koro te çi divê, yê kor jî got du çav. Vêca ev jî mesela me ye.

Bêgûman, em hemî dixwazin ku di nav kurdan de yekîtî û tifaqek bê çêkirin û kurd hemû di bin sîwana Kongreyeke Netewî de bên cem hev, lê ji bo kombûna Kongreya Netewî hin şert û merc hene.

Berîya her tiştî Kongreya Netewî ji partîyên netewî pêk tê. Ew partîyên ku xwe netewî dibînin, divê Ala Kurdistanê, serxwebûna Kurdistanê, sirûda netewî û h.w.d. qebul bikin.

Pirsa min jî ev e. Gelo HDP van şertan pêk tînê û van nirxan qebul dikê û bi rastî jî HDP xwe wek partîyeke Kurdistanî û netewî dibînê ku partîyên kurdan pê re Kongreya Netewî pêk bînin? Û ev hewildanên wan çiqasî ji dil û samîmî ne?

Bes e êdî, ma heta kengî emê xwe her wiha bixapînin?

Heta ku HDP ev HDP’ye û heta ku hevserokê wê jî tirkekî wek Sezer Temelli’yê nevîyê Ismet Inönü ye, Kongreya Netewî li gel wan xewn û xeyal e û dem hundakirin e.

Partîyên Kurdistanî dikarin di hin waran de li gel HDP’ê kar bikin, ji ber ku partîyên legal in, ez vê normal dibînim, lê partîyeke ku xwe partîyeke Kurdistanî nebînê, nikarê bikeve nav Kongreya Netewî an jî ji bo vê armancê serkêşîyê bikê.

Ji ber wê ez helwesta PSK û PAK’ê pîroz dibînim.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev