”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 11

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 11

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro berdewama nivîsa ”ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA” ye.

Em îro para wê a sisîyan çap dikin, beşên din emê ji berê va raberî we bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Zera Elî Yûsûpova

ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA -3

 

Wêjeya kurdî.

Hunera gelêrî ya zarkî

 

Zimanê kurdî yê pirzarav û pirdevok bi awayekî kivş tesîra xwe li ser pêşketina nivîsar û wêjeya kurdî kir. Hunera gelêrî ya zarkî (devkî) di wêjeya kurdî da cîyekî mezin digire û rehên wê diçin digihîjin dîroka kurdan a dewrana berî îslamê. ”Wêjeya kurdî,- V. P. Nîkîtîn nivîsîye,- ew berî her tiştî folkora (zargotina) kurdî ye; em di wê da ne tenê mîrata nifşên berî me, aqilmendîya gel peyda dikin; di rojên me da ew hêza xwe winda ne kirîye û bi hêzeke efrandarîyê ya pir xurt va her ro wê dewlemendîya gelêrî nûjen dike û zêde dike”22.

Gelek lêkolîner, ku dewlemendî û taybetmendîya hunera kurdan ya gelêrî, serketina wê ya di hêla berhemdarîyê da didine ber çavan, rola folklora kurdî bilind dinirxînin û wê bi awayekî zanyarî şirove dikin: -gelê, ku di nava tevaya dîroka xwe da tûşî qedexeyên li ser bi awayekî serbest bi zimanê xwe xeberde, bi zimanê dayîkê binivîse, mecbûr bûye piranî bi riya hunera zarkî dewlemendîya gelêrî biparêze, ji nifşekê derbazî nifşek din bike.

Folklora kurdî ya dewlemend hela ji nîveka sedsala XIX bala zanyaran kişandîye. Nimûneyên pêşin yên efrandarîya gelêrî ya gelê kurd em di berhemên rohilatzanên Rûsîyayê yên çapkirî da dibînin, yên ku di dema lêkolînên xwe yên ser zimanê kurdî tekstên folklorî bi kar anîne. Piranîya wan jî qeydên folklorî yên nivîskî yên zanyarên Peterburgê – P. Lerx (1856-1858), A. Jaba (1860)23, herwiha zanyarên alman E. Prima û A. Socin (1887 – 1890) û H. Makash (1900) in, ku nivîsên xwe bo weşandinê şandine Akademîya Zanyarî ya Împeratorîya Rûsîyayê. Em destnîşan bikin, ku ew tenê nivîsên zanyarî yên bi zaravên kurdîya bakur (kurmancî û zazakî) bûn.

Îranzanên Awropayê yên binavûdeng nivîsên pir bi qîmet yên bi zaravên kurdîya başûr di berhemên xwe yên zimanzanîyê da bi kar anîne, wek O. Mann (1909, 1932), A. fon Lekok (1903), R. Lesko (1940 – 1942), M. Mukrî (1951), D. Makkenzî (1962).

Di karê berevkirina nimûmeyên folklorê da zanyarên kurd yên Ermenîstanê (E. Evdal, H. Cindî) kedeke mezin dane, yên ku bi hevalbendên xwe yên ermenî ra tevayî di salên 1930 yên sedsala buhurî da li navçeyên Ermenîstanê yên kurd lê dijîn, çend ekspedîsyon dane derbazkirin bona berevkirin û qeydkirina nimûneyên zargotina kurdî a dewlemend. Di encama wan rêwîtîyan da berhemeke bêhempa ya bi 663 rûpelan hate meydanê – ”Folklora kurmanca” (1936), ku di wê da hemû cûreyên hunera gelêrî yên bi zarkî cî girtine. Xênji wê, ji salên 1961ê heta sala 1980î çar pirtûkên hikyatên kurdî hatine çapkirin, ku H. Cindî berev kiribûn.

Sala 1962an li Moskvayê berevoka ”Stiran-destanên kurdan yên êpîkîyê” çap bû, ku wergera wê a ser zimanê rûsî ji alîyê nivîskarê kurd yê binavûdeng A. Şamîlov (Erebê Şemo.- Not ya redaktor e), kurdzanên Lênîngradê Q. K. Kurdoyev, Î. Î. Sukerman, O. L. Vîlçêvskîy, M. B. Rudenko û helbestvanê kurd X. Mûradov da hatîye pêkanîn. Bi wergera ser zimanê kurdî ra tevayî, di pirtûkê da notayên wan berheman jî hatine çapkirin. Di wê berevokê da nimûneyên stiranên di nav gelê kurd da pir navdar bi cî bûne, wek ”Mem û Zîn”, ”Memê û Eyşê”, ”Sêva Hecî”, ”Xecê û Sîyabend”, ”Kerr û Kulik”, ”Zembîlfiroş”, ” Leylê û Mecnûn”. Ji wan stiranan gelek bûne bingehê berhemên wêjeyî yên helbestvanên kurd yên binavûdeng di sedsalên navîn da.

Bi bawerîya Î. A. Orbelî, stiranên êpîkîyê, ku serpêhatîyên romantîk û mêrxasîyê ne, sertacên bêhempa yên hunera gelêrî ya pir sedsalan e, ku bi dewlemendîya xwe û kûraya naverokê va ketîye nava dil û ruhê gel. Taybetmendî û dereceya wan ya efrandarîyê rê dide me em wana daynin li rex sertacên folklora cihanî yên herî serketî.

Keda zanyarên Rûsîyayê di karê lêkolînkirina efrandarîya kurdan ya gelêrî pir mezin e, berî hemûyan jî keda zanyarên ji Peterburgê, ku xudanên lêkolînên ciddî ne li ser mijarên folklora kurdan yên cuda cuda. Di nava wan lêkolînan da berhemên edebîyetzana binavûdeng M. B. Rudenkoyê cîyekî taybet digirin, ya ku herdem bala xwe dida li ser pirawazîya folklora kurdan a dewlemend û bo wê jî gelek caran seredana navçeyên kurdan yên komarên Ermenîstanê, Azirbêcanê, Gurcistanê û Turkmenistanê kirîye bona wan nimûneyan berev bike û qeyd bike. Sala 1970an kurdzana navdar nimûneyên hikyatên kurdî dane çapkirin, ku wê di dema rêwîtîya xwe ya cem kurdan da berev kiribûn24.

Di berhemê da hikyatên derheqa heywanan, çîrokên efsanewî bi cî bûne. Hema di wan salan da M. B. Rudenko nimûneyên nivatinên (stiranên) kurdan yên şînê (piranî yên êzdîyan) bi wergera ser zimanê rûsî dide çapkirin, dû ra ew ketine nava kitêba wê a ”Stiranên kurdî yên şînê”, ku piştî wefata wê hate çapkirin (M., 1982). Xênji stiranan, ku xudanê berhemê ji zarê kesên kurmancîaxêv ber girtine, di kitêbê da lêkolînên giranbuha hene derheqa mijareke kevinare a şaîyrane, ku qet nehatibê lêkolînkirinê – merasîmên girêdayî defikirina kurdan va. Xudanê berhemê hemû bûyerên bi binaxkirina kurdan va girêdayî tîne ber çavan, wek cûrê girîyê wan, rewşa kesên ku di roja binaxkirinê da şîna rehmetî dikin û h.w.d.25 Di serdazêdekirina dawîya berhemê da nivîsên derheqa merasîmên êzdîyan yên dema şînê da hatine bicîkirinê, ku bi heytehola binaxkirinê va girêdayî ne, herwiha di dawîya kitêbê da navên zarbêjan û navnîşa wan berheman hene, ku derheqa lêkolînên li ser êzdîtîyê ne.

Sala 1972an Ordîxan Celîlov bi birayê xwe Celîlê Celî ra tevayî zêdeyî du hezar gotinên pêşîyan û biwêjan (bi zimanên kurdî û rûsî) çap dike, ku wana ji gel berev kirine. Sala 1975an ewana kitêba ”Folklora kurdî ya dîrokî-stranan” çap dikin. Lê di sala 1978an da – berevoka ducilde ya nimûneyên folklora kurdî, ku ji yên berî wan çapbûyî yên here mezin bûn çap dikin, ku beşa wan a pirê nimûneyên orîgînal in, ku wana di demên cuda-cuda da (di navbera 25 salan da) ji kurdên Ermenîstanê, Gurcistanê, Qazaxistanê, Turkmenistanê û Qirgizistanê berev kiribûn. Di wê kitêba duclide da stiranên nazik, bi kom û yên şînê, herwiha qelîbotk, hikyat, gotinên pêşîyan, biwêj û mamik cî girtine. Ew berhema mezin, ku weke 2300 nimeyên zargotinê tê da cîwar bûne, bû bûyereke kivş di nava kurdzanîya Rûsîyayê da. Sala 1989an Celîlovên bira û xwîşka wan Zîna Celîl berevoka ”Hikyat, efsane û biwêjên kurdî” çap kirin, piranîya tekstên folklorî, ku wana berev kiribûn, cara pêşin bi zimanê rûsî hatine wergerandin. Werger bi şirovekinan û navnîşên tîpologîyê va hatine çapkirin.

Sala 2003an O. Celîlov berhemeke pirrûpelê çap kir, ku tê da zêdeyî pêncsed stiranên dîrokî hene, ku wî di salên cuda cuda da ji komarên Sovyeta berê, herwiha ji Kuristana Sûrîyê û Kurdistana Îraqê berev kirine26. Di berhemê da cara pêşin hewildan têne kirinê li ser stiranên dîrokî lêkolînan bikin, ku xudanê pirtûkê wana pareveyî ser sê beşên sereke dike. Di beşa pêşin da ew stiran cî girtine, ku derheqa bûyerên bo qedera kurdan biryardar cî girtine. Di beşa duduyan da ew stiran in, ku bûyerên herêmî tînine ber çavan. Di beşa sisîyan da stiranên rojane ne. Di hêleke din va jî stiran gorî mijaran hatine kategorîzekirin: stiranên derheqa zordestîyên di hindava êzîdîyan da (bûyerên di salên 20î yên sedsala XIX); bûyerên ku di şerê Rûsîyayê-Tirkîyê (1877 – 1878) da qewimîne; xemgînîyên di hindava şervanan da; derheqa bûyerên Şerê hemcihanê yê pêşin da; derheqa tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê da (di nîveka pêşin a sedsala XX); derheqa serhildana li Kurdistana Îraqê da; derheqa Şerê Wetenîyê yê mezin da; derheqa şerê navxweyî û yên mayîn da. Xênji gotinên stiranan û wergera ser zimanê rûsî di wan da malûmatî hene derheqa dengbêjên27 ku ew kilam stirane û di nav wan da herwiha jin jî hene.

Berevoka zargotina kurdî ya mezin, ku Q. K. Kurdoyev berev kirîye û amade kirîye û di wê da gelek hikyat, gotinên pêşîyan û biwêjên gelêrî hene, sala 1972an ji alîyê Akademîya kurdan a li Bexdayê da bi tîpên erebî hate çapkirin. Nivîsên, ku di vê berhemê da cî girtine, xudanê kitêbê di salên 1935 – 1950 da li Ermenîstanê û Azirbêcanê berev kirine û qeyd kirine. Kurdoyev herwiha di sala 1935an da ji zarê kurdên zaza yên Acarîyayê (komara Gurcistanê) nimûneyên folklorê berev kirine û çap kirine, ku di wan da hikyat, stiran, herwiha gotinên pêşîyan û qelîbotk hene.

Sala 1978an çend karmendên Koma Kurdzanîyê bi serokatîya Q. K. Kurdoyev berevokeke balkêş amade kirin, ku di wê da duwenzdeh varyantên destana binavûdeng ”Mem û Zîn” bi zaravên kurdî yên cuda cuda hene, heft ji wana di demên cihê cihê da bi elfebayên erebî, ermenî, rûsî û latînî derketine, lê pênc hebên dinê di arşîva amadekaran da dihatine parastinê. Ew berhema pir bi qîmet sala 1996an li Swed bi alîkarî û piştgirîya weşanxaneya kovara kurdî ya binavûdeng ”Roja nû” bi tîpên latînî hate weşandinê.

Berhema ji stiranên gelêrî yên ji koleksyona destnivîsan yên ji alîyê A. D. Jaba da berevkirî, ku J. S. Mûsayêlyanê amade kirîye (1985), xwedî qîmetekî bilind e. di wê da stiranên sê mijaran hene. Stiranên nazik, mêrxasîyê û yên bi kom.

Wek ku ji weşanên me li jorê behsa wan kir xuya dibe, ewana nimûneyên zargotinê ne, ku di nav gel da bi zaravên kurdîya bakur – kurmancî û zazakî hatine weşandinê. Nivîsên bi zazakî bi du berevokan va hatine raberkirin, ku ji alîyê du kurdên zaza da li Swed sala 1988an (Koyo Berz) û sala 1992an (Malmîsanij) hatine çapkirin. Yek ji weşanên herî dawî derheqa zargotina kurdan da berhema ”Lîrîka kurdan ya gelêrî” ye, ku sala 2002an ji alîyê kurdzanên Peterburgê da (Q. K. Kurdoyev, J. S. Mûsayêlyan) da hatîye weşandinê. Di wê da nimûneyên bijare yên ji wan stiranên evînî yên nazik cî girtine, ku berê di berevokan da hatibûn çapkirin. Xudanên kitêba ”Lîrîka kurdan ya gelêrî” van awayên stiranan cuda kirine, ku bi rûsî hatine wergerandin: 1) stiranên keçanîyê; 2) stiranên jinan; 3) sitiranên mêranîyê (yên bo keçan hatine gotin); 4) stiranên mêranîyê (yên bo jinan hatine gotin); 5) stiranên hevvegerandinê, ango yên davêjin ber hev (yên xort bi keçê ra); 6) stiranên hevvegerandinê, ango yên davêjin ber hev (yên xort bi jinê ra).

Lêkolînên li ser folklora kurdî ya gelêrî ji alîyê kurdên dervayî welêt (piranî jî ji hêla kurdên Îraqê) da ji nîveka sedsala XX destpê bû. Bi berevkirin û lêkolînên li ser wan va zanyar, nivîskar, rojnamevan û dengbêjên gelêrî yên kurd yên wisa mijûl dibûn û niha jî berdewam mijûl dibin, wek A. Sicadî, Pîremerd, M. Xal, T. Wurdî, M. Şerîf, T. Hewazî, M. Mukrî, M. Kerîm, M. Malmîsanij, N. Emîn, C. Nebez. F. Qazî, R. Gerdî û yên din.

Folklora bi zaravên kurdîya başûr ewqas dewlemend û pirawaz e, çiqas ku bi zaravên bakur, û mijar jî eynî bi wan terzên şayîrane û û çîrokbêjîyê ye, wek ku li hemû perçeyên Kurdistanê da belav e. Îzbata vê yekê, mesele, berhema Z. E. Yûsûpovayê ya bi sernavê “Nivîsên folklorî yên bi zaravên kurdî başûr”28, ku li wir guhdarî hatîye danînê li ser nimûneyên zargotinê yên wisa, ku zimanê deverên cuda cuda yên Kurdistana Başûr (Îraqê) tînine ber çavan. Di berhemê da nimûneyên folklora kurdîya başûr yên wisa, ku cara pêşin bi wergera bi zimanê rûsî çap bûne, bi cî bûne, ku ji berevokên cuda cuda yên li Îraqê çapbûyî hatine bergirtinê, herwiha yên wisa jî, ku berê li tu  cîyan nehatine çapkirin.

Xudanê berhemê ev nivîsên folklorî yên çapbûyî bi kar anîne:

  1. «Riştey Mirwarî» Xişirên cewahir») — berhema sê cilde ya A. Sicadî, ku tê da hikyat, serpêhatîyên balkêş, henek-laqirdî, bawerîyên gelêrî, ku wî ji gel berev kirine, bi cî bûne, (Bexda, 1957–1958).
  2. «Pendî pêşînan» Şêwr û temîyên pêşîyan») — gotinên pêşîyan û biwêj, ku ji alîyê M. Xal da hatine berevkirin. (Bexda, 1957).
  3. «Folklorî honrawekanî kurdî» — berevoka M. Şerîf «Folklora kurdan ya stiranan», ku tê da stiranên bi mijarên cuda cuda, herwiha mesele û mamik (têderxistinok) hene (Kerkuk, 1974).
  4. «Kakolzêrîn u Danmirwarî» Diranzêrîn û dirancewahir») — sê hikyat, ku A. Nûrî dane çapkirin (Bexda, 1965).
  5. «Şewçere» Mêvandarî-pêşwazîkirina şevê») — bûyerên balkêş û hewaskar, ku T. Xwezî berev kirine (1968).
  6. «Melay Meşhûr» Mellayê binavûdeng») — henek-laqirdîyên derheqa Melle Nasreddîn da, ku ji alîyê G. Mukrîyanî da hatine berevkirin (Hewlêr, 1971).

 

Ji van çavkanîyên jorgotî yên li ser lêkolînên efrandarîya gelêrî ya herî dewlemend berevoka folklorzanê kurd yê binavûdeng Mihemed Kerîm Şerîf e, ku di wê da folklora stranbêjîyê – stiranên lîrîkîyê, dawetê, govendê, lûrîkirinê, henek-laqirdîyan, yên zaran, zûgotinok, sitiranên ku ciwan li rasthatinên li bindarûkan, dema nêçîrê, herwiha stiranên şînê, hene. Stiranên ku bi xebatên li deştê va girêdayîne – berevkirina ekin, gîhadirûn, kutana dan, xebata li bêderê û karên din yên bi jîyana gund va girêdayî, wek bi sirsûmê kilana rûn, dotina çêlekan û h.w.d. di beşeke cuda da hatine cîwarkirin. Di berevokê da herwiha gotinên pêşîyan û mesele-metelok û mijareke ku kêm tê naskirin – mamik, ango têderxistinok hatine cîwarkirinê.

Ji xebatên lêkolînerên biyanî kitêba îranzan-kurdzanê binavûdeng Mihemed Mukrî (bi zimanê farisî)29 hêjayî qîmetê herî bilind e. Di wê da nimûneyên folklora kurdî ya stiranan cî girtine, ku wî di sala 1951ê ji zarên binecîyên herêmên Kurdistana Îranê yên cuda cuda berev kirine û qeyd kirine. Piranîya wan helbestên kurt yên evînîyê-lîrîkîyê ne. Em çend nimûneyan bînin:

 

1

Sê ruhber li vê cihanê şevan ranazên,

A pêşin – ew kund e, a duduyan – pêla behrê a gurr e,

A sisîyan, ew kes e, ku dûrî evîndara xwe ye, [yê ku]

Dişibe [wî kesî], ku birê wî mirîye, [û] cegera wî şewitîye.

 

2

Xwezî hersê mehên zivistanê şev bûna, [û wê demê]

Bi çavên xewar di nava maçên evîndarê bûma.

 

3

Bi bejinê va tu ewqas bilind î, navkêlka te zirav,

[Ku heta] siteyrka esmanan xwe da ber sîyê.

 

4

[Ew] xala te a ser lêvan — yek, xala ser gerdenê – dudu

[Û] xala ser wî sîngê te — serê min tam gêj kirin.

(Wergera ji rûsî ya Têmûrê Xelîl)

 

Berhemên din yên di berevokên bi kurdîya başûr çapbûyî da cîwarkirî piranî nimûneyeke zargotina gelêrî – hikyat in, ku mijareke kurdan a herî hizkirî ye. Ew hikyatên civakî-rojane ne, ku bi awayekî rasteqîn taybetmendîyên civakê di demên dîrokê yên cuda cuda da tînine ber çavan, ew hikyatên sêrbazîyê-efsanewî ne, hikyatên derheqa heywanet da ne (bi gelemperî, yên xwezayî ne, ku nêzîkî ruhê merasîmên gelêrî ne).

Di hikyatên kurdî da em motîvên folklorî yên wisa dibînin, ku cem miletên mayîn jî bi berfireyî hene. Ji bo nimûne, naveroka hikyata ”Diranzêrîn û dirancewahir” bûye bingehê berhemeke Pûşkîn a binavûdeng a bi ser navê ”Hikyat derheqa qiral Saltan da”

 

Çavkanî:

 

22) Никитин В. Курды. Пер. с фр. М., 1964. С. 362.

23) Li vir jî mêze bike: Егиазаров С. А. Краткий этнографический очерк курдов Эриванской губернии, с приложением текстов и словаря // Записки Кавказского отдела Императорского русского географического общества. Тифлис, 1891. Вып. 2. Т. 13.

24) Курдские народные сказки / [Запись текстов, перевод, предисл. и примеч. М. Б. Руденко]. М., 1976.

25) Li vir jî mêze bike: Руденко М. Б. Несколько курдских похо-ронных песен из собрания рукописей А. Д. Жабы // Письменные памятники Востока: Историко-фило-логические исследования. Ежегодник. 1973. М., 1979.

26) Джалилов О. Дж. Исторические песни курдов. СПб., 2003.

27) Wek ku çavkanî didin xuyakirin, li Kurdistanê hela di destpêka sedsala XX dibistanên taybet hebûn bona fêrkirina dengbêjên (stiranbêj) gelêrî.

28) Pirsa sereke, ku li ber xudanê kitêbê sekinîye, di wê yekê da bû, ku taybetmendîyên zimanê nivîsên folklorî (yên herêmên cuda cuda) dîyar bike û wana bide ber zimanê nivîskî yê wêjeyî yê wê herêmê.

29) Mukrî M. Goranî ya tiranehay kurdî. Tehran, 1951.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev