Li Ser Ziman û Felsefeyê

Li Ser Ziman û Felsefeyê

Kêmzan Bêwar

 

Ziman ji bo hemî gelan nîşana herî xurt a hebûnê ye. Ji ber vê yekê em dikarin bîbêjin hebûna gelekî bi hebûna bikaranînazimanê wî gelî ya di hemî qadê jiyanê re têkildar e. Em dikarin ziman wekî “alavekî ku di navbera mirovan de hevkirinê çedike” binav bikin. An jî em ziman wekî alavekî ku mirov bi riya wî “hest û ramanê xwe pê radigihînin” diyar dikin. Ji ber ku wisa ye di her kêliya jiyanê de girîngiya zimên derdikeve pêşberî me. Xwe her gel bi ziman, çand, huner û erdnîgariya xwe ve di nava jiyanê de cih digre. Kurd jî bi erdnîgariya xwe, bi çanda xwe, bi hunera xwe û zimanê xwe ve dibe “gel”.

 

Gelên cudatiyên/taybetiyên xwe – yên ku wan ji gelên/netewên din- diyar dikin di serî de xwe dispêrin cudatiya ziman. Dibe ku ew gel/kom xwedî cudadiyên din yên wek kinc, erdnîgarî, tore, sincêkê bin lê ev yek bi tenê nabe sedem ku ew gel/kom doza cudatiyeke serbixwe bikin. Xwe desthilatdar çi dema ku bixwaze dikare bi riya qanûnan guhertina wê civakê bike an jî bi dagirkeriyê – dibe ku xwe rewşeke wisa de bin jî – wê erdnîgariyê bi xwe ve girê bide. Lê ziman bilî wan tiştan xwedî taybetiyeke girîng e. Ti dewlet an jî desthilatdarî nikare di nava çend salan de zimanê gelekî bi zorê, bi riya qanûnan an jî aweyekî din ji holê rake. Ziman bi vê taybetiya xwe heyîna xwe diparêze û dema ziman xwe diparêze ew gel jî wek xwe dimîne. Loma em dikarin bi hêsanî bibêjin ku “…ziman şertê heyînê yê pêşin e”.1

 

Dema me ev yek destnîşankir êdî em dikarin têkiliya ziman û bikaranîna ziman ya di felsefeye de jî diyar bikin. Wekî ku tê zanîn li ser pênasa felsefeyê hevgirtinek/hevkirinek tune lê em dikarin felsefeyê wekî ” ew xebatên ku li ser hebûn, zanîn, berahî, dad, spehîtî, rastî, mêparêzî/ femînîzm, sinc, aqil û ziman” têne kirin binav bikin. Digel vê yekê divê were destnîşankirin ku di “Yewnana Kevnar” de bêjeya felsefeyê wekî “hezkirina zanayî” an jî “gera zanayiyê” dihat bikaranîn. Lê her gelek, civatek, komek, kesek dikare li gorî mercên ku di tê de dijî wateyekê bide felsefeyê. Ger em ji bo xwe bibêjin, em dikarin felsefeyê wekî “bersivdayîn û bersivbûnê” bilêvbikin. Ji ber ku welatê me di nava çend dewletên din de hatiye parvekirin û hemî mafên me ji destê me hatiye standin -mafê felsefe kirinê jî di navê de- loma em dikarin felsefeya ku em dê bikin û dikarin bikin wisa binav bikin.

 

Ger em vegerin li ser ziman û bikaranîna ziman ya di zanistan de divê were gotin di hemî qadên zanistê bi ziman dikarin ji xwe re hebûnekê bibînin/çêbikin an go bi riya ziman hemî zanist xwe rave dikin û pêş ve diçin. Ji bo hemî gelên cîhanê jî ev yek wisa ye. Di nava kurdan de jî divê wisa be. Kurd nikarin bi zimaneke din -bi zimanên serdestên xwe – di zanistan de pêş ve biçin. Divê her beşeke zanistê de em -bi hevrayîya zaravayan- bi kurdî bingehekê deynîn û bi zimanê xwe wan zanistan binasin. Ger em zanistan/zanyariyê ne bi zimanê xwe lê bi zimanên serdestên xwe binasin hingê ya em dikin wê tenê bibe lasayiyek/teqlîdek. Ji bo felsefeyê jî ev yek derbasdar e.

 

Felsefe jî zanisteke ku ji aliyê gelek kesî ve wek bingeha hemî zanistên din tê pejirandin. Mixabin heya niha bi kurdî felsefeyek nehatiye kirin û zimanê kurdî di felsefeyê de pir kêmhatiye bikarananîn. Loma em nikarin qala felsefeya ku li ser bingeha zimanê kurdî hatiye dayîn bikin. (ji bilî çend kesên mîna Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî û h.w.d) Ev yek jî bi rewşa kurdistan û siyaseta ku kurd dikin re girêdayîbû. Berê kurdî derfetek wisa dest nexist, rewşa heyî rê neda ku kurd bi zimanê xwe bikarbînin loma felsefeya kurdî jî li ser zimanê serdestan çû. Ji ber ku felsefe jî siyasetê ve girêdayîbû û di siyasetê de jî kurdî pir kêm di hate bikaranîn kurdî di felsefeyê de jî xwe re cî nedît. Niha rewşa kurdistanê tê guhertin kurd hêdî hêdî mafê xwe yên sirûştî yên ku heya niha wan hatibûn dizîn dest dixin. Bi destxistina wan mafan jî em dê li ser axa xwe li kurdistana xwe cardin şîn bin. Ev berahiyeke/rasteqîneke ku niha vekirî li ber çavê me raxistî yê. Divê em jî li gorî vê yekê tevbigerin û kirinên xwe li gor rewşa ku nû dertê holê deynîn.

 

Gelên ku çanda wan cuda bûn di nava pergaleke ku nû dihate afirandin de hatin pişaftin. Bi sazûmankirineke berovajî zimanê gellek gelan û kêmar/netewan ji holê rabû. Ji ber ku berxwenedan an jî ew derfet nedîtin li ser vê erdnîgariyê koça xwe ya bi êşbar kirin. Êdî ji bo me kurdan ev yek nepêkan e. Lê ger heya niha ev yek nebûbe ew neya vê wateyê ku rewşa em di tê de pir pak e. Ger em bi şiyana zimanê xwe bikarneynin ziman jî wê pêşve neçe. Ji ber ku wisa ye divê di warê zanistî de xebatên tên kirin bi zimanê me -kurdî- be. Dema wisa be em dê bikarin afirîneriya zimanê xwe di warê zanistê de jî bibînin. Hingê baweriya me ya hundirîn jî wê çêbibe. Bi wê baweriyê jî em dê dev ji zimanê serdestan berdin.

 

Felsefe bi wergerê, bi hînbûna dîroka felsefeyê û felsefevanan, bi dubarekirinê nayê kirin û wisa naçe serî jî. Felsefe dikare bi riya ziman têgihîştin û hişmendiyekê ji bo me çêbike. Felsefe bi ramanê, bi hewldana bikaranîna hiş û mêjî, bi afirandina pergal û teoriyên serbixwe tê kirin. Ji bo kirinên wisa jî zimanê me xwedî şiyaneke xurt e. Dema ku em felsefeyê bi zimanê xwe bikin wê hingê hem em dê bêhtir bi hînî felsefeyê bibin hem jî felsefeyê bikeve nava zimanê me û zimanê bi pêş ve biçe. Felsefe riya zanînê ji me re vedike. Ger bi riya felsefeyê zanîn tê û zanîn ew qas girîng e em dikarin hêsanî wisa bibêjin ” … zanîn xwe nasîn e, xwe nasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike”.2

 

Çavkanî: Kovara Felsefevan, Hejmar 01. Rêbendan, Sibat-Adar 2015

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev