Mantiq Al-Tayr (beş: 2)

Mantiq Al-Tayr (beş: 2)

Nivîskarê malpera me berhemeke delal werdigerîne û her carê beşek ji me ra dişîne.

Em bi dilxweşî çap dikin. Fermo, îro beşa duduyan bixwînin!

 

Nivîskar: Ferîduddîn Attar

Werger Mela Mihyedîn

 

Şevek nîvê şevê Sîmûrg li welatê Çînê xûya bû.

Ji çengê wî perikek ket ser rûyê erdê û wê kêlîkê hemû bajarên cîhanê gihaştin hev.

Herkesê ku ew perik dîtî, ilmek jê girt û tiştên bêhempa anîne meydanê. Yên ku neqşên perikê dîtin ji hiş çûn û karên wan timî rast li hev hat.

Ev perik niha li Nîgarîstanê, li welatê Çînê ye. Ji ber vê yekê tê gotin: “Ilm li Çînê be jî herin hîn bin û werin.”

Ew perik nehatibana dîtin, li ser rûyê dinê hewqasî tevlîhevî çênedibû.

Ev hemû tiştên li ser rûyê dinê ji şewqa wî çêbûne.

Kesek nikare wesfê wî bide. Li ser pesindana wesfê wî gotin bê me’na dimînin.

Niha wekî ehlê rê bin û bikevin rê û gavên xwe bavêjin ji bo armanca xwe.

Hemû teyr û tilûrên kaînatê li hemberî gotinên Hudhudî şaş û metilmayî mane sekinandin. Hemûyan xwe li ser gotinên Hudhudî derbasî cîhana manewî bûn.

Bêrikirina cemali rûhê wan dîl girtibû. Her yekî ji wan bê sebir ketibû û li benda wê roja mezin mabûn.

Xwe amade kirin û li pey rêberê xwe ketin rê.

Lê rêya wan dirêj bû û menzîla wan jî pir dûr bû. Gellek kes di vê rê de betilîn û nexweş ketin.

Hemûyan dixwestin ku li welatê xwe vegerin. Her yek bi hêncetên curbecur dihatin cem Hudhudî û lêborînên xwe jê dixwestin ku vegerin welatê xwe.

 

Lêborîna Bulbulî

Bulbul bi halekî serxweş hate hizûrê. Wisa evîndar bû ku ji hişê xwe çûbû. Di navber hebûn û tûnebûnê de bû, di navbera bihuşt û dojehê li arafê asê mabû.

Di her nefsa wî de ma’neyek hebû û di her ma’neyekê de esrarek veşartîbû.

Çend gotin li ser ma’na esrarê vegot û çend şîret ji niklên wî li kaînatê belavbûn.

Got: “Hemû esrarên evînê di ruhê min de hatine komkirin. Her şev noqî deryayên esrara evînê dibim.

Lê yekî wekî Dawid nîn e ku jê re bi evînî Zebûrê bixwînim.

Nalîna neyê ji gotinên min in. Awaza ji çengê tê dîsa ji peyvên min in.

Bexçên gulistanê bi peyvên min coş dibin. Dilên evîndaran bi feryadên min têr û tije dibin.

Herdem esrareke nû vedibêjim. Herdem bi terzek nû zikir dikim.

Yên coşa min dibînin ji ling û pê dikevin. Yê herî bi aqil be jî gava bi min re rindîyê bike ji halê xwe dikeve halekî nû û bi min re serxweş dibe.

Ev demek dirêj e min tu mahrem nedîtîye. Keseke ku rêhevaltîyê bi min re bikî min nedîtîye ji ber vê yekê nikarim sirra dilî eşkera bikim.

Lê dema ku dildara min bi biharê re, bêhna xwe ya miskenberî belav dike dilê min bi wê re xweş û geş dibe.

Gava rûyê wê dibînim û lê dinêrim hemû karên min rast çêdibin.

Lê gava yara min rûyê xwe vedişêre, Bulbulê evîndar dikeve halekî xirab û kêmgotin de.

Ez wisa ketime evîna Gulê ku min xwe wenda kirîye û haya min ji hebûnê tune ye.

Di dilê min de evîna Gulê heye û ev evîn ji min re bes e. Ez tenê Gulê dixwazim, tiştên din li ber çavên min reş in.

Taqeta min têra çûyîna rêya Sîmûrgê nake. Ji Bulbul re Gulek bes e.

Nikarim dev ji evîna Gulê berdim. Nikarim berê xwe ji wan lêvên rengsor bizîvirênim.”

 

Bersiva Hudhudî

Hudhudî got: “Ey yê ku ketîye pey suretekê û li wir maye. Ji vir û pê de newe. Ji ber evîna Gulekê hewqas nazan neke.

Evîna Gulê te avet nav strîyan, ji êş û janan pê ve tiştek neda te. Te ji karê te û rêya te dûr xist.

Kesên kamil guh nadin evîna beşer û li rûyê wê jî nanêrin.

Kenîna rûyê Gulê tesîr li te kirîye û tu şev û roj ji feryada Gulê nalenal î.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mela Mihyedîn

Zaroktîya wî di nav ‘erûz û berhemên klasîk de derbas dibe. Ji bo ilm berê xwe dide Hezex, Batman û Stenbolê. Herî dawî li Amedê xwendina xwe temam dike û îcazeta xwe ya beşa Mamosetîya Zanistên Civakî werdigire. Demeke dirêj li Amedê dersdariya Ziman û Wêjeya Kurdî dike. Nivîsên wî di kovarên “Nûbihar” û “Wêje û Rexneyê” de derketine.

Qeydên dişibine hev