Berhemên kurdzanên me – 206

Berhemên kurdzanên me – 206

Me di 205 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê ”Dokûmêntên di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a daraberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir çend beşan. Beşa pêşin em îro çap dikin. Beşên din emê di paşdemê da biweşînin. 

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Dokûmêntên

di dema şerê Rûsîyayê-Tirkîyê yê di salên 1877-1878a da -1

 

Serdazêdekirina hejmara 22a

 

Bergirtina (kopîya) ji nameya konsûlê Erzurumê ya ser navê baylozê me yê li Konstantînopolê, ya 17ê hezîranê, sala 1875a, ya hejmara 118a.

 

(Ji belgeyên arşîva Barêgeha Eskerî ya Herêma Kavkazê)

 

Maqûlê mezin, ez dixwezim we agahdar bikim, ku Ahmed Muxtar paşa temamîya guhdarîya xwe danîye li ser Dêrsimê. Kurdên Dêrsimê, ku heta niha xwe serbest hesibandine, tu cara bac ne dane dewletê. Dema ez ne li wan dera bûm, mişîrê Erzurumê ketîye Dêrsimê û bi pelepistûkî û fêlbazîyên xwe va di nav kurdên wira da perçebûn çê kirîye û kirîye du beşên dijminên hev. Û ji wan beşan yek hewara xwe li hukumetê daxistîye, ku wana biparêze û bi hêvî ye, ku hukumetê ser da jî wana xelat bike. Wan hemû serekên kurda gazî mehkema Erzurumê kirin, ku li ser wan şikyat hene, û ji wan yên berbiçev diketin jî, evên han bûn: qaymeqamê Dêrsimê – Gullebî û qaymeqamê Kozûcanê – Huseyn beg. Ez bi xwe wan ra bûme nas. Muteserîfê Erzîncanê, Şefîq paşayê fêlbaz jî hatîye Erzurumê û tewlebazîya dide xwe. Tiştekî nêzîkî aqilan e û dikeve serîya, ku vê carê tirk wê zora Dêrsimê bibin.

 

Eynî tişt ya 30ê tîrmehê, sala 1875a, ya hejmara 145a

 

Ez wek serdazêdekirina nameya xwe ya 17ê tîrmehê ya hejmara 118a, dixwezim we agahdar bikim, ku li Dêrsimê destbi serhildaneke bi xwîn bûye. Ew kurdê bi nav û deng – qaymeqamê Dêrsimê Huseyn beg, ku min derheqa wî da di nameya xwe ya berî vê da ji we ra qal kiribû, û hemû merivên wî (ji sî kesa zêdetir) ji alîyê komikeke hukumetê da hatine xezakirinê. Ez bawer nakim, ku ev serketina hindava kurdên Dêrsimê da wê bi dilê dagîrkarê Erebistanê be.

 

Eynî tişt ya 27ê çirîya paşin, sala 1875a, ya hejmara 173a

 

Îzmayîl paşayê kurd dema welîyê Dîyarbekirê bû, çend cara berê xwe daye çiya û kurdên Exilê, Axcekendê, Botanê, Cizîrê û cîyên mayîn milahîm kirîye û bi hukumê xwe va Dêrsim jî ser demeke kurt di nav tirs û sawê da hîştibû. Ewî ew kurd mecbûr kirin baca bidine dewletê û bilî wê, van axirîya jî usa kir, ku begekî Dêrsimê yê herî bi nav û deng bê alîyê hukumetê. Ewî bi hedya û sozdayîna usa kir, ku ew begê kurda bê rayê û qulixî Tirkîyê bike û ser da jî jê îmze sitend, ku wê di karê aminaya hindava hukumeta tirka da her tiştî bike, ku kurdên bin hukumê wî da jî xwe li xeta hukumetê bigrin.

Hema ku ew beg vegerîya Dêrsimê û daxaza Îzmayîl paşa ji wan ra got, hemû kurd rabûne himberî wî, wî û zarokên wî kuştin û berê xwe dane Xozatê. Qaymeqamekî tirka tê Xozatê ne bona serkarîyê li wê herêmê bike, lê bona dîna xwe bide kar û barên kurda. Kurda ew jî kuştin û destpê kirin tivdîra şêr dîtin. Ew di meha tebaxê da bû.

Îzmayîl axa ji kar avêtin û ew kurdên, ku ji navê wî tenê saw dikişandin, vê carê tevlihevîyên usa çê kirin, ku hukumetê kirine nava astengîyekê da. Dibêjin, ku kurdên Zaxo, Cizîrê û Amedîyê ji çiya daketine û çend gund kavil û wêran kirine. Gelo ew yek çiqasî rast e, ewê ji wê nameyê xuya bibe, ku ez li bendê me ji Mûsilê bistînim. Ez van malûmatîyan digihînime we û usa bawer im, ku bingehên van behsan hene û ew ji rastîyê ne dûr in. Dawîyê dixwezim ji we ra bêjim, ku niha kurdên Dêrsimê qefle-qefle têne Erxînê, Erxewanê, Divrîkê û warên nêzîkî wan û de’w ji binecîya dikin, ku bacên sala par û yên 10-15 salên derbazbûyî bidin û serokatîya wan deran jî himberî van zordestîyan tu tişt nake, an jî nikare bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev