Pirsa we û bersîva me – 156

Pirsa we û bersîva me – 156

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku ji redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we dide.

Vê carê Nura Şane bi alîkarîya redaksyona malperê bersîva pirsa malbeta Mikdatê Huseyn da. Ji ber ku pirs derheqa ”Ol û Bawermendîyên li Kurdistanê” ye, emê her carê behsa olekê bikin. Îro beşa derheqa dînê Mûsawî da bixwînin.

 

Pirsa malbeta Mikdatê Huseyn û bersîva Nura Şane

 

 

Pirs: Em zanin ku li Kurdistanê di hêla ol û bawermendîyan da pirrengîyek heye. Gelo hûn dikarin behsa wana bikin?

 

Bersiv: Me bersîva pirsa we di pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” da dît. Ev pirtûka delal şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye. Ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

 

 

Dînê Mûsawî (Mûsayî)

 

Wextê peydabûna olkên cihûyan yên pêşin li Mesopotamîya Jorîn di tarîyê da ne, ango ne bêlî ye. Gorî bawerîyên kurdên cihû, ew berî zêdeyî 3500 salan li wir bi cî bûne. Ev beşa miletê kevinare, ku li Mesopotamîyayê û li ser axên rex wê bi cî bûye, di encama çend koçberîyên bi destî zorê qewimîne. 

Cihûyên Kurdistanê – ji zureta wan cihûyan in, ku di sedsala VIII ya Berî Zayînê aşûrîyên ku zora wana hatibû birinê, ew ji Samarîyê raqendandiibûn, sirgûn kiribûn. Pêla duduyan ya penaberîyê bi desthilatdarîya qiralê Babîlonê Nebukadnezarê II va girêdayî ye. Di sala 586an ya Berî Zayînê ewî Quds hilweşand û niştecîyên wê dîl girt. Piştî çend dehsalîyan Babîlon bi xwe jî ji alîyê Ahemenîdan da hate zevtkirin, piştî wê cihû li ser tevaya axa Qiralîyeta Ahemenîdîyan hatine belakirin. Beşeke penaberan hatine ser axa Kurdistana niha. Rast e, malûmatîyên arkêologîyê ku vê înformasyonê testîq bikin tunene, lê derheqa dîyarbûna cihûyan li çiyayên Kavkazê da nivîsên li ser axa bajarên yûnanan-sfîksan îzbat in. Mihacirîyeke din a mezin a cihûyan li ser axa Sûrîyê û Mesopotamîyayê ji alîyê Împêratorê Romayê Tît di sala 70î ya Berzî Zayînê da zevtkirina Felestînê va girêdayî ye.

Di dewrana Parthi û Sasanîyan da (ji sedsala III Berî Zayînê heta sedsala VII a dewrana me) olka cihûyan ya here mezin li Mesopotamîyayê – li rohilata Dicleyê, di navbera bajarên Nehardeyê li bakur û Sûrê li başûr bi cî bû. Dirêjaya wê axê ji bakur heta başûr weke 22 persengan (124 kîlometre) bû. Navbendên desthilatdarîyê yên cihûyên Babîlonê li Nehardeyê, ku tam bajarekî cihûyan bû, li Peroz-Şapûrê, Pumbadîtê, Sûrê û li Mahozê (Selevkîyê) bûn. Olkên cihûyan herwiha li Mîdîya kevinare û li Îrana merkezî hebûn. Serokê diyasporaya cihûyan êksîlarx (exilarch) bû (Reş-galuta) ji binemala qiral Dawud bû. Olk bi awayekî fermî ji alîyê desthilatdarê Sasanîyan şahinşah da hate naskirinê û otonomîyeke sînorkirî bi dest xist, ew bi qanûn û tradîsyonên xwe va dijît. Erkê serekê diyasporayê ew bû, ku bacan berev bike û hakiman kivş bike. Di rastîyê da êksîlarx helwestgerê tacê Farizistanê bû. Padîşah bi xwe êksîlarx kivş ne dikir, tenê hilbijartina wî testîq dikir.

Malûmatîyên pêşin derheqa olkên cihûyan li Kurdistanê di dewrana musulmanîyê da di berhema cihûyê ji Îspanîyayê Bênyamînê ji Tûdelê xuya dibe, yê ku di salên 60î yên sedsala XII seredana Felestînê kir. Ji wira ew bi riya Şamê û Helebê xwe li riya Nîsîbînê (Nisêbîna îroyîn li Tirkîyê) girt, ew li ser bejayê gihîşte heta Cizîrê, bi riya herikîna Dicleyê berê xwe da Mûsilê. Bênyamîn di bîranînên xwe yên rêwîtîyê da dinivîse, ku li ber kenarê çemê Ferat kinîşta (synagogue) pêxember Ezekiel heye. Wisa xuya ye, ku firsenda wî rêwîyî tunebûye seredana Kurdistana çiyayî bike û, dema behsa bi sedan diyasporayên cihûyan dike, ku li ser axeke mezin, heta digihîje sînorên Mîdîyayê diman, hêvîya xwe danîbû ser gotinên sohbetvanên xwe ku zêde bawerî bi wan nayê kirinê.

Di nivîsên Benyamîn yên ji Tudelê tiştên balkêştir hene, ji ber ku di wan da malûmatî hene di derbarê tevgera Messianan ya bi serokatîya Davêde Alroy da (ji erebî David ar-Ruhî). Navê tam yê wî karmendî – Menahem ben Solomon e. Ew niştecîyê Amedîyê bû, ku dîreka mîratgirê binemala kurdan ya binavûdeng e. Menahem ben Solomon, ku ji encama êrîşên xaçgiran li ser cihûyan zendegirtî mabû, navê David li xwe kir û xwe îlan kir wek qiralê Îsraêlê. Sala 1121ê wî serokatî li tevgera netewî kir, ku ne tenê kesên bawermendên dînê wî yên der û doran tevî wê bûn, lê herwiha ji diyasporayên cihûyan ku li ser tevaya axa Kurdistaanê belavbûyî dijîtin, herwiha ji warên Îranê, wek Ûrmîyê, Selmasê, Tewrêzê û Mereguyê. Di dema tevgera bo rizgarkirina Qudsê eşîretên kurdên êzdî jî tevî serhildêran bûn. Tevgera ewqasî xurt desthilatdarîya ereban nerehet kir û di sala 1135an da bi fermana Xelîfê Ebbasîyan David Alroy li çiyayên Kurdistanê hate kuştin.

Hevalbendê Benyamînê Tudel, ku bi temenê xwe va jê biçûktir bû, Petahya yê ji Ratisboniayê ji bakur – ser Rûsîyayê, Qrîmê û Ermenîstanê ra hate Kurdistanê. Petahya ji Ermenîstanê berê xwe da Nîsîbînê, ji wira jî – Hesenkeyfê, bi riya herikîna çemê Dicleyê xwe gîhande Mûsilê. Ew dinivîse, ku heta li herêmên Kurdistanê yên çiyayî jî olkên cihûyan hene.

Di wan salan da jimara niştecîyên bajaran yên Mesopotamîya Jorîn bi kîsî hatina penaberên cihû, ku ji dest şerê ku xaçgiran tevrakiribû revîbûn, êpêceyî zêde bû. Jimara penaberên li Mûsilê, gorî malûmatîyên Benyamînê ji Tudelê, dikir heft hezar kes, lê bi hesabên Petahya yê ji Ratisbonnayê – şeş hezar. Jimara niştecîyên Nîsîbînê bi hezar kesan va zêde bû; li bajêr sê kinîşteyên ku kar dikirin hebûn. Li devera Cizîrê jimara niştecîyan bi çar hezar kesan va zêde bû.

Derheqa diyasporayên cihûyan li herêmên kurdan di sedsala XVI da helbestvanê cihû ji Yemenê Yehya az-Zahîrî (navê wî yê esilî – Abner ha-Temanî ye) jî nivîsîye û behsa rêwîtîya xwe ya li bajarên kurdan Kerkukê û Erbîlê, herwiha çûyîna xwe ser mezelê, pêxember Danîîl û Îon dike, ku nêzîkî Mûsilê ye, herwiha çûye warên heca bona cihûyan û musulmanan. Di dema padşatîya Şahê Îranê Ebbasê I (1588 – 1629) Xalo-xanê (1590 – 1616) hukumdarê Mîrîtîya Erdelanê, ku bo avadankirin û şênkirina paytextê Mîrîtîyê pir ciddî bû, bona geşkirina tucarîyê cihûyên Îsfahanê teglîf kir cîguhastî Senendecê bin. Diyasporaya cihûyan, ku bo pêşketina bajêr û herêmê bi giştî gelek karên bêhempa kir, li Kurdistana Îranê bû olka here berbiçav û gulvedayî.

Çend diyasporayên cihûyan li Kurdistanê di sedsalên Navîn da bi musewîyên Qudsê û Felestînê ra di nava pêwendîyan da bûn. Mîsyonerên ku hatibûne Kurdistanê, bo alîkarîkirina cihûyên Felestînê pere berev dikirin û bo çareserkirina nerazîbûnan û nelihevîyan, herwiha pirsgirêkên din, dadwerî dikirin. Bi bawerîya lêkolîneran, mayîna diyasporaya cihûyan li ser axa Kurdistanê ser demeke ewqas dirêj bi wê yekê va tê şirovekirin, ku niştecîyên kurd di hindava wan da dilovan û berbihêr bûne. Cihûyên Kurdistanê dikaribûn çêkirina kenîşteyên xwe berdewam bikirana û mafê xwe yê rahîbîyê biparastana1. Rabîyê rêwîtî dikir, ku sala 1824an seredana Mesopotamîyayê kir bona dû ”deh eşîretên Îsraêlê yên windabûyî” bigere, behsa 21 warên cihûyan yên li Kurdistana Osmanîyê û 13 warên wan yên li Kurdistana Farizistanê dike. Ew behsa goristana pêxember Naum Elkoseyanin, kenişta kevinare li Dîyarbekirê, ku li wir destxetên heyştsed sal berê nivîsî têne parastin, herwiha behsa kenişta li Zaxoyê dike. Du keniştên li Amedîyê – yek bo hurmeta pêxember Ezekiel, ku bi plana qubeya Qudsê hatîye çêkirin, ya din bo hurmeta şîretkar Ezdra – heta çûyîna cihûyan li ser axa Pîroz di salên 1950î kar dikirin.

Zimanê rojane yê cihûyên li Kurdistanê, weke ku zimanê cînarên wan – aşûrîyên xaçparêz, yek ji zaravên zimanê aramî ye. Em wê jî destnîşan bikin, ku li her warekî ew zarav xwedî taybetmendîyên cuda ne. Di destpêka dewrana xaçparêzîyê da îbranî êdî ne zimanê cihûyên Rohilata Nêzîk bû, lê wek berê ma zimanê Nivîsa Pîroz, ruhanîyê û qanûndarîyê. Piştî îbranî bona cihûyan aramî bû zimanê pîroz, ku bi wî zimanî piranîya edebîyeta telmudî û rahîbî hate çapkirin. Îbranî di ebabetîyan da hate bikaranîn, ku li kinîşteyan pêk dihatin, lê zimanê aramî dihate bikaranîn bona fêrkirina ebabetîyan li dibistanan, zanîngehan, herwiha dema erefatên ruhanî yên din.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev