Biyaniyên li trênekê – 7

Biyaniyên li trênekê – 7

 Fermo, mêze bikin nivîskara Îngilîz çawa bi saya wergera

nivîskarê malpera me Welat Agirî bi kurdîyeke xweş diaxive.

Emê berhema nivîskarê bi tevayî di rûpelên xwe da çap bikin.

 Îro beşa wê a heftan bixwînin.

 

Patricia Highsmith

Wergera ji îngilizî: Welat Agirî

Werger ji: Strangers on a train

 

Roj roja yekşemê bû, lêbelê nedihate bîra Brûno ka çi roj bû. Yê wê rojê biçûya Metkalfê, siet ji heyşta deh derbas dibû, hê zû bû, gelek wextê wî hebû. Şewişî bû, serxweşîya şevê din hê jî derbas nebûbû, dixwest êdî ser xwe de were. Di defterekê de, derheq Mîrîamê de malûmat berhev kiribûn û hin not ji wan nivîsaran dixwend. Hêdîka ji nav cî û nivînan derket, bi baldarî di nav odê de çû hat. Tek tiştek hebû, ku wî kêfxweş bike :

  • Min divê îçkiyek.

Li rex îstasyonê barek hebû, Brûno bo kirrîna şûşeyek wîskî derbasî barê bû.

  • ”Brûno”, yekî got. Ew Wîlsin û hevalên wî bûn. Ew jî sermest bûn.
  • ”Merheba Wîlsin”, Brûno got. ”Wextê min tune ez xeberdim, divê ez xwe ji trênê re bighînim”.
  • ”Xêr e, tu bi ku de diçî ?”
  • ”Ez diçim Tûlsa yê, ez ê serîkî bidim çend hevalan”.

Lê Wîlsin guhê xwe nedabû ser gotinên Brûno;

  • Ev heval Co ye û ev jî…
  • ”Divê ez bi rê kevim”, Brûno got, ”bi xatirê we”.

Brûno zûzûka li trênê siwar bû, gelo Wîlsin û hevalên wî pê derxistin ka trên bi ku de diçe? Na pê dernexistibûn. Trênê hereket kir û Brûno jî beriya plana kuştina Mîrîamê pêk bîne, di trênê de çavên xwe girt û kete xewê.

Dema ji xewê hişyar bû, beşera wî baştir dixuya. Ser hişê xwe de hatibû, kêfxweş xuya dikir, lê birçî bûbû. Piştî firavîneke xweş, dîsa dest bi xwendina notên derheq Mîrîamê de kir. Ew jineke çawa bû ? Yeke por reş, piçekî kok û duhalî bû.

  • ”Jineke pîs”, Brûno fikirî. Brûno ji wê nefret dikir ;
  • Gay wê bêyî dilêkeke wisa çiqas serfiraz be. Rashatina min û Gay gelekî baş bû. Hevalekî min heye û bi wî hevalî wate û maneyeke jiyana min jî heye. Brûno got, ez ê ji bo Gay hertiştî bikim.

Wextê trên gihîşt Metkalfê, Brûno deftera xwe ya têlefûn û adrêsan vekir, çavê xwe li navê Mîrîamê gerand. Paşnavê Mîrîamê Joys bû û ew jinik bi malbata xwe re dima. Di defterê de paşnavê heft kesan Joys bû, ku yek ji wana jî wek -Xanim M. Joys- hatibû nivîsandin. Dibe ku ew ciya Mîrîamê be û navê wê jî Mîrîam be ?

Brûno texsîyek girt, berê xwe da adrêsa -1253 kolana Magnoliya- yê û di siet neha de xwe gîhande ber derê malê. Tax taxeke varoş û feqîran bû, ku meriv dikare bêje ew der li gorî kesekê wek Mîrîamê bû. Darek li nêzkê malê hebû, Brûno çû li ber darê sekinî. Piştî demeke dirêj, du mêr bi jinekê re ji malê derketin. Jineke porsor û qelew bû. Porê zilamekî jî sor bû, gelo ew birê wê bû ? Li erebekê siyarbûn û ji wira dûr ketin.

Brûno jî bi lez û bez xwe bi texsîyekê re gîhand. Tu car ji bazdanê hez nedikir, jê zil diçû.

Xwe avête texsîyê, bi qêrîn ;

  • ”De bajo keko de bajo”, got. Ereba din li pêşiya wan bû, ”milê rastê keko, vegere milê rastê”.
  • ”Tu bi kîjan yalî diçî”, şofêr pirsî. ”Ka bêje dibe ku ez wê adrêsê zanibim”.
  • ”Ew li te nemaye, huş be û bajo”, Brûno gotê.

Şofêr aciz bû, serê xwe hejand, lê Brûno kîjan alî xwest, wî jî wî alî ajot. Çûn çûn û di dawiyê de, erebe li ber lewheyeke mezin a rewneqdar sekinî, ku li ser lewheyê CIYÊ ŞAHIYÊ Ê GOLA METKALFÊ. Dengê muzîkê, şewqa lampeyan û hirehira milet û parqeke gelekî xweş. Brûno vebişirî, ev jê re gelekî baş lê hatibû.

Ew jî kete parqê, da pey jinik û hevalên wê. Gelo ew jinik Mîrîam bû? Jinik gelekî kok bû, pore wê jî sor bû. Brûno ferq kir, ku gorê jinikê jî solên wê jî sor in. Nexweşik e! lê ev jinik ducanî nîn e. Ji zilaman yekî got:

  • Mîrîam tu qeşaşîr dixwazî?
  • ”Erê ça naxwazim”, wê got. Ew Mîrîam bû.
  • ”Li ser vê rûbarê dinê deh deqê te maye, tu wê qeşaşîrê têxe devê xwe, tê bibinî dêlikê”, Brûno di ber xwe de got.

Hire hira Mîrîam û hevalên wê bûn dikeniyan, ji wî serê parqê diçûn wî serî, digeriyan. Mîrîamê destê birayê xwe girt, paşê destê zilamê din jî girt, maçek da zilam. Îmana Brûno ji sûretên wê ên nermik û kenê wê yê evsene diçû. Wê jinikê çi dikir, ka çi re ew zilam paç dikirin?

Wana ji xwe re qeyîkek girtin, xwe berdan ser ava gola Metkalfê. Brûno jî qeyîkeke din kirê kir, da dû wan. Girava bi dar û daristan bê deng bû, êdî tarî ketibû erdê. Milet bona maç û hevşabûnê tê vê giravê, ev jinika han çima bi du zilama re derketiye hatiye?

  • ”De em li vê derê ji xwe re rûnên”, yekî ji wan zilaman got. ”Ez ê vê jêra han ciyekî bigerim”. Zilamê din jî pê re çû.

Êvar bû, Brûno siya Mîrîamê li ser avê didît. Bi dîtina wê re, hahanka ber bi wê çû û xwe gîhande Mîrîamê.

  • ”Merheba”, Brûno hêdîka got, ”navê te Mîrîam e?”
  • ”Belê Mîrîam e, ê tu kî yî?”

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev