Kurdên Qazaxistanê êşa 75 salî yad kirin

Kurdên Qazaxistanê êşa 75 salî yad kirin

Qazaxistan welatekî çol û çolistan li Asya Navîn, ku Kurd jî nav da, ji bo dehan neteweya re bûye zindan (keleh) û pê re jî bûye welatekî duyemîn.

Kurdên ji çar aliyên Qazaxistanê, ji bo bibîranîna 75 saliya sirguna (mişext) xwe ya li wî welatî, li Mala Dostanî ya bajarê Almatayê kom dibin.

Rêûresma bîranînê ji aliyê Yekîtiya “Berbang” a Kurdên Qazaxistanê ve hatiye rêkxistin.

Akademisyen û profesorên navdar Kinyazê Îbrahîm, Nadir Nadîrov, Ezîzê Ziyo, Mehmedê Misto û rewşenbîr û karsazên serkeftî îro serkêşiya diyaspora Kurdan dikin ku hejmara wan li tevaya Qazaxistanê ji 100 hezarî bihuriye.

Serokê Yekîtiya “Berbang”ê û Serokê Federasyona Navnetewî ya Komeleyên Kurd ên Sovyeta berê Kinyazê Îbrahîm dibêje: “Kurd sê caran hatine sirgûnkirin. Yekem car di sala 1937 heta 1944a bû, ku gelê Kurd beşdarî Şerê Cîhanî yê Duyemîn bû, lê Sovyetê weke her car xiyanet li Kurdan kir û ew ji war û cihên wan sirgûn kirin. Kurdên me dîsa di sala 1988an de ji ber şerê di navbera Ermenî û Azeriyan de ji Ermenistanê hatin sirgûnkirin.”

Cîgirê Serokê Yekîtiya Neteweyên Qazaxistanê, weke nûnerê hikumetê gotareke bibîranînê pêşkêş dike û dibêje, tevî giraniya karesetên wan salan, Kurd îro ser piya ne û karîne ku li Qazaxistanê nirxên xwe yên neteweyî biparêzin.

Nûnerên diyasporayê bibîr tînin ku Kurd, beriya hemû neteweyên din ên Sovyetê tûşî xezeba rêjima totalîtar a Stalîn hatine û di mercên herî giran de, bi metirsiya man û nemanê re rûbirû bûne.

Rîspiyên Kurd, ku bi xwe şahidiya wan salên karesetê kirine, dibêjin, piştî mirina Stalîn û hilweşîna Sovyetê hemû neteweyên sirgunkirî vegeriyan welatê xwe, lê tenê ji bo Kurdan cihekî li ti welatî peyda nebû.

Sirgunîyê ji herêma Batûmê a Gurcistanê Apê Ehmed jî got: “Yên dibirin piraniya wan canê xwe ji dest dan û paşê jî cenazeyên wan wenda dikirin. Çima wiha dikirin?”

Li gorî daneyên fermî, ji salên 1937 heta 1944a ji herêmên Yekîtiya Sovyetê yên ser sînorên Tirkiyeyê, bi giştî 10 hezar û 800 kurd bi zorê ber bi komarên Asya Navîn hatine veguhastin. Lê di rastiyê de hejmara Kurdên sirgunkirî herî kêm du caran zêdetir bûye, ji ber ku li nasnameya piraniya wan, neteweyan weke Tirk, an jî Azerî hatibûn nivîsin.

Mamosteyê zimanê kurdî li herêma Çû ya Qazaxistanê Husênê Îbrahîm jî diyar kir Kurd sala 1937ê ji Naxçiwanê hatin sirgûnkirin û di mercên gelek dijwar de dijiyan.

Piştî rêûresma fermî ya bibîranînê, di pêşangehekê de mînakên kelepûra Kurdî, pirtûkên nivîskar û zanyarên Kurdên Qazaxistanê û tabloyên şêwekarên Kurd hatin nasandin.

Mêvanên çalakiyê, ku di nava wan de çendîn rewşenbîrên navdar ên qazax û nûnerên diyasporayên din hene, bi çêja xwarinên kurdewarî jî bûn nas. Komên Zarokan ên ji herêmên cuda yên Qazaxistanê jî şiyanên xwe yên di warê muzîk, helbest û govendê de pêşkêşî mêvanan kirin.

records Source:https://www.rudaw.net/kurmanci/world/101220193?fbclid=IwAR35MqUFAkaby-PNmELUEb3elwAohj9Ca95_XZpDnj9S3p_3u7JniaXzRL0

Derheqa nivîskar da

Neo

Qeydên dişibine hev