Hevpeyvîn bi Veman Linevayî – keçeke zîrek û çalak, fenomeneke Facebookê re

Hevpeyvîn bi Veman Linevayî  – keçeke zîrek û çalak, fenomeneke Facebookê re

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 62

 

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 62an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê.

Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdarên hêja, ev demeke dirêj e, ez li ser keda xebatkarên kurd, fikir û nihêrinên wan li ser mijarên rojevê bernemayan amade dikim. Weke hûn jî dizanin têkiliyên me mirovên navdar, zanyar, rewşenbîr, helbestvan, nivîskar, hunurmend û seyasetmedar re heye.

Îro min xwest ez nasiya we bidim keseke ne nivîskar û ne jî helbestvan, ne seyasetmedar û ne jî hunurmend, min xwest ez nasiya we bidim keçeke zîrek û jehatî. Nave wê Veman Linevaî ye.

Veman fenomeneke medyaya sosyal e, fenomeneke li facebookê ye. Min wê di facebookê de nas kir, ez wê carcaran dişopînim û kêfa min li ra û nihêrinên wê û bêhtir bi zêdetir bi kar anîna kurdîya xweş tê. Keçeke jêhatî û şereza, ramanwêreke kurd û Kurdistanî ye, li gor min li medya sosyal de gelek xebatên baş dike. Veman ji perspektîva azadî û serxwebûna Kurdistanê û tifaq û yekîtiya kurdan, li her rûdan û bûyereka li cihanê û Kurdistanê diqewime, dinhêre û şirove dike, gelek caran kurdên asîmîlebûyî yên çepgir û rastgir û îslamçî rexne dike, nivîsên gelekî hişk û tûj dinivîse. Ez bi xwe û her çiqas ez dizanim ne tenê ez, pişta hema bêje her gotinek û fikreka wê digirim. Carna difikirim, gelo popûlaritîya wê di nava xwendevanên medya sosyal de bi saya fikir û ramanên wê ye, yan zêdeyî bi kurdî nivisandina wê a zelal e?



Gelek mirovên navdar û zane hene nava kurdan de, di nivîsên xwe û parvekirinên xwe yên li ser Twitter û Facebookê de bi piranî di gel xwestina serbixwebûna Kurdistanê, radibin û rûdinên dibêjin “ax Kurdistan, way Kurdistan”, lê mixabin zimanê dagirkarên walatê xwe bikar tînin.

Lê ev keça delal, Veman Linevaî li ser bindestiya kurdan û îslamkirina welatê kurdan – Kurdistanê diaxive, rejîmên dewleten dagirkar rexne dike, û ji bo azadkirin û ji nû ve avakirina ruh û bedeneka kurd û Kurdistanî hizr û pêşniyarên xwe bi nivîsên bi kurdî li ser facebookê bi xwendevanên xwe re parve dike û bawer bikin, fikr û ramanên wê tesîrê li gelek kesan dike.

Veman keça kurde jêhatî û zîrek li Ewropa dimîne, lê belê bi hesreta welate xwe dijî, bi pirsgirêkên wî diêşe, bi serketina wî re dilşad dibe. Ji zarokatiyê ew jîr û jêhatî bû. Ji ber ku di nav civak û malbeteke welatparêz da heya 13 saliya xwe li Herêma Kurdistanê mezin dibe, hêj di temenê xwe yê ciwan de evîna welêt hiş û dilê wê yê biçûk zeft kiribû. Belê, Veman jî zilmê, neheqîya jiyanê qebûl nake, dest bi lêgerîna cihê xwe di doza gelê xwe de dike, ew jî ne hêsan e.

20 salî zêdetir e Veman li Norwêcê di nava civaka pêşkeftî û serbixwe de bi jîyaneke aram û serbest dijî. Li wir xwendina bilind bi dest anî. Di nava vê civakê dinyaya wê ye ruhî ava bu. Rast e, ew bi hêsanî întêgreyî li vê civakê bû, lê asîmîle ne bû. Li wî çaxî ku miletê me hejar û bindest û bê maf e, dilê keça çeleng û dilnaz nerehet e, ew jî wek bi hezaran ciwanên kurd yên ku berxwedanê dikin ji bo axa xwe ‏û Veman jî ne pêşmergeyeke çekdar e, lê ji wan kurdên xîret û welatparêz e, ku bi peyvên rast û vîdîoyên xwe yên hestiyar berxwedanîyê dike.

Çawa min di destpêkê de got, ew li bajarê Duhoka Herêma Kurdistanê ji dayik bûye, heta 13 saliya xwe li wir maye, pişt re malbeta Veman koçî Ewropaye dike û êdî 20 salî zedetir e li wir dimîne. Veman têkiliyê bi ziman, dîrok, wêje, siyaset, mûzîk û çanda Kurd re jî datîne û li ser înternetê fikir û nihêrinên xweye kûrfikir û rast bi kurmanciyeke xweş parvedike û di medya civakî ya Kurd de navdar bûye.

Lê Veman Linevaî êdî hemwelatiya Norwecê ye, ev jî ji vê civatê ye. Lê di nivîsên wê da derd, êş û kulên kurdan cîkî mezin girtîne. Keça kurde Ewrûpî bi kurmancîyeke zelal li xwendevanên facebook ê re diaxive. Parvekirinên wê derbarê ziman, dîrok, çand, rewşa îro li her çar perçeyên Kurdistanê da nin. Hûnê bêjin kurdên facebookê hemû welatparêz in. Ne xêr, ew bi kurdî difikire, bi kurdî dinivîse, halê kurda yê giran re bi kurdî dikewgire, bi kurdi nefret û duayan dike. Bi gorî min xwendevanên facebookê lema bêhtir jê hêz dikin.

Veman li bajarekî Norwêcê da mamostatîya zimanê kurdî û norwêcî dike, lê hemen demê da bi awayekî êgin kar û xebatên çalakvanyê bi rê ve dibe, carna bi serê xwe tenê, carnan koma ciwanan re di navenda Ewropayê de, meş û xwepêşandanan ji bo pirsgirekên kurdên Rojava, Rojhilat û Bakurê Kurdistane li dar dixe, da ku dengê xwe bigihîne rêvebir û civaka dewletên Ewropayê.

Berxwedana ku ev çend sal in li her çar parçeyên Kurdistanê û li dervayî welat tê dayîn, yek ji hêza sereke û çalak ev ciwan in. Ciwan çavkaniya moral û hêza her miletekî ye. Ji bo me Kurdan di demek wisa de, ji bo pêşeroja welat, ji bo azadîya gel pêwîstiya civakê bi ciwanên çalak heye. Di nava civakan da tiştê herî pîroz û hêza ku herî ji pêşketinan re vekirî ye ciwan in, divê civak jî li ciwanên xwe xwedî derkeve.

Ji bo em wan baş nas bikin, pêwîst e em zêde bala xwe bidin ciwanên xîret û welatparêz, divê em bi hevdu re li ser pêşeroj, ziman, dîrok, çand û mafê gelê Kurd û Kurdistanê gotûbêjan bikin. Gelo di vê serdema me de, ciwanên me çi dixwezin, çi difikirin, armancên wan çi ne, pirsgirêkên wan çi ne, em kêm diaxivin. Ji bilî vê em bi hevdu re pir danûstandinan nakin. Lema îro min xwest nasiya we bidim keçeke bi rastî welatparêz û delal Veman Linevaî. Hêvî heye, guhdarên ezîz, ku sohbeta me dê li gorî dilê we be.

 

HEVPEYVIN di gel Veman Linevaî

 

Min cîkî xwendibû û ev fikir li min gelek xweş hat : “Her merivek bi serê xwe dunyayek e. Bi rengê jiyana xwe, bi xwiyê xwe, bi hiş û aqilê xwe, bi çê û xerabiya xwe ve dunyayek e. Di berhemeke edebî de meriv baştir têdigihîje, wan baştir dibîne. Pirî caran meriv hay ji xwe nabe ku bi xwiyê xwe valayiyekê tije dike” . Veman keça zîrek û çalak ev tişt ji xwe re kiriye prensîb û lema ji tora Înternetê bi me re dipeyîve, dilêşiya xwe ji me re parvedike. Cihê kêfxweşiyê ye ku van salên dawîyê li dewletên Evropayê kurd di partîyên siyasî yên Ewropî da çalak in, bûne zanyarê bi nav û deng, xwediyê xelatên navnetewî yên ser asta bilind, bûne parlementar. Îsal du xanimên kurd bûne endamên Ewroparlamêntê, şaredarên bajarên Ewropayê, bûne wezîr jî.

Helbet heqê wan kesên me ne ku ji bona xwe hemû karî bikin, lê divê ji bîr nekin ew kurd in, li ser navê miletekî hatine Ewropayê û derd û azara gelê xwe bigîhinin berpirsyarên wan dewletan. Ev yek deynê sitûyê me ye, barê li ser milê me ye. Her wiha em ji ku hatine divê ji bîr nekin û ji bo hebûna wê nasnameyê çiqas şer û têkoşîn tê meşandin, bi nasnameya xwe ya Kurdistaniyê re bikevin ser rê û ji bo ku em bigihîjin armanca xwe, divê em bêhtir bixebitin. Lema min xwest îro bernameya me diyarî keça zîrek û jêhatî Veman Linevai bikim ji bo ku ew jî yek ji wan hezaran ciwanên kurd e ku li walêt û dervayî walêt berxwedaniyê dikin ji bo axa xwe. Rast e Veman ne pêşmergeyeke çekdar e, lê ji wan kurdên xîret û welatparêz e, ku bi peyven rast û vîdeoyên xwe yên hestiyar berxwedanîyê dike. Ez bawer im Veman xanim di pêşerojê da bi karê xwe yê kêrhatî wê hîn zêde werê nasîn.

 

Veman Linevai re ji stûdyoya radyoya Ria taza li bajarê Bergen ya Norwêcê ra em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên xanim Veman Linevai bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev