Ji bo bîranîna sazbendê hêja Xelîlê Evdile (1940-1991)

Ji bo bîranîna sazbendê hêja Xelîlê Evdile (1940-1991)

Qewlî zaneyekî sazbendîya kurdan va:

-Dema Xelîlê Evdile li zirnê dixe, dûpişk direqisin…

 

Eskerê Boyîk

 

Malbeta bavê Xelîlê Evdile tevî bi hezaran malbetên kurdan sala 1937 a nefiyayî Rêspûblîka Sovêtê ya Qirqizstanê dikin. Xelîl sala 1940 î li gundê Kizilka herêma Oșkoyê, Rêspûblîka Qirqizstanê ji dayîk bûye. Sala 1944 a malbeta wan vedigerin Yêrêvanê. Çend sal șûnda bavê wî diçe rehma Xwede.

 

Mêla Xelîlê Evdile ji zarotiyê da li ser sazbendî û mûzîka kurdî bûye. 14 saliyê da wek sazbendekî kamil sazbendiya dewatan dike. Pașê dikeve nav koma kilam-reqasê û wek sazbendekî herî serketî di nava koma dengbêja Kurde bi nav û deng Sûsîka Simo da tê naskirin. Ansambil temamîya gund û warê Ermenistanê digere, ciyê kurda yê Rêspûblîkayên Gurcistanê û Azeyrbêcanê konsêrtan dide, ji alîyê temașevana va tê hizkirin.

 

Xelîl wek zurneçîkî herî eyan nava civaka kurdî da tê naskirin. Min pir sewta zurna Xelîlê Evdile hiz dikir. Teyê bigota ew sewt ji dilê mirov dihat û guhê guhdaran da dihelîya. Dema Radyoya kurdî ya Yêrêvanê dest bi karê xwe kir, Xelîlê Evdileyî gênc yek ji sazbendên sereke bû. Dema radyoyê da sitiranên Karapêtê Xaço, Fatma Îsa, Bêmalê Keko, Hesenê Gogo, Mecîtê Xalit, Mecîtê Fariz, Hesenê Hepo, Şibliyê Çaçan, Mecîtê Silêman, Sîsa Mecît, Mehmedê Mûsa û gelekên din nivîsîne, ji sazbendan yekî herî sereke Xelîlê Evdile bûye.

 

Mêlodiyên Feyza kurdî, Kofî, Marșa reqasê, Pakîzer, Xilpanî, Lê lê Asê, lê Asê, Mirazê dila, Siyabend û Xecê û hinekên din ewî bi xwe efirandine…

Dawîya salên heyștêyî, malê va ew destguhestî Azeyrbêcanê bajarê Bekûyê dibe. Sala 1991 ê, 2ê meha Sibatê li bajarê Bekûyê diçe ber rehma Xwedê.

Niha malbeta wan li bajarê Krasnodarê, komara Rûsiyayê da dijîn. Lawê wî Siyabend rêya bavê berdewam dike, sazbendekî hizkirî ye.

(ji berevoka Eskerê Boyîk “Çanda Kurdên Sovêtê” Weşana Pêywend, Stembol. 2019, rûpel 102).

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev