RÊZİMANA ZİMANEKÎ BİNDEST ÇAWAN TÊ NİVİSÎN?

RÊZİMANA ZİMANEKÎ BİNDEST ÇAWAN TÊ NİVİSÎN?

Mamostayê zimanê kurdî li Zanîngeha Rouenê (Fransa), endamê Koma KURMANCÎ

ya Înstîtûya Kurdî a Parîsê birêz Salih Akin bi daxweza malpera me

çend gotarên zimanzanîyê yên zanyarîyê ji me ra şandîye.

Berî çendekê me du gotarên zanyar çap kirin.

Îro em gotareke wî a din raberî we dikin,

bi hêvîya ku zêde dewlemendîya zimanê dayîkê bihesin û zêde jê hez bikin.

 

Dr. Salih Akin

Mamostayê Universiteya Rouenê, Fransa

 

  1. Xwendevan û armancên rêzimanan 

Bi aweyekî gîştî, zimanên rêzimanan gelheya xwendevanan destnîşan dikin. Her du rêzimanên pêşî, yên mîsyoneran, ji bo mîsyoner û xweşbêjên xirîstiyan hatine nivisandin. Hebûna xiristiyanan li Kurdistanê gelekî mîsyoner û xweşbêjan vedikişîne. Bi heman aweyî, xuya ye ku rêzimanên ku efseran nivisandine jî bo efserên brîtanî ne. E. B. Soane di pêşgotina rêzimana xwe de bi vî aweyî dinivisîne: “ Ev reşnivîsa kurmanciya bingehîn pêşî bo efser û yên din e ku wezîfeya wan riya wan bi qezayên başûr ên Kurdistanê dixe “ (1919).

Erka kêrhatî wek yekemîn armanca nivisandina rêzimanan derdikeve holê. Bi rêzimanan, mîsyoner, lêkolîner û efser dikaribûn zimanê kurdî hînbibûna. Lê belê bo rêzimanên bi kurmancî nivisî, gelheya xwendevanan di destpêkê de ji Kurdên xwende û ronakbîr pêk dihat ku wan zimanê xwe kirin giringtirîn amûr di tekoşîna xwe ya bo mafên çandî de. Nebûna perwerdeya gîştî rê neda ku nivîskarên rêzimanan dibistanan ji xwe re bikin armanc. Bi qendê ku em dizanin, îro jî ku dersên taybet bi kurmancî dikarin bên dayîn li Tirkiyê, bazarek nîne ku ji nivîskaran re berjewendiyên diravî peyda bike û ku ew ji firotina rêzimanan pere qezenc bikin. Loma damezirandina rêzimanan bi armancên civakî, zimannasî û sîyasî dikare bê îzah kirin. Civakî û zimannasî, ji ber ku nivîskar hewl didin rê û rêbazên zimanê xwe bikepisînin, potansiyela zimanê xwe di derbarê îzahkirina rê û rêbazên zimanê xwe de nîşan bidin. Bi vî aweyî, nivîskar beşdarî pêvajoyê dibin ku zimanekî ji devkî derbasî nivîskî bibe. Armancên sîyasî jî bi nasname û afirandina neteweyî ve girêdayî ne. Em dizanin ku rêziman, bi ferhengê re, yek ji her du parametreyên cûdakirin û dabeşkirina zimanan e. Normkirina zimanekî di rêzimanê de dest dide ku ev ziman bê zelal û sentez kirin, qeydkirina peyvên zimanekî di ferhengekê de alikariya berfirehkirin û weşana peyvên heyî dike. Derxistina rêzimana zimanekî li ser bingeheke niviskî wî sabît dike û binyateke nîşangerî (semiyotîk) dide wî. Damezirandina rêzimanên zimanekî ku di hebûna xwe de jî hate înkar kirin, danîşana hebûn û materiyalî ya vî zimanê ye. Bi îspatkirina zimanekî, mirov di heman demê de hebûna civatekê jî îspat dike ; bi gotineke din, xebata teswîra rêzimanî bi kêrî îspatkirina hebûna civakî û sîyasî tê: netewe an civak heye ji ber ku ew xwedî zimanekî ye. Bi vî aweyî û li gorî şemaya M. Hroch a têgîhiştina pêvajoya neteweyî (2001), rêzimannasên kurd dikarin wek hosteyên weşandina histên endametiya civateke neteweyî bên pejirandin. 

  1. Çavkanî 

Çavkaniyên rêzimannasan pirranî ji danayên devkî pêk tên, bi kêmanî ji bo rêzimannasên pêşî ku zimanekî nebelgekirî û nenas teswîr kirin. Dane ji çavdêrîyen rasterast a bikaranîna ziman dihatin, ku dikaribûn bi salan wext bigrin. Mîsyoner û efserên ku li Kurdistanê diman an jî xizmet dikirin bi vî awayî dane berhevkirin. Rêziman tevahiya zanyarîyên ku ew hîn bibûn temsîl dikin, ku wan ev zanyarî bi formûlasyona rê û rêbazan, tespîtkirina wateya peyvan û bi wergerê rêkûpêk kirin. Ji ber ku ev rêzimên pêşîn hatin weşandin û hêdî hêdî belav bûn, rêzimannasên din ew derpêş kirin. Beyî ku Biçuk, Ciwan û Tan dane û çavkaniyên xwe minaqeşe bikin, ew diyar dikin ku rêzimana wan a referans ya Bedirxan e ku rê û rêbazên wê yên ku di salên 1930ê de hatin nivisîn wek “neguhêrbar” tên qebûl kirin. Ev rêzimannas ku axivêrên zimanê xwe û xwende ne, berî her tiştî zanyariyên xwe yên zimanî bikaranîn ji bo damezirandina rêzimanên xwe.

Berevajî rêzimannasên din, tenê Bedirxan û Lescot metoda berhevkirina daneyên xwe minaqeşe dikin. Di destpêkê de, ew diyar dikin ku wan guh nedaye lêkolînên ku “biyanî an xwendeyên mehelî” li ser zimanê kurdî çap kirine:”ji ber ku hema her tim dê biviya em hewl bidin transkrîpsîyonên bi guman, îmlayên nerast, nirxandinên şaş serrast bikin, û vê rêzimanê bi amûreke rexnegir û giran û badihewa bar bikin. (r.VIII, 1970). Dûv re, ew metoda xwe eşkere dikin: “me bikaranînên ziman qeyd kir her wekî di devokên ku em bi wan re di temasê de bûn […], bikaranînên herî belav tespît kir bo peytandina rê û rêbazên hevbêş, û di heman demê de jî taybetmendî û awarteyên devokî yên herî berbiçav hete ji me hat me destnîşankir. […] Çend caran, di anketên me de, me dît ku gundî an koçerên ne xwende li hemberî hevokên xelet ku me bi zanabûn pêşniyarî wan dikir ceniqîn û acêbmayî man” (id.).

Herçî metoda wan – çavdêrîya bikaranînan û berhevkirina daneyan – nêzîktirin teknîka nûjen be jî, wê giranî da devoka Cêzîra-Botan ku di heman demê de pirsgirêka temsîlkariya daneyan û guherînên ziman tîne rojevê.

  1. Avasazîya rêzimanan 

Heke em teswîra rê û rêbazên ziman bi xwe li aliyekî bihêlin, rêziman pêşgotinek (Béidar, Biçuk, Kurdo, Tan), destpêkek (Ciwan, Garzoni, Jardine, Lescot & Bedirxan), referansên bîbliyografya û çavkanî (Biçuk, Ciwan), ferhengokek (Garzoni, Rhea, Jardine, Soane, Béidar), û endeksek (Lescot & Bedirxan) digrin nav xwe. Bi aweyekî gîştî, di pêşgotin û destpêkan de, rêzimannas çarçoveya xebata xwe, danasînek li ser zimanê kurdî, zarava an devokên tên lêkolîn, û navçeyên ew tên axaftin pêşkeş dikin. Ferhengok bi taybetî di rêzimanên pêşin de hene, carna cihê ku ew di rêzimanan de digrin ji rê û rêbazên rêzimanî zêdetir e. Ev ferhengok ji lîsteyeke duzimanî a peyvan pêk tê ku peyvên kurdî hatine wergerandin ser zimanê ku rêziman pê hatine nivisîn. Erka bikêrhatî û nebûna ferhengan a di wê demê de sedemên lêbarkirina ferhengokan li rêzimanan in. Ji xwe çend rêziman ferhengokan di sernivîsên xwe de diyar dikin (Garzoni û Rhea). Bê guman, hebûna ferhengokê li kêleka rêzimanê bi kêrî dayîna hemû hêmanên fêrbûna ziman tê, da ku xwendevan bikaribin bibin xwedan tecrûbeya ragihandinê. Garzoni ji 288 rûpelên rêzimana xwe 213 rûpelan bo ferhengokê vediqetîne, Rhea 95 rûpelî li ser 155 rûpelan ji bo ferhengokê bikar tîne. Herçî Soane di sernivîsa rêzimana xwe de diyar neke jî, ferhengok di rêzimana wî de cihekî giring digre (124 ji 210 rûpelan). Nîşana destpêka pîsporbûna rêzimanan, ew e ku beşa ji bo ferhengokê dihat veqetandin di rêzimanên li peyên pêşî de hêdî hêdî kêm dibe û ji binî ve radibe. Jardine tenê 50 rûpel ji bo ferhengokê bikaranîye. Ferhengok di rêzimana Béidar de tenê 16 rûpelan digre. Piştî sala 1934ê ku yekemîn rêziman bi kurdî derdikeve, ferhengok ji rêzimanan bi tevahî wenda dibin. Ev wendabûn jî di pevgirêdanekê de diqewime ku ferheng û ferhengok hêdî hêdî belav dibin[1]. Bi vî awayî, rêzimanên Badilli, Bedirxan & Lescot û yên din tu ferhengok negirtine nav xwe.

5.1. Disîplîn 

Herçî naverokên rêzimanan be, em bi hêsanî bingeheke hevbêş dibînin ku ji tradîsyona yûnanî-latînî û ji kategoriyên wê hatiye wergirtin. Beşeke ku bi cure sernivîsên wek alfabe, fonetîk, sîstema fonetîk, bilêvkirin, rastnivîsin digrin nav xwe dengên kurmancî, li hevbihayê wan, û kodkirina wan a nivîskî vedikole.

Beşeke duyemîn ku li ser morfolojiya rêzimanî ye beşên vegotinê yên weke navdêr (zayend, tewang), pronav (cihnav) (kesayetî), rengdêr, hoker, daçek, gihînek, baneşan, lêker (gruba lêkeran, lêkerên têper (gerguhêz) û a netêper (negerguhêz), tewang) dide nasîn. Ev her du beşên pêşî bi aweyekî sîstematîk di hemu rêzimanan de cih digrin, heçî bi kurtayî heçî bi kur û dirêjayî hatibin pêşkeşkirin.

Bi pêşveçûn û weşana rêzimanan re, çarçoveya vekolîna rêzimanî berfirehtir dibe û êdî pirsgirêken hevoksazî, morfolojiya leksîkî jî digrin nav xwe. Wek mînak, hevoksazî di rêzimana Garzoni, Kurdo û Bedirxan de qet nayê minaqeşe kirin, rêzimanên Badilli, Biçûk, Jardine, Soane û Tan jî bi aweyekî sivik hevoksaziyê dinirxînin. Lê rêzimanên Ciwan û Bedirxan & Lescot hevoksazîyê bi berfirehî vedikolin. Li aliyê din, beşên zimannasiyê yên weke watesazî (semantîk), pragmatîkê tu carî di rêzimanan de peyda nabin. 

5.2. Guhdana guherînên zimanî 

Wek me li jorê jî got, zarave û devokên kurdî guherînê dikin binyata vî zimanî. Rêzimannas çawan li vê guherînê dikolîn û guh didine wê ? Du meyl peyda dibin, ku ew bi armanca rêzimannasan ve girêdayî ne. Pirraniya teswîrên ji derve dever, herêm an navçeya devokan bi nav dikin, lê tavsîrên ji hundir van agahdariyan nadin. Garzonî devoka rêzimana xwe wek ya herêma Bahdînan li Iraqê û li Çolemergê dest nîşandike. Bi heman awayî, rêzimana Rhea li ser devoka “Hakari” ye (Çolemerg). Soane û Jardine jî devokên ku di rêzimana xwe de teswîr dikin binav dikin. Keşe Béidar jî devoka rêzimana xwe wek ya Zaxo-Cizîrê nîşan dide. Mirov li binavkirina navçe an herêmên ku devokên wan tên teswîr kirin hayrî namîne, ji ber ku nivîskar tecrûbeyên cihê ku ew mane diyar dikin. Li aliyê din, armanceke normatîv a velêkolînê nîne, nivîskarên wan ên biyanî naxwazin têkelê vê pêvajoyê bibin. Ji bo vê yekê jî, beyî ku nivîskar fikrên xwe yên li ser formên rast binîn ziman, ew guherînên di nav zaravayê kurmancî de rasterast destnîşan dikin.

Lê belê, herçî rêzimannasên kurd guherînên zaravayî û carna guherînên di nav devokên heman zaravayê bipeytînîn jî, ew fikra ku rêzimana wan teswîra devokek an jî navçeyekê be, red dikin: “armanca vê xebatê ew e ku, li ser fikra serperiştî ya Mîr Bedirxan, rastaxaftina kurmancî tespît û saz bike beyî tesnîfkirina herêmî û afirandina zanyarî. Cihê ku em taybetmendiyên mehelî dest nîşan bikin, me hewl da ku em yekitiya bingehîn derxin holê” (1970, r.VII). Daxwaza deranîna zimanekî standard li ba hemû rêzimannasên kurd serdest e, ji ber ku ew dildikin ku “netewa kurdî” bikin xwedan “zimanekî hevbeş û standardkirî”

Lê, rê û rêbaz û her wek nimûne, jêderk û devoka rêzimannasan bê dilê wan eşkere dikin. Devoka navçeya Cizîra-Botan di bingeha hemû rêzimanan de ye. Ev navçe ya Bedirxaniyên bira ye, ku di destpêka sedsala 20ê de bi aweyekî aktîv beşdarî nuhkirina zimanê kurdî bûn. Piştî adaptekirina tîpên latînî bo kodkirina dengên kurmancî di salên 1930ê de, Bedirxan yekemîn rêzimana xwe di sala 1934an de derxist, ku yên piştî wê hatin çap kirin ji xwe re wek referans qebûl kirin. Lê belê, devoka navçeya Cizîra-Botan xwedan çend taybetmendiyan e ku ji ber sedemên cûda di devokên din de peyda nabin. Em xwe tenê bi du nimûneyan bi sînor dikin. Ev devok rê û rêbazên ergatîfê bi aweyekî hişk tetbîq dike. Îro, ev sazûmanên ergatîfî di pevgirêdana temasa zimanan de çend guherîn nîşan didin, li çend deveran bi aweyekî qismî tên bikaranîn, li çend deverên din jî ji binî rabûne (Dorleijn, 1997). Tu rêzimanekê guhnedane van guherînan û hemû nimûneyên hevokan sazûmanên ergatîfî tetbîq dikin. Nimûneyeke din ji zayenda rêzimanî (nêr û mê) pêk tê, ku di devoka Cizîra-Botan û yên din de heye. Lê di çend devokan de (Xerzan, Semsûr) zayend sist dibe û zayenda nêr di cihê ya mê de tê bikaranîn (Akin, 2002). Ev guherîn, wek gelekî yên din, di rêzimanan de tu carî nayên destnîşan kirin. 

  1. Temasa zimanan û modelên tavsîrê 

Bandora temasa zimanan li ser modelên teswîrê di gelekî astan de tên dîtin. Em di vê lêkolînê de tenê balê dikşînin ser bandora tirkîyê. Asta yekemîn rastnivîsa ji bo kodkirina dengên kurmancî ye. Rêzimana Badilli rastnivîsekê bikartîne ku nêzîkê ya tirkî ye ku di sala 1928ê de hat damezirandin. Tîpa dengdar a kurt, ku di alfebaya Hawarê de bi /i/ tê kodkirin, vediguhere bo /ı/ di rêzimana Badilli de. Bi heman aweyî, tîpa dengdar a dirêj ku bi /î/ tê kodkirin, wek di tirkî de /i/ tê nivisandin. Asta duyemîn termsazîya rêzimanî digre nav xwe. Rêzimanên Badilli û Ciwan, ku bi tirkî hatine nivisandin, termsaziyeke nêzîkî rêzimana tirkî bikartînin.

Heke em naverokên van her du rêzimanan bi yên tirkî re bidin ber hev, em ê bibînin ku cudakirina beşan li gorî hêmanên vegotinê û binavikirina van hêmanan pirr dişibin hevûdu. Perwerdebûna van nivîskaran bi zimanê tirkî baş îzah dike ku çima wan rêzimana tirkî ji xwe re wek modela teswîrê wergirtine. Bandor di teswîra kategoriyên rêzimanî de jî xwe nîşan didin. Lewra, ji ber ku sazûmanên mediyatîf (ku ji dema boriya domdar pêk tên[2]) di tirkî de baş hatine vekolîn, di rêzimana Ciwan de jî tên teswîr kirin, lê di tu rêzimanên din de xuya nabin. Teswîra awayan û tewangê di rêzimanên Badilli û Ciwan de heman nêzbûn li gel modela tirkî nîşan didin: Bedirxan û Lescot tenê li sê awayan dikolin, lê belê Badilli û Ciwan neh awayan teswîr dikin.

  1. Çend encam 

Rêzimanên zaravayê kurmancî ji bo çavdêriya pratîkên teswîra zimanekî bindest pirr balkêş in. Ew dikarin li gorî têgeha “damezirandina ziman “ a R. Balibar bên pejirandin (1985). Ev têgeh di rewşa zimanê kurdî de wisa di cih de ye ku ev ziman ji dezgeh û îmkanên siyasî û aborî ji bo geşepêdanê bêpar maye. Me dît ku ev rêzimanên di vê lêkolînê de roleke pirr girîng di kodkirina nivîskî ya kurmancî de, di pêşdebirina nivisandin, fêrbûn û perwerdekirina bi vî zaravayî de dilîzin. Bi saya wan rêzimanan, kurmancî îro dikare xwe weke xwedan kodeke nivîskî û ferhengê bihesibîne, ku wan rêdan ji bo afirandina korpûseke nivîskî ku ji kitêbên edebî, rojname û kowaran pêk tê, beyî ku hewce be malperên Internet û forumên kurmancî yên bê hêjmar bên bibîrxistin. Bi vî awayî, em dikarin bibêjin ku em li pêşberî damezirandina zimanê ne. Bê guman, ev ziman ji perwerdeya gîştî, ji pazarê bê par maye, lê îro xwedan îmkanên zimanî û teknolojîyên nûjen e.

Pirsgirêka ku îro diyar e damezirandina rêzimaneke ku guh bide rewşa zimanê ya îro, guherînên ku bi wan re dûçar ma û her roj dimîne. Ev hewcedarî wisa girîng e ku di gel hemu astengiyên ji aliyê dewletê ve derxistî jî, navendên perwerdeya kurmancî îro her diçe li Tirkiyê zêde dibin. Îhtîmaleke mezin heye ku di demeke nêzîk de, ew welat di pêvajoya yekîtiya Ewropayê de perwerdeya gîştî bi zimanê kurdî saz bike û wê demê dê pirsgirêka rêzimaneke referans bi tundî têkeve rojevê.

 

Çavkanî

Akin S. 2002, “Motivations phonologiques de la neutralisation d’une catégorie grammaticale dans un parler du kurde”, LINX n°45, r.147-155

Akin S. 2006, “L’alphabet kurde adapte aux caractères latins”, L’orthographe en questions, Collection Dyalang (sous la dir. R. Honvault-Ducrocq), PURH, r.321-333

Auroux S. 1992, “Introduction. Le processus de grammatisation et ses enjeux”, in Auroux (dir), Histoires des Idées Linguistiques, tome 2: Développement de la grammaire occidentale, Liège, Mardaga, r.12-64

Auroux S. 1994, La révolution technologique de la grammatisation, Liège, Mardaga, 216 r.

Balibar R. 1985, L’institution du français. Essai sur le colinguisme des caroligiens à la Republique, Paris, PUF.

Dorleijn M. (1996): The decay of ergativity in Kurmanci, Tilburg, Tilburg University Press, 183 r.

Hroch M. 2001, Les grandes théories du nationalisme, A. Collin, 192 r.

Lauwers P. 2004. La description du français entre la tradition grammaticale et la modernité linguistique: étude historiographique et épistémologique de la grammaire française entre 1907 et 1948, Peeters, 777 r.

Skutnabb-Kangas T. & Bucak S. 1994, “Killing a mother tongue ‑ how the Kurds are deprived of linguistic human rights”. In Skutnabb-Kangas, Tove & Phillipson, Robert (Eds.), in collaboration with Mart Rannut. Linguistic Human Rights. Overcoming Linguistic Discrimination. Contributions to the Sociology of Language 67. Berlin & New York, Mouton de Gruyter, r.347-370.

Skutnabb-Kangas T. & Phillipson R. 1999, “Linguistic Genocide and Human Rights – Kurdish Considerations”. In Sundqvist, Petra (ed.). The Kurds. Perspectives on a Unique Culture. Helsinki, Suomen Rauhanliitto YK-Yhdistys, r.25-48.

 

Riataza

 

[1]    Çend nimûneyên ferheng û ferhengokên, ku bi aweyekî kronolojîk hatine rêzkirin:

Chodzko A., 1857, Etudes philologiques sur la langue kurde (Dialecte de Soléimanié) [Lêkolînênfilolojîk li serzimanêkurdî (ZaravayêSilêmaniyê)], Imprimerie nationale, Paris, 66 r.

Jaba A., 1860, Notices et récits kurdes [Kurtenivîs û çîrokênkurdî] Académie impériale, St. Pétersburg, 258 r.

Justi F. 1877, Les noms d’animaux en kurde [Navênheywanan bi kurdî], Imprimerie nationale, Paris, 34 r.

Jaba A. 1879, Dictionnaire Kurde-Français­ [Ferhengakurdî-fransî], Académie Impériale des Sciences de Russie, Saint-Pétersbourg, 463.

Hratchia A., 1909, Recueil de mots kurdes en dialecte de Novo-Bayazet[Peyvênkurdî di zaravayê Novo-Beyazidî de], Société linguistique, Paris, 38 r.

[2]   mişligeçmiş zaman a zimanê tirkî

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev