Eyda Êzîdê Sor li hemû bawermendên êzdî yên cihanê pîroz be!

Eyda Êzîdê Sor li hemû bawermendên êzdî yên cihanê pîroz be!

Cejna Êzîd yan Eyda Êzîdê Sor, yek ji cejnên Êzdîya ya ferz e, bi taybet bal ezdîyên Sovêta berê. Ev cejn – jibo rê û risman, li gor bîr û baweriya êzdiyan – li înîya ewil ji meha Kanûna pêşin tê pîroz kirin. Rojî di roja duşemê şev de destpê dibe heya roja pêncşemê, pey wê re cejn pîroz dikin.

Rojî û Cejnên ezdîyan xwedîyê dîrokeke pir kevn in. Wateya wan di rêza ol û civaka me da gelek hêja ye. Divê em Rojî û Cejnên xwe, weke nimûneya xweyî derketina ol, îman û erkanê xwe bibînin. Rojî û Cejn di hemû bawerîyan da cihekî wan ê watedar heye. Ji bo bawerîya Ola êzda û Çanda êzdîyatiyê hê watedar e. Ji ber ku berî her tiştî civaka kurdên êzdî û bi taybetî êzdîyên derveyî welat, divê Bawerî û Çanda xwe biparêzin û lê xwedî derkevin.

Gelî êzdî û bawermendê ola êzda, em dixwazin we agahdar bikim, ku di vê mehê da eyda êzdîya ya sereke ye – Eyda Siltan Êzîdê Sor. Çawa me êdî got, ev eyd li înîya ewil ji meha Kanûna pêş tê pîroz kirin. Îsal ev dikeve 20-ê meha kanûnê. Lê 17, 18, 19 kanûnê sê roj rojî ne.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev