Hevpeyvîn bi welatparêzekî musulman ra, ku xwe êzdî dibîne

Hevpeyvîn bi welatparêzekî musulman ra, ku xwe êzdî dibîne

Kemal Tolan

 

Kekê Îlhamî, keremke bibêje tu kî yî, li kîjan welatî, kengî û li kurê çê bûyî?

  • Ez di sala 1955 de li gundê Serpirê, yê ku di herêma bajarê Heskîfê de ye, hatime dinyayê. Welatê min Kurdistan e.

 

Gelo tû dizanî, hûn bi çend bavan ve li wî gundî jiyane?

  • Weke ez di zanim, ji heft bavan derbas bûne.

 

Pêşiyên te ji kîjan herêmê hatibûne gundê Bazbûtê, yê li ser herêma Batmanê ve ye?

  • Pêşiyên min ji gundê Kola, yê ku li ser herêma bajarê Kercosê ve ye hatine gundê Serpirê, ji wirê jî hatine gundê Serê Kanîyê yê bi ser Batmanê ve ye.

 

Te ji dapîr û kalên xwe bihîstiye ku, berê Êzdî jî li vî gundê Bazbûtê de jiyane?

  • Dema mala me di sala 1964 de hate gundê Bazbûtê, hingê jî xanî û milkê Êzdiyan di nav Bazbûtê de hebûn. Lê ew bi xwe di nav Bazbûtê de nemabûn. Gelek ji wan li gundên derdora Bazbûtê de diman.

 

Kek ilhamî, te dibistan li kîjan gundî, çi û li kurê xwandiye?

  • Min di sala 1964 de li Bazbûtê dest bi dibistana sereke kir û ji wê rê şunde çûme nava Batmanê.

 

Te di wê dema zarokatî û xwandina xwe de pê derdixist ku, di herêma we de neheqî li Êzdiyan dihate kirin?

  • Weke min got, em û Êzdî cînarên hev bûn. Gundên Êzdiyan yên ku nêzîkî me bûn ev bûn: Feqîra, Şimiz, Gedûk, Şahsim û hwd. Belê heqsizî li wan dihate kirin. Mînak: Xwarina wan ne dixwarin û hwd.

 

Tû dikarî nimûne an jî mîsaleke din, li ser zordestiya ku li Êzdiyan dibû bidî?

  • Dema ez di sala 1972 de ji gundê Bazbûtê hatime Batmanê, dûre min sê salan dibistana nevendî û lîse li Batmanê qedand. Min hingê di nava Batmanê de didît ku, gelek niheqiyên xedar li ser Êzdiyan dihatine kirin. Bi wan dikufirîn, malê wan ne dikirîn û hwd jî zêda hebû.

 

Kek Îlhamî, tû kengî, bi kî ra zewicî yî û ji ber çê hatî Almaniyayê ?

  • Ez di sala 1980 de bi keçmama xwe re zewicîme. Min li Tirkiyê dibistana mamostetîyê dixwand. Lê min ji ber karê siyasî, ev xwendina xwe hunda kir û di sala 1978 de jî hatime Almanyayê.

 

Tû dikarî nihajî hinekî bahsa dîtîn û serpêkhatiyên xwe yên hinga ku tû nû hatî bajarê Oldenburg`ê bikî, ka hingê, kî ji Kurd û rewşenbîrên Kurdan li nav û derdora bajarê Oldenburg`ê de hebûn?

  • Dema hatime bajarê Oldenburg`ê, hingê hindik malbatên Kurd lê hebûn. Mamoste, bi rastî, ez pir dilgeşim ku, min malbata Tolana naskir. Ew camêr bun. Ez û wan bi şev û bi ro li cem hevûdin bûn. Bi rastî gelek alikariya wan camêran gihişte min. A duduyan, min bi naskirina te jî, gelek der û dorê xwe naskir. Cardinê, ji buna welatpatezî û mêvandariya te sipas dikim.

 

Te di nav bajarê Oldenburg`ê de, çi xebat ji bo xwe nasîn, parastin û pêşvebirina nirxên civakî û netewî kiriye ?

  • Mamoste, tû jî dizanî, hingê tu têkilî û nav civaka me de pirsgirek tûnebûn. Êzdiyan pir ji min hez dikir, min jî ji wan. Hê jî ev bi wî ewayî dimeşe. Ez ji Ezdiyan ra deyndar im.

 

Tû dikarî hinekî jî bahsa zahmetî, tecrûbe û jiyana xwe, yên ku di nava Kurdên Êzdî de derbasbune bikî?

  • Min dema karê siyasî de ti pirsgirek ne dîtin. Her derî vekiribû. Hê jî tê gotin go Êzdî min ji buna civakê nimûne dibîne. Ez bi vê yekê serbilind im. Mamoste, siyaset mîna hêkê ye. Di nav de cî hê xwuya nake. Lê dema meriv bi kevneşopê xwe zana be, merivê pêş bikeve. Ez ti olan înkar nakim. Hurmeta min ji her olê re heye. Mixabin, ola Ereba ola wan e. Ez bi zora şûr bûme Misliman. Ez wî heqê xwe dixwazim. Ez bawerim ku li ser xaka Kurdistanê Êzdîyên bibine xwediyê ol û heqê xwe. Ez xwe Êzdî dibînim. Di dema îro de kêmasî pir in. Bes em dizanin ku pirsgirêk çi ne. Wexta bawerî nemire, rê çiqas dûr be jî, emê bighîne dawî. Daxwaziya min ya herî dawîyê, dema ez herime koça dawî, bila ti kes li ser cenazê min bi Erebî nexwînin. Oldarên Êzdî werin ser laşê min. Ew bi deng û awazên lawijan mêvanan peşwazî bikin.

 

Tiştê xerabtirîn an jî baştirîn, ku di jiyana te a li Kurdistanê an jî li Ewropayê de qewimîne çi ne?

  • Mamoste, dema em bê welat bin, her cî ji buna me welat e. Min li Ewrupa dinya zêda nas kir. Ez çume Rusyayê jî. Li vî welatî kê kurê kê ye, kes napirse. Herkes xwedî heqê xwe ye. Baweriya însan pê tê. Herkes serbilind e. Mamoste,ez ji bûna vê ked û pirsên te sipas dikim. Bi kurtayî be jî, min bersiv da. Kemasiyên min hebin, derbas bike. Silav û rêz: Ilhami Kure Asin.15.12.19.Oldenburg /Almanya.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev