Kurdên Qazaxistanê Fêstîvala çand û tradîsyonan dane derbazkirin

Kurdên Qazaxistanê Fêstîvala çand û tradîsyonan dane derbazkirin

Alîyeva Rûsalîna,

Seroka Komîtêya Jinan li Assambleya Gelên Qazaxistanê

 

6ê çileya pêşin li Mala Dostanîyê li Almatîyê Fêstîvala çand û edetên kurdan ya bi sernavê ”Welatek – qederek” hate derbazkirin, ku diyarî dewra duduyan ya sirgûnîyê, 75-salîya jîyana kurdan li Qazaxistanê bû. Teşkîldarê wê heyteholê Yekîtîya civakî ya Komarê Rêxistina kurdên Qazaxistanê ”Berbang” bû, ku di bin banê Assamblêya gelên Qazaxistanê (AGQ) da emel dike. Weke 200 kes tevî vê heyteholê bûn – cîgirê serok, serwêrê Sêkrêtarîya Assamblêya Gelên Qazaxistanê Jansêît Kansêîtovîç Tûymêbayêv, helbestvanê Qazaxistanê yê binavûdeng, xunedar, karmendê dewletê Oljas Omarovîç Sulêymanov, endamên AGQ, nûnerên gelê kurd ji hemû herêmên Qazaxistanê, serokên Yekîtîyên êtno-kûltûrîyê yên komarê û bajaran, karmendên çandî, zanyar, nivîskar, karsaz, nûnerên civakê, ruhanîyê, gencan, salmezinan û çapemenîyê di heyteholê da amade bûn.

Bona mêvanan Maseya gilover, pêşengeha pirtûkan, pêşengeha wêneyên wênekêşên kurd Omran Şêxmûs û Akîf Abdûllayevayê, herwiha pêşengeha huner û esnafên bi destan çêkirî yên deba kurdan a kevinare û xwerinên kurdî hatibûne amadekirinê.

Serekê Yekîtîya ”Berbang”ê akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev heytehola şayînetî vekir û xêrhatin li mêvan û amadekaran kir.

”Ez pir dilxweş im, ku îro mêvanên wisa binavûdeng tevî heytehola me dibin, wek Jansêît Kansêîtovîç, hevalbendên min – endamên Assamblêya gelên Qazaxistanê, serek û endamên Yekîtîyên êtno-kûltûrîyê yên bajar û herêman, serokên fîlîalên wan yên deveran, aktîvîst û gencên Yekîtîya me ya civakî – Rêxistina kurdan ”Berbang”. Ez dixwezim ji navê endamên yekîtîya me sipasîya ji dil bidim we bona tevbûna vê heytehola şahîyê! Kurd êdî 80 sal in li Qazaxistanê dijîn. Di nava wan salan da gelê me gihîşte serketinên mezin. Kurdên Qazaxistanê du caran hatine sirgûnkirin û carekê jî xwe li riya penaberîyê girtin – di sala 1937an, sala 1944an û di encama şerê ermenîyan-azirîyan ya girêdayî Qerebaxa Çiyan ra di salên 1989-1990î da. Em destnîşan bikin, ku penaberî bi destî zorê bû, wek ku di belgeyên wan salan da tê gotinê, ”bona paqijkirina xeta ser sînor ya tixûbên dewleta Sovêtîyê” li herêma Kavkazê.

Îro gelê me bi şêkirdarî berê xwe dide gelê qazax yê bi dilê mezin û wê dilgermîyê û xemxurîyê bilind qîmet dike, ku wana di wan salên giran da di hindava penaberan da dîyar kirîye” – Kinyazê Îbrahîm di xeberdana xwe da got.

Cîgirê serokê Assamblêya gelên Qazaxistanê û serwêrê sêkrêtarîyata wê Jansêît Kansêîtovîç Tûymêbayev di kêlma xwe da got:

”Hemwelatîyên qedirbilind, mêvan û tevgelên heytehola îroyîn! Min bi şabûneke mezin va teglîfkirina Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ”Berbang”ê qebûl kir, ku tevî Fêstîvala çanda kurdan ya bi navê ”Welatek – qederek” bibim, ku dîyarî 75 salîya jîyana kurdan li Qazaxistanê ye. Em zanin, ku kurd yek ji miletên kevinare yên Rohilata Nêzîk in, ku xwedî dîrok û çanda dewlemend in.

Miletê kurd şexs û xunedarên wisa binavûdeng daye dîrok û çanda cihanê, wek serleşkerê navdar Selaheddînê Eyûbî, klasîkên edebîyeta kurdî Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Ahmedê Xanî, Şeref xan Bîtlîsî, Şêxmûs Cegerxwîn û gelekên din.

Kurd yek ji komên êtnîkîyê yên pêşin bûn, ku di salên 1937an û 1944an hatine sirgûnkirinê Qazaxistanê û Asîya Navîn. Cîguhastina wan ber bi warên nû di rûyê şertên hewayê yên dijwar û nezanebûna ziman pir zehmet derbaz bû. Di wan dem û dewranên dijwar binecîyên bingehîn destê alîkarîyê dirêjî wan kirin, ew sitar kirin, germaya dilê xwe dane wan, nanê xwe bi wan ra parve kirin. Û gelê kurd wê yekê bi şêkirdarî bîr tîne.

Kurdên Qazaxistanê perçeyekî çanda Qazaxistanê ya pirmilet in û piştgirîya sîyaseta Serokkomarê welêt yê pêşin N. A. Nazarbayev ya dostanî û yekîtîya di nava miletan da, parastina taybetmendîyên wana yên çandî û tradîsyonan dikin”.

Helbestvanê Qazaxistanê yê binavûdeng, xunedar, karmendê dewletê, zanyar-rohilatzan  Oljas Sulêymanov tevgelên festival silav kir:

”Haya min rind haj ji dîrok û çanda vî miletê kevinare heye û qedera wî ji min ra nas e. Em hemû dixwezin ku gelên Qazaxistanê bi aşîtî, dostanî hevra bijîn, çanda wana tesîr li ser hevdu bike û ew bi hev ra çanda xwe dewlemend bikin. Herwiha em wê yekê bo hemwelatîyên xwe, ji gelê kurd ra jî dixwezin.

Hilbet, diyaspora kurdên Qazaxistanê bi ruh û can tevî wî karî dibe.

Çanda vî miletî ya dewlemend alî hevalên Assamblêya gelan dike bona dostanî û hevkarîya di nava miletan da bê xurtkirin û qewînkirinê. Assamblêya Gelên Qazaxistanê di komeraya pirmilet da bingehê aşîtîyê û aramîyê ye, û diyaspora kurdan, navbenda wê ya êtno-kûltûrîyê di wê da roleke berbiçav dilîze”.

Akadêmîkê Akadêmîya Zanyarî ya Gelêrî ya Komara Qazaxistanê (AZG KQ), zanyarê di cihanê da binavûdeng Nadirê Kerem Nadirov di xeberdana xwe da got:

”Ez zareke pênc salî bûm û tê bîra min, ku çawa rojên zivistanê yên sar merivan bi lez dixistine trênên barber û berê wan didane Asîya Navîn û Qazaxistanê. Di rê da gelek kal û pîr, jin, zaro ji xelayê û sur-sermê mirin. Kurd bi saya serê gelê qazax ber xwe da. Qazax bi xwe jî di rewşeke giran da bûn, lê wana em sitar kirin, carina jî parîyê devê xwe didane me. Heytehola me ya îroyîn diyarî 75 salîya mihacirîya me ya cara duduyan e, û em dibînin ku gelê me di şertên Qazaxistana serbixwe da di hemû dereceyên jîyanê da gihîştîye çi hêlanên bilind.”

Serekê Yekîtîya ”Berbang” yê pêşin profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan destnîşan kir, ku ”bi destî zorê sirgûnkirina miletekî ji komerayekê ber bi ya din, ji warên ber dilê xwe ezîz ber bi warên nenas ”jîyana bingehîn” tevlihev kir û rêça birîneke kûr di dîroka wî gelî da hîşt. Gelek sipas bo gelê qazax, ku bi tîna dilê xwe hemû milet germ kirin, ku bêy daxweza xwe li ser vê axa dîhar bûbûn û ji wan ra bûbû welat”.

Doktorê dîrokê Memedê Mistefa Mamêdov destnîşan kir, ku ”hema li Qazaxistanê me rehetîya xwe dît, mafên me bi gelên din ra wekehev in û di Destûra welêt da hatine qeydkirin”.

”Di nava van salan da li welêt çend nifşên kurdan gihîştine, yên ku di dereceyên cuda-cuda gihîştine serketinên mezin û ew yek îro jî berdewam e û bona wê yekê hemû mecal û mikan hatine sazkirinê” – Reşîdê Sadiq Nadirov – serekê beşa Bakurê Qazaxistanê ya Yekîtîya ”Berbang”ê, Letîfê Hemze Aydarov – endamê serwêrtîya beşa herêma Cembûlê ya Rêxistina ”Berbang”ê, Necmedînê Ahmed Çatûyev – mamostayê emekdar yê komarê, Nadoyê Ezîz Nadirov – parlamentarê Meclîsa herêma Yênbêkşîqazaxê, mîmarîyê Şerefê Şîrinê Elî Mistefayev, cîgirê serekê Yekîtîya ”Berbang”ê Ezîmê Şemo Abdûllayev, karsaz û xizmetguzer, doktorê Flsefeyê, bajarvanê Şerefê yê navçeya Îlîyê Wekîlê Huseyn Nebîyev di xeberdana xwe da gotin.

Di dawîyê da ji navê Assamblêya Gelên Qazaxistanê Nameyên sipasdarîyê û Hurmetname dane 16 kesan, lê ji navê Yekîtîya ”Berbang”ê ya kurdên Komara Qazaxistanê Hurmetnameyên “Bona xizmetkirina îdêalên qencîyê, hevkarîya di navbera nûnerên dînên cuda, mehkemkirina dostanîyê û aşîtîya di navbera gelan da, bona tevgelîya aktîv di nava karê xizmetguzerîyê da” dane 28 kesan.

Piştî dawîhatina beşa şahîyê ya fermî bona mêvanan bernameyeke kilam û reqasan hate pêşkêşkirin, ku li wir dengbêjê kurd yê navdar Farizê Fort, koma reqasê ya bi navê ”Mîdîya”, herwiha komên reqasê yên zaran bi navên ”Berbang”, ”Stêrk” û ”Bahar” hunurê xwe raberî amadekaran kirin.

Tevaya şahîyê ji alîyê Ragihandin û Çapemenîyên komarê û kanala têlêvîzyonê ya kurdî ”Rûdaw” da hate weşandin û belavkirin.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev