Berhemên kurdzanên me – 207

Berhemên kurdzanên me – 207

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Çend bîr û bawerî li ser serkariya Kurdan a millî-azadariyê di salên 20-30 da”.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Çend bîr û bawerî li ser serkariya Kurdan a millî-azadariyê di salên 20-30 da

 

Em dikarin siyaseta komên Tirkiyê yên serokatîkir di hindava Kurdan da di salên 20-30 da bi vî awayî raber bikin : inkarkirina mafên Kurdan wek neteweyekî cihê, an jî komika etnîkî ya xwexwetiyê, ku ji Tirkan cihê ye, û pêkanîna siyaseta zêrandina millî. “Ev siyaset, – wek ku sosyologê tirk ê bi nav û deng Ismail Beşikçi texmîn dike -, gelek caran warguhêzî siyaseta rasîzm Û panturkîzmê dibû” (121, r. 213). Dewletê tam anegorî wê siyasetê dîsa xwe dixapand, gava ku îlan kir : “Kurd tu nene, her tenê Tirk hene” (116, r. 313).

 

Lê siyaseta wan nikaribû wê pirsa giring safî bike, ji ber ku dîsa sebebên objêktîf ên ku dibûn miqeserê (sebebê) şerkariya Kurdan a millî-azadariyê hebûn. Serhildanên li rohilata welêt hatin hincirandin. “Lê rohilat hergav jî dima wek birîna k’ewnegirtî”, – Ş. Aydemir dinivîse – (116, r. 313).

 

Şerkariya pêşmergan a bêy navbirî, ku di salên 20-30 da li wilayetên Tirkiyê yên rohilatê dihat texmîn kirin, şehadet di derheqa faktorên herdem şuxulkir da, yên ku isbat dikir ku Kurd ji bo çi rabûne qal û cengê, dida. Di bingeha şerkariya Kurdan a azadariyê da, ev sebebên sereke bûn :

 

  1. Ji aliyê civakên milletê Tirkiyê yê hukumdar da, zêrandina Kurdên ku ne dixwest ku mafê gelê kurd ê pirmilyon bidin û dicedand bi riyên eskerîpolîsî û mecalên hukumdariyê yên zor Kurdan assîmîle bikin, an jî bi destê cezakirina wan bînin rayê.

 

Siyaseta raqetandina Kurdan ji cî û warên wan, ji best-beyarên ekindar û zozanên xweş ber bi navçeyên roava û merkezî yên bê neder û xike-xalî, bona ku dewsa wan mihacirên tirk bînin û cîwar bikin, û ev yek li bal komên Tirkiyê yên serokatîkir bûbû pratîka ku nerazîbûna Kurdan a berk pêş da dianî, loma jî ew radibûn serhildanê.

 

Anegorî zagon No 2510, ku 500 axa û şêx ji navçeyên rohilatê derxin û berê wan bidin navçeyên roavayê, ne tenê pirsa Kurdan ne da safî kirin, lê rewşa wan hişktir û dijwartir kir. Bi formalî xweliya wan diviya derbasî gundiyan biba. Lê parvekirina wan xweliyan bi pratîkî di nava jiyanê da ne hat pêk anîn. Li dawiyê, ew şêx û axayên ku anegorî zagon No 2510 mihacirî navçeyên roavayê kiribûn, vegeriyan wargên xwe yên jiyînê. Hela bi ser da, wan xweliya xwe stend.

 

Mecalên hukûmeta Tirkiyê yên bi wî awayî, wek mihacrkirina şêx, axa û began li wilayetên roavayê, cîşihitandina pareke bineciyên Dersîm, Ararat û çend ciyên mayîn ên pirr li navçeyên qedexekirî, firotina perçeyên xweliya axa û şêxên ku revîbûn welatên derve, berî gişkî li Sûriye û Iraqê, û li dawiyê sazkirina teftîşên sereke – sebebên xuliqandinpêşdahatina şerkariyên millî-azadariyê ne dan hildan.

 

Dewleta Tirkiyê li rohilata welêt hîç idarên nuh, ku anegorî rewacên gelê kurd bûn û bi dilê wan bû û ku dewsa civaka kurdî ya hukumdar bigirta, ne da saz kirin.

 

  1. Bilî zêrandina Kurdan a aborî, cendirmeyên Tirkan û karmendên cihê-cihê Kurd talan dikirin. Wan dicedand ku bi pêşniyarên hukûmeta Ankarê Kurdan bikin qûl û ne dixwest mecalan biafirînin bona xweşkirina rewşa wan a malhebûnî. Isbatan şehadet dida ku li navçeyên Kurdan hukûmeta Kemalîstan ji Tirkiya dema sultaniyetê bêtir bac ji bineciyan distend, û ew yek jî nerazîbûna Kurdan pêş da dianî.

 

  1. Ew nerazîbûna ku ji ruyê serokatîkirina sistema Tirkiyê ya burokratîk a bêfeyde li wilayetên rohilatê dihatin derbas kirin, sebebê sereke nîn bû bona destpêkirina şerkariya azadariyê. Bi mukurhatina Tirkan bixwe, herdem nûnerên hukûmetê yên eskerî û karmendên burokrat usa dişandin navçeyên Kurdistanê yên dûr, yên ku di dema xwe da xwe kiribû robot û sosret û yên ku tucar xemxurî di hindava rewacên bineciyan da ne birine, lê tenê cedand ku zû ji wan navçeyên paşketî û nerehet derkevin.

 

  1. Ew rêformên wan gotî admînîstratîf jî bi xerabkarî hukm li ser Kurdên ku li Kurdistana Tirkiyê dihatin mîase kirin dikir. Dîwana Ankarê, ku siyaseta hukmkirinê derbas dikir, di salên 20 û 30 da li di hindava Kurdan da di salên 20-30 da bi vî awayî raber bikin : inkarkirina mafên Kurdan wek neteweyekî cihê, an jî komika etnîkî ya xwexwetiyê, ku ji Tirkan cihê ye, û pêkanîna siyaseta zêrandina millî wilayetên rohilatê sê navçeyên sereke, yên ku di nava rewşeke pak da nîn bûn û ji aliyê mufettişên sereke ku di bin destê wan da izn-destûr pirr hebûn dihatin serkarî kirin, saz kirin. Ev guhastinên admînîstratîf yên vî awayî alîkariya serkarîkirinê dikir û dibûn bingeh bona xurtkirina hukmkirina sîstema karmendiyê yê burokratîk yê li ser bineciyên welêt. Berê gelek caran, qaymeqamên ku bi eslê xwe va Kurd bûn serokatî li senceqên navçeyên rohilatê dikir. Û herdem jî Tirkan, an jî Kurdên caş, ew walî kifş dikirin û haya wan ji Kurdan qet tu nebû jî. Xuya ye ku di bin destê waliyan da ji yê qaymeqaman bêtir hukm hebû. Ev mecalên admînîstratîf bi vî awayî helbet di nava eşîrên Kurdan da bi dilkovanî û xemgînî dihatin qebûl kirin.

 

  1. Kurdên milkdar û derebeg ne dixwest ku serokatîkirina bineciyan ji destê wam derkeve û bikeve destê Kemalîstan û ew yek bû sebebê bingehî û esasî ku serok û şêxên Kurdan jî tevî şerkariya bona peydekirina mafên gelî bûn. Derebeg, şêx û axên Kurdan nikaribû fehm bikin ku ew mecalên Kemalîstan dijî daxwaziyên wan in, bona wan qeziye ye, ku dikare biqewime ku nikaribin ji vir şûn da wek berê aza hukm li ser xebatkarên kurd bikin. 6. Sebebê serhildanê yê giring ew têgihiştina fehmdariya Kurdan bû, nasyonalîzma burjuwayên Kurdan, ku daxwaziya wan a dawîn sazkirina “Kurdistana serbest a mezin” (programa maksîmum), bi hesaba axa Kurdan li Tirkiye, îran û Iraqê, bû. Faktorên hîmlî bona ruhdarbûna Kurdan bona pêşdahatina nasyonalîzma wan – ew tomerîbûna zimên, dîn-ol, bextê dîrokî, usa jî zulmkariya civakên Tirkiyê yên hukmdar, ku di hêla siyasî, aborî, admînîstratîf da li ser Kurdan hebû, bûn. Ruhdarkirên nasyonalîzmê yê sereke ew rewşenbîrên Kurdan, parlementerên berê, karmend, zabit, nivîskar, rojnamevan û yên mayîn bûn.

 

Testîqkirina sînorên nuh di navbera îran, Tirkiye û Iraqê da, ku Kurdên Tirkiyê ji îskelên Sûriya bakur didan birîn û ku bi riya wan berê gelek kirîn-firotina tiştên biyanî dibû; usa jî ew yek ku Kurdan êdî nikaribû wek berê biçûna koçeriyê, li zozanan, gihand cîdamayîna aborî li Kurdistana Tirkiyê. Ev yek bi awakî objêktîf alîkariya aktîfbûna şerkariya pêşmergan kir û bû bingehek ku burjuwaziya Kurdan a bazirganî jî, ya ku nerazîbûna xwe di hindava teribandina pevgirêdanên bazirganiyê ya tradîsyonêl da diyar kir, tevî wê bibe.

 

Li çend navçeyên Kurdistanê êdî hinek fêodal û serekeşîr li hev hatibûn ku bibin bazirgan. Şervaniya di dereca bazirganiyê da ku di navbera burjuwaziya Tirkiyê ya bazirganî û milkdarên Kurdan da pêş da hatibû, dijminayiya millî xurt kir û bû sebebê sazkirina Kurdlstana Serbest ku ji wan ra xeyalek bû, û derebegên kurd dixwest ku li Kurdistanê piştre karê xwe yê zêrandina xebatkaran berdewam bikin.

 

Nasyonalîstên Tirkan li ber çavê gundiyên Kurdan reş bûbûn, ji ber bacan û zêrandinan. Burjuwaziya Kurdan ku nuh saz dibû nikaribû Kemalîstan temûl bike, tenê bona wê yekê ku ji ruyê siyaseta wan Kurdistan ji bazarên hundirî û yên derve hatibû birîn; û nenihêrî ew gelek dewlemend bû, lê dima ya herî paşketî, di nava welêt da navçeyên wê yên herî belengaz û sexîr bûn. Û ya dawî, ne bi dilê rewşenbîrên Kurdan bû ku nasyonalîstên tirk ne dihişt ku ew bi aktîfî tevî jiyana dewletê û mexlûqetiyê ya siyasî bin û baweriya xwe bi wan ne dianî.

 

Ewha, anegorî himara bineciyan, ji Kurdan divê weke 60 parlementêr li meclisa welêt di gazîkirina dudu û sisiyan da hebûna. Lê tenê çend parlementerên wan ku herdem nîn bûn û ku dihîştin bên meclisê hebûn. Çi ku di derheqa parlementerên ji wilayetên rohilatê yên mayîn dimîne, ew an Tirk bûn an jî Kurdên xwefiroş û yên wergerayî ku tutiş tek î wan ê tomerî bi bineciyên kurd ra tu nebû bûn.

 

Ev in ew faktor-şertên giring, yên ku ji rewşa Kurdistana Tirkiyê ya aborî û mexlûqetiya siyasî pêş da dihatin û ku bûne bingeh bona şerkariya aktîf û serhildanên gelê kurd ên bona azadariya millî. Tevî wê yekê, ji wan şertan hinek bingeh saz dikirin bona ne tenê şerkariya millî-azadariyê, lê usa jî bona şerkariya xebatkarên kurd bona azadiya xwe ya civakî (86, r. 99-100).

 

Tehlîla sebebên şerkariya Kurdan a azadariyê nîşan dide ku hîmê xelkê Kurdistana Tirkiyê yê xebatkar hebû bona ku ji rewşa xwe ne razî be. Serhildanên Kurdan ên salên 20 û 30 yên sedsala XXmîn gelek bi kitle bûn, hemû taqên mexlûqetiya Kurdan, yên ku di karê dijminatiya di hindava zêrandina burjuwaziya Tirkiyê ya hukmdar da li ser bîr û bawerîkê bûn, tevî wan dibûn. Ew serhildan bona wê yekê bi kitle bûn, ji ber ku gundiyên kurd bi aktîfî tevî wê dibûn. Ango hêza bingehî di wan serhildanan da gundiyên kurd bûn, û ew yek fehmdarî ye ku ji ber esasê pirsa Kurdan li Tirkiyê gundiyên kurd bûn. Di nava ordiya şerkariya Kurdan da yên herî pirr gundî bûn. Bêy ordiya gundiyan şerkariya Kurdan a millî ya zor jî ewê tu nebûya.

 

Lê serokatiya serhildanê herdem jî di destê Kurdên fêodal û bazirgan da bû : ew şêx, serekeşîr, bazirgan bûn ku bere-bere dibûn burjuwaziya bazirganiyê. Lê idêologên şerkariya millî-azadariyê, ruhdarkirên wan hergav jî rewşenbîr bûne, ew zabitên ordiya Tirkiyê, doktor, avukat, xwendekar û yên mayîn bûn. Em bi vê yekê va jî dikarin pirsdanînên şerkariya Kurdan a azadariyê, ku serokên wan di salên 20 û 30 da hîmlî daxwaziya wan ew bû ku heyetiya olka Kurdan a millî bê nas kirin, mafên gelî li wan welatên ku tê da Kurd dijîn bidin Kurdan, bînin ber çavan (156, r. 11-12).

 

Tevî vê yekê, divê bê nîşan dan ku di wan deman da sloganên millî bi firetî, yên ku de’w dikir ku serbestiyê bidin Kurdistanê, dihatin bi kar anîn.

 

Ji ruyê hukumdariya fêodalan û kesên nîvfêodal, lê usa jî ji ruyê zêrandina di hêla eskerî-siyasî û hildana bacan ji aliyê dîwana Tirkiyê da, xebatkarên Kurdan hêviya xwe dîsa bi serok û şêxan, ên ku dicedand xwe usa nîşan bidin ku ew parastvanên Kurdan ên tek-tenê ne, ku dikarin Kurdan ji nîrê Tirkiyê xelas bikin, dianî. Ev yek pêşketina Kurdan a civakî û sinifî, ya ku bi xerabkarî hukm li ser şerkariya azadariyê li Kurdistanê dikir, dida bend kirin. Ew yek jî mora xwe li ser şerkariya Kurdan a azadariyê, ku rêxistinên wan ên siyasî yên usa bi bernama fireh û zelal tu nebûn ku bikaribûna gel li pey xwe bibirana, hişt. Rêxistinên usa, wek Komela Damezrandina Kurdistanê, Komita Serbestiya Kurdistanê, “Xoybûn”, komikên Kurdan ên siyasî yên mayîn, ra s t e, di wê merhelê da mirovên bi nav û deng li dora xwe berhev kirin, lê di hêla teşkîdarî, idêolojî û têorîk da gelek sist hatibûn hazir kirin. Ew rêxistin pirr caran îdêolojiya fêodalîzma Kurdan, an jî burjuwaziya Kurdan, diyar dikir û pirr caran bona kara wan kar dikir.

 

Şuxulkarên Kurdan ku di nava wan da usa jî eynî welatparêzên ku jiyana xwe dabûn azadariya Kurdan hebûn, nikaribû riyên paktir bidîtana bona safîkirina pirsa Kurdan a millî. Rêxistinên Kurdan ên siyasî di nava wê dema ku em lê dinihêrin da tu sloganeke dijî empêryalîstiyê raber ne kir û nikaribû pevgirêdan tevî hêzên gelên Tirkiyê yên mayîn ên pêşverû saz bikin.

 

Ev hemû dida nîşan dan ku li ser wê bingeha civakî, bi serkarîkirina şerkariyê ya wî awayî û rewşa navneteweyî ya wî awayî, şerkirina Kurdan nikaribû bigihîje armanca xwe, destxistina mafên millî di sînorên Tirkiyê da. Şerkariya Kurdan a salên 20 û 30, ku serokatiya wê serkaniya fêodalan dikir, bi awakî objêktîf diviya biketa. Gel, ku tevî wan serhildanan dibû, fireh texmîn ne dikir armanc û pirsdanînên wan çi ne, lê serokên Kurdan jî nikaribû sloganên konkrêt, yên ku bi dilê temamiya gelê kurd bûn, derxînin meydanê (104, r. 13).

 

Heyetiya hukumdarên Tirkiyê yê nasyonalîst yên milkdarî-burjuwaziyê bi temamî dij bû ku pirsa Kurdan wek problêma milletekî cihê bê safî kirin. Hukûmeta Tirkiyê bi mecalên zordariyê herdem ji xwe ra li behane û bingeh digeriya ku fêodalên Kurdan bîne hêla xwe. Hela bi ser da, êdî xuya bû ku rewşenbîrên kurd û xebatkar çiqas aktîf dibûn û şerkarî dijî derebegan û fêodalên kurd, ku gotî ewê tevî dîwana Tirkiyê biketana nava hevrakarkirinê bona ku gundiyên kurd bihincirînin, dikir.

 

Ji van hemuyan meriv dikaribû bihata ser wê baweriyê ku şerkariya Kurdan a mi 1 lî-azadariyê, bi karker û gundiyên Tirk ra tevayî dijî fêodalan, dijî empêryalîzmê û zêrandina hukmdaran, dijî zêrandçiyên tomerî-fêodal, şêxan û rejîma milkdar û burjuwaziyên Tirkiyê şerr bikira, dikaribû wê çaxê bigihîje serketinê.

 

Tenê şerkariya xebatkarên kurd û tirk dijî zêrandçiyan, zordaran û usa jî empêryalîstan dikaribû şerkariya Kurdan a azadariyê rake ser dereceke herî bilind û alîkariya safîkirina pirsa Kurdan li Tirkiyê bike.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev