Ji nimûneyên zargotina me – 207

Ji nimûneyên zargotina me – 207

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûheftan me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

LÊ-LÊ QAZÊ

 

Lê-lê Qazê, hê, hî, hî, hî…

Hê lê Qazê min qurba,

Qaza min, delala min usane –

Ne hevalê qîz û bûkê vî gundê hoqla, hoqlebazê,

Xadê û mêrava eyane, sîng û berê Qaza min usane –

Nona zozanê Eledaxê, berê vê biharê belekî ser rabûne, xal û xet ketinê.

Êlo, êtîmo gede, were tu nifira canê min evdala xadê neke,

Wezê ne qazim, ne qulingim,

Ne hevalê qîz û bûkê vî gundê hoqla, hoqlebazim,

Ezê canûngeke tere-cane ber mirazim,

Rojê bîstûpênc hevê nola te têne ber derê mala bavê min xazgînîyê, min dixwezin.

 

Êtîm gede, ez çûme Helebê, cîyê kerîyane,

Çûme Wanê, cîyê xocelîyane,

Çûme Rewanê, cîyê ermenîyane,

Çûme Dîarbekirê, cîyê şera û şimaqîyane,

Çûme Qersê, cîyê çîlan û bedewane,

Ezê xerc-xeracê van gunda heft sala top bikim,

Ezê ditirsim mesrefa min û qaza min

Sê meha tê derneyê.

 

Xadê û mêrava eyane, sîng û berê Qaza min, delala min usane, ji xal û xeta,

Danzde mellê bi surmanîyê,

Sêzde axûndê ecema,

Panzde keşîşê ermenîya,

Danzde şêx û pîrê êzdîya,

Bikin-nekin, şevek şevê çirîya, rojek rojê bihara,

Bikin-nekin xal û xetê gerdena Qaza min, delala min nagirin tu qelem, defter û xete.

 

  1. LÊY EMAN

 

Lêy eman, lêy eman!

Dîkê nîvê şevê min dixulxuland,

Du pîrê uncûzê ginciroke, nepake li kêleka min rûniştî bûn,

Yekê kefenê min dibirî,

Yekê bi gaz û meqesê difesiland.

Xwezil min zanibûya paşî mirina min,

Kanê keleşa min, çevê belek, anîya kever, pozê pîjîn, dêmê gulî, gurzê ber cênîka,

Gelo ji kêra dişitiland,

Way wayê, gelek zulme.

 

Lêy eman, lêy eman!

Qemera min qemereke wa bi naze,

De tu rave serî girêde heft reng û donzde terza.

 

Gundî û cînarno,

Evê terezê dilê min kirîye miskenê kulan van mereza,

Way wayê, gelek zulme.

 

 

 

  1. MEGRÎ

 

Megrî, megrî, melûbîne,

Belek çeva hêsira ser sûretê sorda nebarîne,

Xudê reme, ela ji min û tera kerîme.

 

Ezê çûme Intaba şewitî

Herçar malê tirka,

Şebaba min tevî qîz û bûkê adema xwe firikand,

Bira dê û bavê min xêrê wayê qe nebînin,

Seba malê dinyalikê, çend zêreka, edetê kurmancîyê,

Çima ez nedame xortê kesîbî mal di gundda,

Çarde salî virda dilê min têda,

Seba malê dinyalikê ez dame kurê dewletî,

Şindoyê mêra, wekî kavilê gundada bibe xelaya mêra, kesekê nake ber golika,

Megrî, megrî, hêsira nebarîne,

Xudê reme, ela kerîme.

 

Ezê çûme Intaba şewitî herçar malê rêzê,

Minê bala xwe dayê, şebaba min tevî qîz û bûkê adema li bindarûkê sekinîye li ser fêzê,

De bila dê û bavê min porkurê xêrê wayê nebînin,

Ez nedame xortê kesîbî mal di gundda, seba malê dinyalikê

Çend zêreka ez dame kurê dewletî, kotî şindo,

Ez porkura xadê qutar nakim bikevime nav cî û belgîya,

Arkolkê tendûrê nava sîng û berê min porkura xadêda

Top dike bexlem-gilîzê.

 

 

  1. ÇEMÊ PAYÊ

 

Çemê Payê tê leme-leme,

Kavila Mûradêda hevdu digere,

Evdal axayo, tê xwe kî, navê xwedê kî,

Tê qend-zincîrê lingê Sincanî Telo girane tê vekî,

Her heft birê min, kale bavê min tê dewsê kî.

 

Çemê Payê têye xuşe-xuşe,

Wê kavila Mûradêda ade-ade hevdu dizivire,

Evdal axa, tu xwe kî, bi navê xwe kî,

Qeyd û zincîrê lingî Sincanî Telo vekî,

Bidî deb xatirê min vî dilî.

 

Çemê Mûradê tê leze-leze,

Wê kavila Mûradêda dibeze,

Ezê herim xwe bavêjime ber bextê gemîçî,

Ezê bêm – gemîçîyo,

Tê bi xwe kî, navê xwedê kî,

Min û Sincanê Telo derbazkî,

Ez kifyaretê heqê teme.

 

 

  1. LÊ-LÊ DÎNÊ

 

Lê-lê, lê dînê,

Ezê nexweşim kavilê gundada,

Tu qasekê rave were ser minda,

Kilîtê bîne serê sendoqê veke,

Paçka titûna Mûşê lê derxe,

Cixarekê lê bipêçe,

Darik, darçîn, mêxika lê werke,

Xûdana anîya xwe lê bireşîne,

Bîne ezê qasekê bikişînim –

Sebira min pê derê.

Wekî dê û bavê min gotin:

-Kîye, kî nîne?

Ezê bêjim:

-Dayê, bavo, ew hekîmê Loqmaye,

Daye dû-dermanê xwe, qasekê

Hatîye ser min daye.

 

Hey lê, lê dînê,

Ezê çûme kavilê gunda –

Dilê minê kete duda,

Yeke koçera serê çiya,

Yeke riaeta li nav gundîya.

 

Ezê çûma bal ya riaeta nav gundîya,

Minê gava dîna xwe dayê,

Kirasekî çîtî gulgulî ser çoka didirût derzîya,

Dineqişand bi tilîya.

Minê dest avîte reşgulîya,

Ser minda xar bû lola so-pêjeka çevkanîya.

 

Minê gava dîna xwe dayê,

Evê kafira qîza kafira avête qerde-qurdemê jinebîya,

Wez rabûm lê revîya bûm.

 

Ezê zivirîm hêdî-hêdî, yavaş, yavaş, kamas-kamas –

Çûm bal ya koçera serê çiya,

Minê gava dîna xwe dabûyê,

Kirasekî şerî çîtî gulgulî ser çoka bû,

Didirût derzîya, dineqişand bi tilîya,

Minê dest avîte reşgulîya,

Ser minda xar bû lola so-pêjeka li çevkanîya,

Ramûsana vê kafira-kafir usa bû,

Lola hevka hinara bê dendik –

Xurê kalan û pîrane,

Lola qeysîyê Ordûbatê, lola birincê Ûlexanê,

Xortekî çardesalî xwera têxe demê, ber rûnî.

 

Lê-lê, lê dînê, lê dînê,

Heyfa min nayê wê heyfê,

Heyfa min tê bejina zirav, sûretê sor,

Enîya kever, dev-lêvê mijmijkî,

Zenda zere morî mircan,

Enîya kevere zêra, gulîyê reşe zirave li dirêj,

Îsal çendik-çend sale tê ketî destê kotî şinedê mêra,

Arkolkê tendûrê, qoncê seqavêlê,

Kurmkê devê çevîyê,

Van şevê paîza dirêj,

Şirtika vî kafirî heta sivê rêz dive ser zenda zere morî-mircan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev