Ji bo bîranîna welatparêzekî mezin Egîtê Abasî

Ji bo bîranîna welatparêzekî mezin Egîtê Abasî

Ew 40 salan herfrêzê rojnameya ”Rya teze” bû 

Egîtê Abasî sala 1931-ê li Ermenîstanê li gundê Kelekûta (nehîya Talînê) li maleke eşîrî, mala Feremezê Abas da ji dayika xwe bûye. Malbeta wan ji êla Hesinîya, ji qebîla Bûvkan e.

Xwendina xweye sifte Egît li gundê xwe da stendîye. Lê dibistana navîn li gundê cînar–Sasnaşêna Jêrîn xilaz kirîye. Piştî xwendina navîn çar sala li eskerîya Sovetê qulix kirîye. Sala 1955-1959-a li Xwendinxana Yêrêvanê ya dersdaramadekirinê, para kurdî da xwendîye û xilaz kirye, bûye kutakirîkî wê xwendingehêyî yekemîn. Dû ra hetanî sala 2000-ê, weke 40 salî weşanxana Ermenîstanê ya dewletê da çawa herfrêzê rojnama «Rya teze» û pirtûkên kurdî xebitîye. Pêra jî bi cûrê dûreke înstîtûta Yêrêvanê ya zoobeytarîyê xilaz kirye. Gelek gotar û serhatîyên wî rojnama «Rya teze» da çap bûne, bi radyoya xeberdanên kurdî hatine dayînê. Sala 1993-a berevoka serhatîyên wî li Yêrêvanê hatîye weşandin.

Serhatîya Egîtê Abasî bi kurtayî eve. Lê jîyannîgarîya wî daha bi serecem, tam û geş e. Xebata wî, rast e, ne dîhar û ber çavan bû, lê gelek dijwar û cabdar bû. Bêyî Egît tu hejmareke rojnama «Rya teze» nikaribû derketa, hemû nivîsarên rojnamê ber destê wîra derbas dibûn, li ser makîna Lînotîpê dihatine rêzkirinê. Ew xwendevanê hemû hejmarên rojnamê yê herî pêşin bû. Gelo mirov hejmarên rojnama «Rya teze», yê ku Egîtê Abasî di nava 40 salan da rêz kirîye, bike kitêb wê bibine çend cilda? 300-î ne kêmtir. Lê çiqas kitêb-berevokên helbestvan û nivîskarên me ewî rêz kirîye, ew jî Xwedê bizanibe!

Tiştekî veşartî nîne, ku xebata rêdaksîya rojnama «Rya teze» ya wan salan û heta îro jî ya bi kolêktîv e. Rojname bi hereketê 15-16 karmendên wê dihate amadekirin û çapkirin. Lê bêyî herfrêz rojnamê nikaribû ronayî bidîta. Heta herfa kutasîyê jî bi destê Egît dihate rêzkirinê û rastkirinê. Hemû xebatkarên rojnamê, ji korêtor girtî hetanî berpirsyar, dikaribûn li ber hev bihatana gûhastinê, lê tû yekî nikaribû xebata herfrêz bikira. Egît salê carekê pak ne diçû betlanê-hêsabûnê jî, dîsa dihate li ser kar. Kutasîya salên 70-î destpêka slên 80-î carana tenê Paşayê Erfût ew diguhast. Egît wî va şa û firnax dibû, digot, wekî îdî Paşa bûye kadirekî tam, wê wî ra bibe hevkar, ewê hinekî serhêsa be. Lê zûtirekê Paşayê Erfût bona xwendina bilind dest bîne ji xebata çapxanê bi mecbûrî derket, çû bajarê Taşkêndê û zanîngeha zapitîyê da hate hildanê. Dîsa Egît ber dezgê herfrêzîyê tik-tenê ma…

Ew merivekî xebathiz û cabdar bû, pêra jî camêr bû, berbihêr, milahîm, hevalhiz û şîrhelal bû. Lê milethizîya wî jî bê hed û hesab bû. Ewê netewhizîyê ew kirbû maşoqê çanda gel, pêşewitîkî wêyî erhede. Lema jî geleka qedrê wî digirtin. Nivîskar û şayîrên meye meşûr Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Qaçaxê Mirad, Fêrîkê Usiv, Mîkayêlê Reşîd, Elîyê Evdilrehman û gelekên dinê qîmetê mezin didane xebata Egîtê Abasî, emekê wî dişêkirandin. Weke 30 salî ewî li ber destê berpisyarê rojnama «Rya teze» Mîroyê Esed kar kir. Hevalê Mîro xebata xweda gelek cabdar û berk bû. Lê rojekê ewî gazin ji xebata Egît nekir, carekê dengê xwe di hindava wî da bilind nekir. Egîtê Abasî jî di hindava hevala, nas û nenasa da xerîbdost û xêrxwez bû. Lewzê wî nerm û şîrin bû, gelekî zarxweş bû. Çawa gel dibêje, gul-nûr jê dibarî…

Emekê Egîtê Abasî bi resmî jî hatîye qimetkirin. Ew du cara bi xelata Komara Ermenîstanê ya blind – hurmetnama Sedirtîya Şêwra Ermenîstanê ya Tewrebind va hatîye xelatkirin.

Wek hate gotin, Egîtê Abasî ne ku tenê herfrêzê rojnama «Rya teze» bû, lê pêra jî gotervan-miqaedarekî wêyî zîrek û çalak bû. Nava salên xebata xwe da ewî bi sedan gotar, bi dehan serpêhatî û kurteçîrok li ser rûpelên rojnamê çap kirbûn. Hemû nivîsarên wî zelal û sade bûn, derheqa mirovên xebathiz, bûyerên rojê da bûn. Gelek cara ew tevî karê amedekirina radyokompozîsonên bi kurdî yên radyoyê jî dibû, dilqa da dilîst. Şûreta wîye artîstîyê jî hebû. Xortanîya xwe da gelekî dixwest bibûya lîstikvanê şanoyê. Lê li zanîngeha şanovanîyê ji ber konkûrsa mezin nehate hildanê.

Destpêka sala 1993-a bû. Rojekê piştî derxistina hejmara rojnamê ya bi sirê Egît ji neşirxanê, ku avayê li rex avayê hemû rêdaksîyonên rojnamên Ermenîstanêye dewletê bû, hilkişîya qatê 12-a û kete oda berpirsyarê rojnamê yê wê demê Emerîkê Serdar. Dilê xwe vekir û hinekî gazin kir. Got, wekî gelek serhatîyên wî rojnamêda derketine, ew dixweze bike berevok, lê şerm û fedî dike. Wî çaxî Emerîk ber dilê wî da hat. Gotê, wekî nêta wî ne tenê baş e, lê qenc û heq e jî.

Û Emerîkê Serdar wek nivîskarê cêribandî ne ku tenê bû berpirsyarê barevoka Egîtê Abasî, lê usa jî pêşgotina wê bi dilgermî nivîsî. Dawiya wê salê berevoka Egîtê Abasî ya bi navê «Rya dil» derket. Di berevokê da deha zêdetir serhatîyên wî çap bûne. Ew derheqa gûndîyên xwe, rabûn-rûnştandina wan û pevgirêdanên wan da dinvîse, hizkirina berbi dê û tebîyetê tîne li ser zar. Xazma serhatîyên wî yên bi navê «Gazya xûnê», «Hêsirê dê», «Holê», «Maka hezarî» bi hewaskarî têne xwendinê.

Nivîskarê emekdar Eskerê Boyîk rêsênzîyake hêja derheqa pirtûka Egîtê Abasî da di rojnema «Rya Teze» da weşend û qimetekî bilind dayê.

Sala 2000-ê Egîtê Abasî malê va bar kir, çû Rûsyayê. Gelek mirovên wî heta hingê îdî li wir diman, kurê wî Abas jî derketibû û hatibû bajarê Vladîmîrê. Carana, gava me yekî wî ra têlê dixist, gelek kêfxweş dibû, derheqa rojnamê û radyoyê, xebatkarên wan ocaxên netewî da dipirsî, tê bêjî bîra her kesî kiribû…

Emekê Egîtê Abasî tu wexta deya naçe, wê herdem bê şêkirandin û qîmetkirinê. Lê bîranîna wî wê dilê wan kesan da heta-hetayê geş bimîne, yên ku ew nas kirine, tevî wî xebitîne û hevaltî kirine.

 

Xebatkarên rojnama «Rya teze» yên berê û naha:

 

Emerîkê Serdar, Hesenê Qeşeng, Babayê Keleş,

Rizganê Cango, Prîskê Mihoyî, Têmûrê Xelîl,

Porsora Sebrî, Letîfê Emer, Tîtalê Kerem, Mirazê Cemal.

 

Çavkanî: malpera Çirûsîya netemirî

 

P.S. Haya malpera Riataza ji xudanê vê nivîsara delal heye, ew rojnamevanê emekdar Prîskê Mihoyî ye. Gotar di tebaxa sala 2011an da hatîye nivîsar. Mala wî hezar carî ava!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev