Li Sine xwandina master a Ziman û Wêjeya Kurdî dest pê dike

Li Sine xwandina master a Ziman û Wêjeya Kurdî dest pê dike

Qonaxa xwandina master a Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanînegha Kurdistanê li parêzgeha Sineyê tê vekirin

 

Navenda Nûçeyan– Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sineyê, li Kurdistana Rohilatê Dr. Bextîyar Secadî ragihand, ji sala bihê ve qonaxa master a xwandina Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanînegha Kurdistanê li bajarê Sineyê tê vekirin.

Bextîyar Secadî ji Rûdawê re got, hemû amadekarî ji bo vekirina qonaxa xwandina mastera Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê hatine kirin.

Secadî dîyar jî kir, ku Wezareta Xwandina Bilind a Îranê jî ew yek pesend kirîye, ku li Zanîngeha Kurdistanê qonaxa masterê ya Ziman û Wêjeya Kurdî bê xwandin.

Bextîyar Secadî herwiha got, ku daxwaz li ser Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî gelek zêde ye û ew beş li zanîngehê yek ji beşên herî serkevtî ye, ku berdewam daxwaza li ser xwandina di vê beşê de zêde dibe.

Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê destnîşan kir, ku pirtûk û waneyên xwandinê ji bo destpêkirina xwandina masterê di vê beşê de hatine amadekirin.

Rûdaw

http://www.rupelanu.com/li-sine-xwandina-master-a-ziman-u-wejeya-kurdi-dest-pe-dike-8533h.htm 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev