Rêya Jiyanê. Binemala Qasimlo: Re û Rîşe, Liq û Şaxên Wê

Rêya Jiyanê. Binemala Qasimlo: Re û Rîşe, Liq û Şaxên Wê

Kitêbeke delal ji weşanxaneya AVESTAyê

Hesen Şetevî

 

Kitêba Hesen Şetevî ya bi navê “Rêya Jiyanê, Binemala Qasimlo: Re û Rîşe, Liq û Şaxên Wê” derket.

 

Kendal Nezan di pêşekiya kitêbê de wiha dibêje:
“Dr. Hesen Șetevî kesayetiyeke kurd a welatparêz û rengîn e. Di warê xwe yê xebatê de cerrahekî naskirî û serketî ye. Li Elmanyayê çalakiyên wî yên ji bo doza kurdî jî di xortaniya wî de, di salên xwendekariyê de dest pê kirine û bi dirêjahiya 60 salên dawîn bi awa û cureyên cihê dom kirine. Jiyana wî bi xwe dikare bibe romaneke balkêş. Ew li bajarê Ûrmiyê, paytexta Sarim Xanê Mukrî yê navdar, di malbata navdar a Qasimloyan hatiye dinyayê.

Pirtûka Dr. Șetevî bersiva valahiyeke gelek girîng dide: Dr. Qasimlo li ku, di binemaleke çawa de mezin bû? Rê û resm, orf û adetên vê malbatê çi bûn, yên bajarê Ûrmiyê çi bûn, peywendiyên wan bi eşîretên Kurdan re, bi welatparêzên kurd ên din re, bi qewmên cîranên wan, ango azerî, aşûrî, ermenî û eceman re çi bûn? Bi kurtî, kesayetiya wî, berhema edebeke malbatî û çandeke herêmî ya çawa bû?

Agahdariyên Dr. Șetevî, yên ji destê yekem li ser binemal û salên zarotî û xortaniya Dr. Qasimlo gelek hêja û girîng in. Em bi saya wan çêtir tê dighên ku kesayetiya xweşsohbet, nuktedan, devliken a Dr. Qasimlo, pirzimaniya wî, kûrahiyên nasîna wî ya jiyana gundîtî ya kurdî ya peywendiyên eşîretî, evîna wî ya ji bo helbest, stran û goraniyan, ji bo qise û sedayên xweş, ji bo jiyanê û ji bo jinan çawa, di nav çi kultureke malbatî û civakî de dirust bûne.

Pirtûk mîkro-dîrok e, lê cureyeke şecerename ye jî, ya tayfeya Qasimlo ku bi sedan ciwanên xwenda pêşkêşî civakê kirine. Pirtûka Dr. Șetevî kaneke agahdariyên kêmnas e, li ser herêma Ûrmiyê, li ser jiyana civakî ya vê herêmê, li ser “saga”ya binemala Mihemed Axayê Qasimlo, gencîneyeke ji bo lêkolînerên dîroka nêzîk a Kurdistana Rojhilat.”

Rêya Jiyanê
Binemala Qasimlo: Re û Rîşe, Liq û Şaxên Wê
Hesen Şetevî

ISBN: 978-605-2246-61-0
21.5×13.5, 304 sayfa 35 TL

 

www.avestakitap.com

https://www.facebook.com/wesanenavesta

https://twitter.com/avestayayin

http://www.instagram.com/avestayayin

http://www.youtube.com/avesta1995

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev