”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 12

”Kurd. Efsaneya Rohilatê” – 12

Malpera me bi rêzenivîseke nû dest bi çapkirina berhemên ser dîrok, çand, ziman, wêje û zargotina kurdî dike, ku wê wergerên ji rûsî yên ji pirtûka gelekî delal ”Kurd. Efsaneya Rohilatê” bin, ku şîrketa neftê û gazê ya Rûsîyayê ”Gazprom”ê bi naverokeke gelekî xurt û dagirtî bi zimanê rûsî çap kirîye.

Bi bawerîya me, eva pirtûka ji hemû pirtûkên derheqa kurdan û Kurdistanê da, ku heta niha çap bûne, ya here serketî û bi bûyeran va têr û tije ye: him bi nivîskar û zanyarên di cihanê da gelekî binavûdeng va, ku nivîsên wan yên ser dereceya bilind û li ser bingehê ulmî, bi belgeyan va dewlemend di vê berhemê da cî girtine, him bi mîzanpaj û dîzayna xwe va, him jî bi xemilandina wêneyên dîrokî va, ku piranîya wan heta niha li tu cîyan çap nebûne.

Mizgînîyeke din jî ew e, ku ev berhema bêhempa wê di nava demeke kurt da bi zimanên îngilîsî, bi du zaravên zimanê kurdî – kurmancî û soranî çap bibe.

Berhema me a îro berdewama nivîsa ”ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA” ye.

Em îro para wê a çaran çap dikin, beşên din emê ji berê va raberî we bikin.

Amadekar û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Zera Elî Yûsûpova

ZIMAN, ZARGOTIN, WÊJEYA KURDÎ DI LÊKOLÎNAN DA -4

 

(SERDAZÊDEKIRINA WÊJEYÎ)

 

Teyr û taûs: Hikyata kurdî ya gelêrî 

Bi gotina gotîyan, refê balindeyan berev bûye, ku bo xwe padîşahekê hilbijêrin. Her balindeyek dixweze bibe padîşah. Yek ji balindeyan, ku ji hemûyan pirtir ji xwe bawer bû, bi bedewîya xwe va kubar dibû, derkete meydanê û baskên xwe dawşand, got: “Ez taûseke bêhempa me, [û] ji ber ku ez ji hemû balindeyan ciwantir im, ez hêjayê wê yekê me, ku bibim padîşaha hemû balindeyan”. Dema balinde çav li taûs ketin, ku bi tena serê xwe bi baskên xwe yên vekirî yên rengorengan va, ku rengên wan bi tîrêncên ro yê ra ketibûn pêşbirkê, li meydanê sekinîbû, hemû bi hev ra kirine gazî: ”Bi rastî jî, taûs bi bedewîya xwe va hêjayî padîşahîtîyê ye, û em wî wek padîşaha xwe hildibijêrin”. [Û] balindeyan destpê kirin taûs bi padîşahîtîya wê a [paşerojê] va pîroz bikin.

Wê demê elok derkete ser sehneya meydanê, ber taûs sucde da, ango temene bû, got: ”Padîşaha min, ez dikarim pirsekê ji cenabê te bikim?” Taûs baskên xwe dawşand û got: ”Kerem bike, pirs bike”. Elok got: ”Di civaka me da bûye edet, ku tevaya hebûna xweû milkê xwe qurbana padîşah bikin, çimkî padîşah civaka me û hebûna me diparêze”. Taûs got: ”Gotinên elok gelek rast in û di cî da nin”. Elok got: ”Lê eger kundê kor û teyrê baz êrîşî me bike, gelo emê çawa xwe biparêzin?” Taûs bê bêdengîyê bersîva wê pirsa elok da. Li vira balindeyan fêm kirin, ku pesindayîna taûs bêfeyde ye, [û] bedewîya wê bê hêz e, [û ku] balindeyên bê hêz hewcê piştovanê xurt in, bona ew bikaribin wana him di şêr da, him jî di tengasîyê da biparêzin. Lema jî balindeyan biryar kirin teyrê baz yê bi hêz û bê tirs bikin padîşaha xwe.

Wergera ji rûsî ya Têmûrê Xelîl

 

(DAWÎYA SERDAZÊDEKIRINA WÊJEYÎ)

 

Wek ku ji çavkanîyên jorê kivşkirî tê xuyakirin, cem kurdan mijara folklorê ya henek û laqirdîyan pir pêşketî ye. Pir caran di henekan da bûyerên rasteqîn derdikevine ser avê, û mêrxasên wana pir caran kes û şexsên rasteqîn in, lema jî serpêhatîyên wisa bi navên şexsan, binavkirinên eşîretan, navên erdnîgarîyê, ku cîyê bûyerê yê eslî destnîşan dikin va dagirtîne. Em nimûneyan bînin.

 

”Bi gotina gotîyan, Hecî Îbrahîm axa xwerineke mêvanperwerîyê çê kir, bangî gelek niştecîyên Suleymanîyê kir, lê bi sebebekê gazî cînarê xwe yê herî nêzîk ne kir. Yek ji mêvanên ezimandî ji wî pirs dike: “Ew çi qewî, ku Hecî Îbrahîm gazî te ne kirîye?” – ”Ez nizanim,- ew bersîvê dide,- qey ew difikire, ku ez nikarim pelawê bixum!”

 (Wergera ji rûsî ya Têmûrê Xelîl)

 

”Karê kesekî tenê ew bû, ku merivan ji vî berê çêm derbazî wî berî dikir. Çend kes hatin û gotin: “Tuyê her yekî ji me bi çi bibî wî berî?” Ew bersîveke ha dide: “Her yek ji we bira kraneke (muslix) avê bide”. Ew dibêjin: ”Lê eger yek ji me bixeniqe?” Ew bersîvê dide, dibêje: ”Kê ji we bixeniqe, hûn dikarin heqê wî nedin”.

 

”Carekê ji Mewlewî pirsîn”30: ”Mamosta, Gelo şagirtên [medreseyê] rast dikin, ku bi jina mamostayê xwe ra têkildar dibin?”Ew bersîvê dide, dibêje: ”Belê, bi şertê ku jinên wan razî ne”.

 

An jî yeke din:

”Dibêjin, ku keçeke feqîrekî hebûye. Ewê berî ku mêr bike, welidîbû, kurek anîbû. Rojekê ewê feqîr di civatekê da rûniştîye, û gilî tê ser zaran, ka ew çawa têne ser rûyê dinyayê. Bavê keçê dibêje: ”Ez bi Xwedê kim, her tişt di destê Rebbê min da ne, û tu karê mêran bi vî îşî neketîye. Mesele, keça min Fatme mêr nekiribû jî, lê kurekî gotineke we jê ra bû!”31

 

Gotinên pêşîyan û biwêjên gelêrî – yek ji mijarên kevinare yên folklora kurdî – pir balkêş û hewaskar in. Lema jî di nav gel da wê bi nav dikin wek pendî pêşînan – ”wesyetên kal û bavan”. Gotinên pêşîyan pir caran bi bang û ahang in û kurt û kûrfikir in. Gelek fikirên wek yên di gotinên pêşîyan yên kurdan da di gotinên pêşîyan yên gelên din da jî hene, lê dîsa jî yên kurdî taybetmendî û bîn-boxsa xwe parastine:

 

”Kesê ku ditirse, ew şaşîyan nake;”

”Gûzan bar dike [lê] deng jê dernakeve (derheqa xebatkarê zîrek da)”

”Xalîçe li cîyê tenik dipizire.”

(weke gotina pêşîyan ya rûsan ”li kîderê zirav e, li wir diqete”);

”Xwerina rijî ya ji ocaxa xwe ji pelawa xelkê çêtir e”;

”Bira xurê şêr bim, ne yê rûvî”;

”Derew nagihîje dilan”;

”Her kes ji nan hez dike, lê tu kes wek şivên nan nade ber dilê xwe”;

”Heta tu dewlemend î, – tevaya dinyayê birayê te ye”;

”Mêvan – xemila malê ye”;

”Ew heta berî mêşan jî nade (yeke wek wê: ”ew xatirê mêşan jî nakeve”;

”Mehkemeya maran bi daran dikin”;

”Destên westîyayî ser zikê têr in”;

”Tu nikarî Bexdayê bi qerebalixekê va zevt bikî” û yên din.

 

Mecaz (qelîbotk), herwiha wecîze (gotinên aqilmendan) û mesele û metelok jî, ku di navbera wan da ferqên berbiçav hebin jî, lê her yek ji wana pir balkêş û kûrfikir in û di wan da aqilmendîya gel bi awayekî zelal xuya dibe:

 

”Daye dû xezala westîyayî” (ango, li kesê bê hêz dixe);

”Çû xurmeyan bixwe” (ango, çû dinyaya din);

”Sîran li simêlên min nexe ” (ango, min nexapîne);

”Guhê şêran kaş dike” (derheqa merivekî gelekî bi hêz da ne).

 

Bawerîyên gelêrî gelek balkêş û hewaskar in, ku rehên wan ji tecrûbeya jîyanê ya bi sedan salan tê. Wek nimûne:

 

”Dibêjin, dema Ro berêvarê bi ewran va xwe rapêçe, dêmek wê baran bê”;

”Dibêjin, êvaran neynûkên xwe jêkin, nexêr e”;

”Dibêjin, dema bûkê tînin mala zavê, gerekê li mehînê sîyar bikin, lê ne hespê”;

”Li Kurdistanê nalên hespan li serê jorîn yê xanîyan darda dikin”;

”Dibêjin, ku hingiv bi kundur ra bixun – zirar e”;

”Dibêjin, eger popelîska mirîşkê sor dibe, [dêmek] ewê zûtirekê hêkekê bike”;

”Dibêjin, merivê bi patika req û rast zêde ne bi aqil e” û yên din.

 

Mamikên (têderxistinok) kurdî yên balkêş û hewaskar, ku zêde nehatine naskirin, bala her kesî dikişînin ser xwe. Di nivîsên Mihemed Şerîf da ewana bi awayê helbestkî yên ji du an çar xetan – pir caran bi bersîvên bo me ecêb, ku em ne li bendê bûn –  hatine raberkirinê. Ji bo nimûne:

 

«Radikeve  —wek canega ye, şîyar dibe — wek çiya ye» (kon);

«Ne ling heye, ne panî, [lê] her malek wê nas dike» (aşa destî);

«Çar birayên çemekî, tîran berdidin behrekê»

(gihanên çêlekan dema dotinê);

«Ne ling heye, ne panî, bi xwe hildikişe ser banî» (dû);

«Vî alî kezî, wî alî kezî, di ortê da kewa gozel» (çav);

«Maleke min a tarî heye, bi deveyên situ zirav va tije ye» (mûristang);

«Di dema pêxember da poça [wî] ser sere wî şîn» (kundir);

«Ewr e, ewr e, ji wê dibare kulîyê berf e» (moxila ard tê da tê bêjingkirin);

«Kela kilskirî, lê bêy derî» (hêk);

«Vî alî dîwar, wî alî dîwar, di hundur da seyê har » (ziman).

 

Yek ji berhemên welatên dereke yên paşin “Berevoka folklora kurdî” ya zanyarê Îraqê Mihemed Tofîq Wurdî ye (Necef, 1971), ku di wê da nivîsên ji nimûneyên efrandarîya gelêrî yên bi zarkî gotî bi cî bûne (yên stiranan, serpêhatîyan), ku bi zaravên kurdî yên cuda cuda hatine gotin, herwiha bi zaravê başûr yê kêm tê naskirin – feylî jî (cûreyekî lûrî ye). Bi tekstan ra tevayî di pirtûkê da malûmatî hene derheqa zarbêjan da.

Bi vî awahî, niha di ber destê zanyarîyê da nivîsên berfireh û gelek dewlemend hene derheqa folklora kurdan da, ya ku heta roja îroyîn jî bi awayekî têr û tije nehatîye lêkolan. Em wê jî bêjin, ku folklor di jîyana kurdan ya ruhanî da cîyekî taybet digire: Kurdan bi parastina nimûneyên zargotinê taybetmendîya xwe ya miletîyê parastin. Hemû nimûneyên efrandarîya gelêrî, him ya stiranan, him jî ya serpêhatîyan,- ew çavkanîya nemiçiqî ye bona malûmatîyên derbarê çand, erf-edet, eyd-erefat û bawermendîyên kurdan da.

Berhemên folklorê herwiha me bi cihana heywanan û hêşinahîyê ya Kurdistanê ra dide naskirin, bi hemû wargehên wan yên jîyanê va, ku pir dewlemend e. Ji bo nimûne, em ji kilaman pê dihesin, ku kurdan ji demên kevinare da pez û dewar, hesp û balinde xwedî kirine, bi wê ra tevayî xwelî bêcer kirine (wana genim, birinc, dan, nîsk, savar, pincar û şînkayî içandin) û karê baxçe û bostanan jî dikirin. Derheqa vê yekê da di berevoka A. Sucedî ya bi sernavê ”Xemil û xişirên cewahirî” da malûmatîyên pir giranbuha hene, ku li wir bi awayekî hûrgilî behsa wan navçeyan dike, ku heywanên cûre cûre xwedî dikin û ji hev zêde dikin. Mesele, li Melwanê çêlek xwedî dikirin, li Lecanê – pez, li Hewremanê – keran, em wê jî bêjin, ku kerên nêr li Cewarê xwedî dikirin û ji hev zêde dikirin, lê kerên nêr – li Eblacê, li Mêrgewarê – berx, li Kêrmanşahê – dîkan, li Hewşerê – kûçikan û h.w.d. Di berevoka A. Sucadî da em malûmatîyên derheqa wê yekê da dibînin, ku herêmên Kurdistanê her yek bi kîjan cûrê malhebûnîyê va mijûl dibû, li ku pembû û titûn dihatine çandin. Hinek herêm bi darên xwe yên tûtan, rezên tirîyan, zebeşan bi navûdeng bûn, hinek herêmên din bi çandina gundoran, xurmeyan, sêvan û sitendina hingiv va navdar bûn û h.w.d.

Ji karê bi destan yên gelêrî em derheqa çend cûreyên sine`tkarîyê pê dihesin, ku li tevaya Kurdistanê belav in: wek çêkirina şûran, miştikên cixarekişandinê, kevçîyan, xalîçeyên bo duakirinê û h.w.d. Di stiranan da karên kurdan yên din di demên kevinare da jî xuya dibin, wek: nêçîrvanî, pêşbirkên siyaran, şerên boxeyan û dîkan, herwiha kilam û reqasên gelêrî, ku di jîyana kurdan da cîyekî taybet digirin.

Di dawîyê da hêja ye bê destnîşankirinê, ku di karê parastina folklora kurdî da çapemenî û ragihandin roleke mezin lîstine. Di rûpelên rojname û kovarên kurdî da, ku di perçeyên Kurdistanê yên cuda cuda da ronahî didîtin, herdem nimûneyên efrandinên gel bi zaravên cuda cuda dihatine çapkirinê. Heta di salên Şerê Hemcihanê yê duduyan da di kovara ”Hawar” da di nava malûmatîyên ser emelên şervanîyê da meriv dikare nimûneyên folklorê, malûmatîyên derheqa dîrokê, wêjeya kurdî da bibîne.

 

Çavkanî:

 

30) Şairê kurdan yê binavûdeng di sedsala XIX da.

31) Berhema Z. E. Yûsûpovayê ya «Serpêhatî û henekên kurdî yên balkêş» bi wergera ser zimanê rûsî (M., 1996) derheqa vê mijara kêm lêkolînkirî da ye.

 

Wêne: ji malpera saradistribution.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev