Mixabin!

Mixabin!

Devliken Kelogirî

 

“Serê salê, binê salê, xwedê kurekî bide vê malê!”

 

Mixabin!

Çima mixabin?

Ev sala çûyî jî ji kîsê kurdan çû.

Kurd îsal jî negîhaştin miradê xwe

û Kurdistan dîsa wek her sal li ber çavan bû leylan, mixabin.

Mixabin!

Mixabin!

Mixabin!

Yanî min xwest destnîşan bikim û we serwext bikim ku li jor min sê caran “mixabin” bi kar aniye.

Hewce bû gelo?

Mixabin, wexta mijar dibe Kurdistan, hezar carî jî ez bibêjim mixabin, dilê min rehet nabe.

 

“Serê salê, binê salê, xwedê kurekî bide vê malê!”

 

Saleke din li temenê zarok û ciwanan zêde bû, lê herweha ji temenê kal û pîran jî salek din kêm bû,

mixabin.

Min ji vê “mixabin”ê hez kir.

Hema li ku bêhn li meriv çikiya, yan jî li ku meriv tengijî, hema demildest bibêje, mixabin û xwe xelas bike.

Erê, min digot çi?

Min digot,

“Temenê zarokan dirêj dibe, lê zimanê me kin…”

dû re min keserek kişand û pê re pê re du niqut hêsir rijand.

Çi?

We çavên min şil nedît?

Heger we karîbûya hundirê min bidîta, we yê bidîta bê wan her du çipik hêsiran çawa xwe bera ser kezeb û gurçik û dil dan.

Xwezî bi qasî kal û pîran xwe kirin qurbana zarok û neviyên xwe, zarok û neviyên wan jî bibûna qurbana xwe anku zimanê xwe.

 

“Serê salê, binê salê, xwedê kurdî têxe her malê!”

 

Bi hêviya sala bê, zana, rewşenbîr, hunermend û siyasetvanên kurd,

bi kurdî bifikirin,

bi kurdî bipeyivin,

bi kurdî bixwînin,

bi kurdî binivîsin

û bi kurdî gilî û gazin û şîretan bikin.

 

“Serê salê, binê salê, xwedê kurdî têxe her malê!”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Devliken Kelogirî

Li zanîngeha Beykentê a Stembolê di beşa Sînema-Televîzyonê da dixwîne. Bi esilê xwe va ji Mêrdînê ye. Niha karê sînemayê û televîzyonvaniyê dike. Fîlmekî wî a bi navê "Xof" heye û herweha bi navên "Doxînsistîzm" û "Xwelîserîzm" du pirtûkên wî çap bûne.

Qeydên dişibine hev