Dîroka dilî û guherîna zimanan

Dîroka dilî û guherîna zimanan

Husein Muhammed  

Ji dil diyarî dilberê

 

Peyva inglîzî ”heart” (bixwîne: ”hart”) maneya ”dil” ya kurdî dide. Anku ew herdu peyv hevwate ne.

Di peyva kurdî ”dil” û hevwateya wê ya inglîzî ”heart” de ti deng û herfên wek hev nînin. Lê dîsa jî em ê di vê nivîsê de hewl bidin bibînin ku ew eslen eynî peyv in, ji eynî peyva proto-hindûewropî (maka zimanên hindûewropî) ya bi maneya ”dil” in. Lê piştî ku zimanên hindûewropî ji hev belav bûne û kurdî û inglîzî bi hezaran salan ji hev vebirrî mane û guherîne, di encamê de eynî peyv wisa guheriye ku li aliyekî bûye ”dil” ya kurdî û li rexê din jî bûye ”heart” ya inglîzî.

Lê dîsa jî em ê bi nimûneyan hewl bidin diyar bikin ku ”dil” û ”heart” bi rastî ji eynî peyvê peyda bûne. Bo pesindkirina vê idiaya xwe, em ê hewceyî pêşkêşkirina gelek mînakan bin. Lê bi van mîsalan em ê bikarin gelek guherînên dîrokî yên zimanên hindûewropî jî destnîşan bikin.

Bo çavkaniyên nivîsarê, li dawiya wê binêrin.

”Dil” bi çend zimanan

Kerem bikin em li maneya ”dil” bi hin ziman û zaravayên kurdî, îranî, hindûîranî û hindûewropî binêrin:

  • kurmancî: dil
  • soranî: دڵ (dił)
  • farisî: دل (dil, dël)
  • pehlewî: dil
  • hewramî: ził
  • zazakî: zerrî
  • peştûyî: زړه (zirrë)
  • belûçî: زرد‎ (zird)
  • pertî: zirδ
  • osetî: зӕрдӕ (zerde)
  • avestayî: zərəd
  • luwiyayî: zarze
  • ermenî: սիրտ (sirt)
  • latviyayî: sirds
  • rûsî: сердце (sêrdtsê)
  • sanskrîtî: हृत् (hirt), हृदय (hrdaya)
  • hindî: हृदय (hŕday)
  • urdûyî: ہردی (hŕday)
  • elmanî: Herz (bixwîne: hêrts)
  • skotî: hert
  • swêdî: hjärta (bixwîne: hyerta)
  • inglîzî: heart (bixwîne: hart)
  • yûnanî: καρδιά (kardia)
  • hîtîtî: kêr
  • latînî: cor (bixwîne: kor)
  • frensî: cœur (bixwîne: kör)
  • îtalî: cuore (bixwîne: kuore)
  • spanî: corázon (bixwîne: korazon)
  • hemû jiproto-hindûewropî: *ḱḗr (yan ji forma wî ya çemandî *ḱr̥d-)

 

Armanca vê lîsteyê ew e ku bi guherînên biçûk yên yek bi yek diyar bike ku çawa peyvên bi şikl û dengên xwe yên qet ne wek hev – bo nimûne ”dil” ya kurdî, ”сердце (sêrdtsê)” ya rûsî, ”heart” ya inglîzî û ”corázon” (korazon) ya spanî – di rastiyê de ji eynî peyvê peyda bûne.

GELO EV ÇAWA MIMKIN E?

 

Lîsteya li jor bo dîtina van guherînan hatiye danîn. Em dibînin ku ev peyv bi kurmancî, soranî û farisî teqrîben eynî ye: herfa yekem D ye, herfa duyem ”i” yan ”ë” ye (”ë” li vir wek nîşana ”ê” ya kurt hatiye nivîsîn). Herfa sêyem jî di kurmancî û farisî de L ye lê di soranî de Ł / ڵ anku L-ya qelew e, wek L di peyva ”silav” yan ”welat” de.

Gava ku em derbazî hewramî bibin, em dibînin ku herfa yekem ji D vediguhere Z. Lê dîsa jî ti şik û guman ji me re çênabe: ”dil” û ”ził” ji eynî rehî ne, tenê li gor zaravayan diguherin.

Heke em ji wir jî xwe bigehînin zazakî, em ê bibînin ku ne tenê li cihê D ya kurmancî Z heye lê li şûna L ya kurmancî jî RR heye. Di peştûyî  ” زړه (zrë)” de jî Z û R li cihê D û L ne. Di osetî (zerde) û avestayî (zərədā) de jî rewş wek zazakî û peştûyî ye lê herwiha li cihê L ya kurmancî RD heye.

Mirov dikare bi hêsanî ji ”zerde” ya osetî û ”zərədā” ya avestayî xwe bigihîne “sirds” ya latviyayî, сердце (sêrdtsê) ya rûsî û սիրտ (sirt) ya ermenî jî ji ber ku guherînên di navbera wan de pirr biçûk in: Z bi S diguhere û RD jî dibe RT (ermenî), RDS (latviyayî) yan RDTSÊ (rûsî).

Dîsa bi guherandina konsonanta destpêkê Z/S mirov dikare xwe yekser ji ”zerde” ya osetî û ”zərədā” ya avestayî yan jî ji sirds” ya latviyayî, сердце (sêrdtsê) ya rûsî û սիրտ (sirt) ya ermenî bigihîne ”hert” ya skotî, ”Herz” ya elmanî, ”hirt” ya sanskrîtî yan ”heart” ya inglîzî.

Yan jî bi guherandina dengê destpêkê mirov dikare xwe bigihîne καρδιά (kardia) ya yûnanî. Bi avêtina D ji dawiya peyvê mirov dikare bigihe “cor” (kor) ya latînî, “cœur” (bixwîne: kör) ya frensî, “cuore” (kuore) ya îtalî û hwd.

Gelo em qîma xwe bi van delîlan bînin?

Hin xwandevan dê bi van delîl û isbatan razî bin. Lê hin gumanker jî dê – bi heq – bawer bikin ku ev delîl têra bawerkirinê nakin. Dibe ku ev sihirbazî yan xapandina xwandevanan be!

Loma em ê li jêr hewl bidin zêdetir delîlan pêşkêş bikin. Em ê hewl bidin destnîşan bikin ku guherîna van dengan ne sitfî / tesedifî, ne yekcarî û – ji hemûyê giringtir jî – ne tenê texmîna nivîserê van rêzikan e.

GUHERÎNA L/Ł

Peyva “dil” di kurmancî û soranî de pir dişibe hev lê ne bi temamî wek hev e. L-ya ”dil”ê kurmancî ”zirav” e, wek ”lêv, lazim, elem”. Lê Ł-ya ”dił”ê soranî ”qelew” e, wek ”silav, welat, sala 2014”.

Dengê ”ł” (ne herfa ”ł”) di kurmancî de jî heye lê di soranî de berbelavtir e. Gelek peyvên ku di kurmancî de bi L-ya zirav tên gotin, bi soranî bi Ł-ya qelew in: kurmancî ”lal, mal, xal” lê soranî ”lał, mał, xał”. Loma guherîna ”dil” bi ”dił” jî ne tiştekê nedîtî lê diyardeyeka normal e.

Bawer nakim ti şik û guman li ba ti kesî li ser eynîtiya ”dil”ê kurmancî û ”dił”ê soranî peyda bibe. Ew heman peyv in, tenê li gor taybetmendiyên her zaravayekê şiklekê piçekê ji hev cuda wergirtiye.

GUHERÎNA D/Z

Di lîsteya li jor de her heşt nimûneyên pêşîn ji ziman û zaravayên îranî ne:

  • kurmancî: dil
  • soranî: دڵ (dił)
  • farisî: دل (dël)
  • pehlewî: dil
  • hewramî: ził
  • zazakî: zerrî
  • peştûyî: زړه (zirrë)
  • osetî: зӕрдӕ (zerde)
  • avestayî: zərəd

 

Wek ku tê dîtin, di hin ji van zimanan / zaravayan de dengê destpêkê D û di hinan de jî Z ye. Ev diyardeyeka giştî ya dengguherîna zimanên îranî ye. Anku guherîna D/Z ne tenê di peyva “dil” de lê di gelek peyvên din de jî heye:

  • kurmancî: zava
  • soranî: zawa
  • zazakî: zama
  • hewramî: zema
  • belûçî: zamat
  • avestayî: zamater
  • farisiya kevn: damater
  • farisî: damad

 

  • kurmancî: zanîn
  • soranî: zanîn
  • zazakî: zanayen
  • avestayî: zan-
  • pehlewî: dan-
  • farisî: dan-isten

 

  • kurmancî: dest
  • soranî: dest
  • zazakî: dest
  • farisî: dest
  • avestayî: zeste

 

  • kurmancî: dev
  • soranî: dem
  • farisî: dehan
  • farisiya kevn: defen
  • avestayî: zefen

 

Hê jî hin nimûneyên din hene lê bawer dikim ku xwandevanên rexnegir jî dê qîma xwe bi van nimûneyan bînin û qebûl bikin ku bi rastî jî guherîna D/Z di nav zimanên îranî de tiştekê normal e. Loma em neçar in qebûl bikin ku peyva “dil” ya kurmancî û kelîmeya “ził” ya hewramî eynî peyv in, ji eynî peyvê peyda bûne. Ji peyvên ji eynî rehî hatî re mirov di zimannasiyê de dibêje ”hevreh” (bi inglîzî ”cognate”).

GUHERÎNA L/R

Di kurmancî, soranî, farisî û hewramî de dengê dawiyê yê peyva ”dil” L/ Ł ye. Lê di zimanên din yên îranî de li cihê L-ya kurmancî R yan RR heye:

  • zazakî: zerrî
  • peştûyî: زړه (zirrë)
  • osetî: зӕрдӕ (zerde)
  • avestayî: zərədā

Guherîna di navbera L û R de di zimanên îranî de û heta di piraniya zimanên dinyayê de jî diyardeyeka belav û berçav e.

Kurmancî:

  • lawir / rawir
  • şelwal / şelwar / şerwar

 

  • kurmancî: bêr, bêrik (merr)
  • soranî: bêł, bêrik
  • farisî: bîl > tirkî: bel
  • pehlewî: bîr
  • belûçî: berd
  • hexamenişî: veser
  • avestayî: veder

 

  • kurmancî: bil-ind
  • farisî: bala, bol-end
  • soranî: berz
  • zazakî: berz

Di soraniya Hewlêrê de piraniya L-yan/ Ł-yan dibin ”r”: soraniya giştî ”mał” (mal) > hewlêrî ”mar”. Di rastiyê de di zimanên îranî yên kevn (avestayî, hexamenişî) de L qet peyda nabe.  Hemû peyvên bi L yên proto-hindûewropî di avestayî de bûne R. Lê paşî L dîsa ketiye zimanên îranî lê dîsa jî kêm e. Piraniya peyvên bi L yan ji zimanên din in yan jî paşî L cihê R girtiye (wek di peyva ”dil” de ku ji bilî kurmancî, soranî, farisî û hewramî bi zimanên din ne bi L lê bi R ye) yan jî L-yê carinan cihê N girtiye (wek ”nimêj > limêj”).

Bi vê mirov fehm dike ku di eslê peyvê de R hebûye lê bi demê re ew guheriye û di hin zimanên îranî yên nû de bûye L. Ji ber ku di zimanê kevn yê îranî anku di avestayî de û di piraniya zimanên hindûewropî de jî ev peyv bi R ye, ne bi L ye, em neçar in qebûl bikin ku eslê peyvê di kurmancî, soranî, farisî, pehlewî û hewramî de ji R veguheriye, ne di avestayî, peştûyî, osetî, ermenî, rûsî, inglîzî, frensî û çendîn zimanên din de ji L bûbe R.

GUHERÎNA R/RD

Di peyva bi maneya ”dil” ya gelek zimanên nimûne de ne tenê R li cihê L ya kurmancî heye lê herwiha D, T yan Z li pey R-yê heye:

  • osetî: зӕрдӕ (zerde)
  • avestayî: zərəd
  • luwiyayî: zarze
  • ermenî: սիրտ (sirt)
  • latviyayî: sirds
  • rûsî: сердце (sêrdtsê)
  • elmanî: Herz (bixwîne: hêrts)
  • sanskrîtî: हृत् (hirt), हृदय (hrdaya)
  • skotî: hert
  • swêdî: hjärta (bixwîne: hyerta)
  • inglîzî: heart (bixwîne: hart)
  • yûnanî: καρδιά (kardia)

Ev jî ne tiştekê nedîtî ye: Diyardeyeka giştî ya kurmancî ye ku D ji pey R dikeve:

  • kurmancî: kirin
  • soranî: kirdin
  • zazakî: kerden
  • farisî: kerden

 

  • kurmancî: birin
  • soranî: birdin
  • zazakî: berden
  • farisî: borden

 

  • kurmancî: xwarin
  • soranî: xwardin
  • zazakî: werden
  • farisî: x(v)arden

 

Anku di eslê peyvê de RD yan RT hebûye (wek avestayî, osetî, ermenî, rûsî, yûnanî, inglîzî…) lê paşî D ketiye û R bûye L yan jî hevdem RD/RT di kurmancî, soranî, farisî û hewramî de bûye L / Ł. Di zazakî û peştûyî de RD bi bişivînê (helînê, asîmîlasyonê) bûye RR. D ji dawiya peyva latînî û ”keçên” latînî jî ketiye:

  • latînî: cor (bixwîne: kor)
  • frensî: cœur (bixwîne: kör)
  • îtalî: cuore (bixwîne: kuore)
  • spanî: corázon (bixwîne: korazon)

 

GUHERÎNA RD/RT

Di hin zimanan de konsonanta duyem RD û di hinan de jî RT ye:

  • osetî: зӕрдӕ (zerde)
  • ermenî: սիրտ (sirt)
  • latviyayî: sirds
  • rûsî: сердце (sêrdtsê)
  • sanskrîtî: हृत् (hirt), हृदय (hrdaya)
  • hindî: हृदय (hŕday)
  • urdûyî: ہردی (hŕday)
  • skotî: hert
  • swêdî: hjärta (bixwîne: hyerta)
  • inglîzî: heart (bixwîne: hart)
  • yûnanî: καρδιά (kardia)

 

Ev jî ne tiştekê ecêb e. Di kurdî bi xwe de jî ev cudahî heye: di gelek peyvên soranî de li hevberî RT ya kurmancî RD heye:

  • bijartin / bijardin
  • sipartin / sipardin
  • hinartin / nardin (şandin)

 

GUHERÎNA Z/S

Gava ku mirov bi lîsteya li jor de ji zimanên îranî derbazî hin zimanên din dibe, Z vediguhere S:

  • hewramî: ził
  • zazakî: zerrî
  • peştûyî: زړه (zirrë)
  • osetî: зӕрдӕ (zerde)
  • avestayî: 𐬰𐬆𐬭𐬆𐬛𐬁 (zərədā)
  • ermenî: սիրտ (sirt)
  • latviyayî: sirds
  • rûsî: сердце (sêrdtsê)

Lê guherîna Z/S jî diyardeyeka berbelav e:

  • kurmancî: zik
  • soranî: sik
  • farisî: şikem

Di inglîzî de S-ya nivîskî gelek caran wek Z tê xwandin. Anku demekê S bû loma wisa hatiye nivîsîn lê paşî dengê wê bûye Z lê bi nivîskî wek berê maye.

Wek din jî nimûneyên S/Z di zimanan de zehf in. Bo nimûne peyva ”tav, roj” bi hin zimanên germenî:

  • inglîzî: sun (bixwîne: san)
  • holendî: zon
  • elmanî: Sonne (bixwîne: ”zonni”)

Anku li gel guherîna Z/S jî dîsa peyvên îranî (avestayî, peştûyî, zazakî, osetî) li gel yên slavî (rûsî), ermenî û baltî (latviyayî) hevreh in û ji eynî bingehî ne.

  • ermenî: սիրտ (sirt)
  • latviyayî: sirds
  • rûsî: сердце (sêrdtsê) 

GUHERÎNA H/S

Dema ku mirov ji zimanên slavî (rûsî), ermenî û baltî (latviyayî) derbazî zimanên germenî yan jî zimanên hindî (sanskrîtî, urdûyî, hindî) dibe, li cihê S-ya destpêkê H heye:

  • ermenî: սիրտ (sirt)
  • latviyayî: sirds
  • rûsî: сердце (sêrdtsê)
  • elmanî: Herz
  • skotî: hert
  • swêdî: hjärta (bixwîne: hyerta)
  • inglîzî: heart (bixwîne: hart)
  • sanskrîtî: हृत् (hirt), हृदय (hrdaya)
  • hindî: हृदय (hŕday)
  • urdûyî: ہردی (hŕday)

 

Ev wek guherîneka rehî û radîkal dixuye: mirov çawa dikare idia bike ku peyvên slavî, ermenî û baltî yên bi S hevrehên peyvên bi H yên hindî û germenî bin!

Lê di rastiyê de guherîna S/H jî qet ne tiştekê nedîtî ye:

  • kurmancî: deh
  • zazakî: des

 

  • kurmancî: asin, hesin
  • farisî: ahen

 

  • kurmancî: masî
  • farisî: mahî

 

  • kurmancî: heft
  • avestayî: hepte-
  • yûnanî: ἑπτά (hêpta)
  • sanskrîtî: septan
  • latîn: septem
  • frensî: sept
  • elmanî: sieben
  • inglîzî: seven

 

  • kurdî: hev, hem, heman
  • yûnanî: homo- (heman, eynî)
  • inglîzî: same (heman, eynî) 

GUHERÎNA S/K

Li lîsteya me ya dirêj ya li jor diyar dibe ku gava mirov ji zimanên hindî yan germenî derbazî yên romî (latînî, frensî, îtalî, spanî) yan jî zimanê yûnanî yan hîtîtî (zimanekê mirî yê Anadolê) dibe, dengê destpêkê ji H vediguhere K (di zimanên romî de bi C tê nivîsîn lê bi K tê gotin):

  • sanskrîtî: हृत् (hirt), हृदय (hrdaya)
  • hindî: हृदय (hŕday)
  • urdûyî: ہردی (hŕday)
  • elmanî: Herz (bixwîne: hêrts)
  • skotî: hert
  • swêdî: hjärta (bixwîne: hyerta)
  • inglîzî: heart (bixwîne: hart)
  • yûnanî: καρδιά (kardia)
  • hîtîtî: kêr
  • latînî: cor (bixwîne: kor)
  • frensî: cœur (bixwîne: kör)
  • îtalî: cuore (bixwîne: kuore)
  • spanî: corázon (bixwîne: korazon)

 

Gelo çi delîl hene ku bi rastî ev guherîneka normal e anku ev peyvên bi H û yên bi K di rastiyê de ji eynî rehî ne?

Di rastiyê de ev diyardeya K-ya zimanên romî hevberî H di zimanên germenî de û S di zimanên îranî gelek berbelav e:

  • latînî: cornū (bixwîne: ”kornû” anku ”strû, şax, ser”)
  • inglîzî: horn (şax, ser)
  • sanskrîtî: ṡṛṅga (şax, ser)
  • avestayî: sare-
  • kurdî: ser, strû

 

  • latînî: centum (bixwîne ”kêntum” anku ”sed”)
  • inglîziya kevn: hund (sed) > inglîziya nû: hundred (sed)
  • avestayî: sete-
  • kurdî: sed

 

  • latînî: camisa (bixwîne: ”kamîsa” anku ”kiras, gumlek” > bi rêy erebî > kurdî ”qemîs”)
  • inglîziya kevn: hama (kiras, cil) 

GUHERÎNA VOKALAN

Me heta vê derê hewl daye gav bi gav diyar bikin ka çawa D-ya destpêka peyva ”dil” û L-ya dawiya wê guherîne. Em tê koşîne diyar bikin ku H-ya inglîzî di peyva ”heart” de û D ya kurmancî di peyva ”dil” de çendî ji hev dûr bin jî eslen ji eynî dengî peyda bûne. Herwiha RT yên li dawiya peyva inglîzî û L ya dawiya peyva kurmancî jî eslen ji heman rehî û dengî hatine.

Lê heta niha me tenê behsa konsonantan (”herfên bêdeng”) kiriye. Me diyar nekiriye ka çawa mimkin e ku vokalên van peyvan wiha ji hev cuda bin:

Di kurmancî de vokala peyva ”dil” dengê ”i” ye, di zazakî de ”e” ye (zerrî), di rûsî de ”ê” ye (sêrdtsê), di inglîzî de ”ea” ne (heart) lê wek ”a” (hart) tên xwandin, di yûnanî de ”a” ye (kardia), latînî de ”o” ye (cor), di frensî de ”œu” ne (cœur) ku teqrîben wek ”ö” (kör) tê gotin, di îtalî de ”uo” ne (cuore). Bi gotineka din, nêzîkî deh vokalên cuda di şiklên cuda yên bi zimanên cuda yên vê peyvê de peyda dibin.

Gelo bi rastî ev dikare eynî peyv be madem ku hinde cuda tê de hene?!

Belê, em idia dikin ku dîsa jî peyv eynî peyva ji heman rehî ye: vokal di navbera du zimanan de û heta di eynî zimanî û di heman zaravayê de jî dikarin biguherin:

  • bihar, behar, buhar (bi zaravayên cuda yên îranî ) ku wek ”bahar” ketiye tirkî jî. Anku di eynî peyvê de li heman cihî çar vokalên cuda hene: a, e, i, o
  • kurmancî: cih, cî; soranî: cê[ga], farisî ”ca” (anku ”a, ê, i, î” bi hev diguherin)
  • ”vê gavê” li gor devokên kurmancî: niha, nuha, nihe, nika, noke
  • kurmancî: bêhn, bihn, bîn; soranî: bon, farisî: bûy

Bi gotineka din, guherîna vokalan bi hev ne tenê mimkin e lê diyarde û fenomeneka berbelav û bernas e.

 

 

PAŞGOTIN

Armanca vê kurtevekolînê destnîşankirina hin guherînên mimkin yên di zimanên hindûewropî de bûye. Me ji destpêkê heta dawiyê peyva kurmancî ”dil” û hevwateya wê ya inglîzî ”heart” wek nimûne bi kar anîne. Lê armanca nivîsarê ne tenê ev herdu peyv bûne, ew tenê wek nimûne hatine bikaranîn.

Armanca vê vekolînê ew bûye diyar bike ku di dîroka 4 000 – 5 000 salî de ku zimanên hindûewropî ji hev cuda bûne hin guherînên bingehîn û dûrçûyî di van zimanan de peyda bûne. Ji ber van guherînan gelek peyv wisa ji hev dûr ketine ku tenê bi vekolînên dûr û dirêj mirov dikare bi wan bihese. Heta piştî hin vekolînên dûr û dirêj jî gelek şik û guman dimînin.

Lê guherînên dengan ne yekcarî û tesedifî (sitfî) ne: heman guherîn di gelek peyvan de çêbûye. Bo nimûne, di gelek peyvên kurdî de ku H heye li hevberî wan di inglîzî de S heye. Di hejmareka mezin peyvên latînî de ku dengê K heye (bi nivîsînê C), di zimanên îranî de (kurdî jî pê re) S heye.

Di rastiyê de di navbera zimanên hindûewropî de, bi taybetî yên ku ji aliyê cografyayî ve ji hev dûr (bo nimûne kurdî û inglîzî), guherînên wisa peyda bûne ku mirov dikare wiha bibêje: heke du peyvên wan zêde wek hev bin, bi ihtimaleka mezin ew wekhevî tenê tesedifî ye, ne ji xizmatiya wan herdu peyvan û ne ji hevrehiya wan tê. Bo nimûne, peyva kurmancî ”hêvî” û ya inglîzî ”hope” hevwate ne û bi şiklê xwe jî dişibin hev lê berhevdana tarîxî ya van peyva ”hêvî” di nav zimanên îranî û peyva ”hope” di nav zimanên germenî de dê diyar bikin ku eslen ew ne ji eynî rehî peyda bûne.

Bo isbatkirin û peyitandina rehên hevpar yên peyvên du zimanên hindûewropî yên ji hev dûr mirov hewceyî berhevdana gelek peyvan e: heke eynî deng (herf) di gelek peyvan de bi eynî awayî biguhere, hingê ew peyv bi ihtimaleka mezin ji eynî rehî ne. Lê heta heke peyv pirr bişibin hev jî lê mirov nimûneyên din jî neîne û berhevdanê di navbera wan de neke, hingê delîl û belge sist in û ihtimalen şaş in.

 

ÇAVKANIYÊN NIVÎSARÊ

  • Chyet, Michael L.: Kurdish-English Dictionary / Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press, June 2003, rûpel 152.
  • Derksen, Rick (2008): Etymological Dictionary of the Slavic Inherited Lexicon[Ferhenga etîmolojî ya peyvên slavî yên mîrasî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 4), Leiden, Boston 2008, rûpel 485
  • Derksen, Rick (2015): Etymological Dictionary of the Baltic Inherited Lexicon [Ferhenga etîmolojî ya peyvên baltîkî yên mîrasî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 13), Leiden, Boston 2015, rûpel 448.
  • Horn, Paul: Dictionary of Persian Etymology[Ferhenga etîmolojî ya farisî] (Strassburg, 1893), rûpel 127.
  • Kloekhorst, Alwin: Etymological Dictionary of the Hittite Inherited Lexicon[Ferhenga etîmolojî ya peyvên hîtîtî yên mîrasî] (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; 5), Leiden, Boston 2008, rûpel.
  • MacKenzie, David Neil. The dialect of Awroman (Hawraman-i Luhon) Grammatical sketch, texts, and vocabulary.[Lehceya Hewramî (Hewramiya Luhonê) Reşnivîsa rêzimanê, metn û ferhengok] 1966, Kommissionaer: Munksgaard (København), rûpel 126.
  • Novák, Ľubomír: Problem of Archaism and Innovation in the Eastern Iranian Languages [Pirsgirêkên kevnarî û nûyîtiyê di zimanên îranî yên rojhilatî de] (bawernameya doktorayê)‎, Prague, 2003: Univerzita Karlova v Praze, filozofická fakulta, rûpel 188.
  • Pokorny, Julius: Indogermanisches etymologisches Wörterbuch[Ferhenga etîmolojî ya hindûewropî], Bern 1959-1969, çapa duyem, rûpel 579.
  • Р. Л. Цаболов: Этимологический словарь курдскоƨо языка, TOM 1 (R. L. Tsabolov: Ferhenga etîmolojî ya zimanê kurdî, pişka I) (bi rûsî), Moskova 2001, rûpel 307-308.
  • Watkins, Calvert. Dictionary of Indo-European Roots, 2nd ed. [Ferhenga Rehên Hindûewropî, çapa duyem.], Houghton Mifflin Co., 2007, r. 41.

https://zimannas.wordpress.com/2019/12/23/diroka-dili-u-guherina-zimanan/?fbclid=IwAR0LWtoFUKFJJTkrZnLVijCjq_06OvDizVXaMhn8gAz26ONRCeP5BXth2zU 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev