MIZGÎNÎ JI BAJARÊ DIYARBEKIRÊ

MIZGÎNÎ JI BAJARÊ DIYARBEKIRÊ

Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye

û em bi tenê bi hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe

û parastina wî, di civata miletan de,

wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bin. 

Celadet Alî Bedîrxan (1893-1951)

 


Diyarbekirê dest bi weşana “XWEBÛN”e kir!

 

Bayram Ayaz

 

Ev xeber ji bo me Kurdîhezan mizgîniyek e. Pîroz be, serkeftî be! Dest û ruhê weşangeran sax be.

 

Bo min ev diyardeyek e, ku ronakbîrên Kurd di hewildaneka li xwe vegerê de ne.

Her karekî ji bo zimanê Kurdî were kirin, karekî pîroz e û divê em bê qeyd û şert piştevaniya van karan bikin.

Bê ferq û cudahî bixin nabeyna xebatkarên van karan. Her hebin!

 

Têbinî/Cavkanî: Vê xeberê min di malpera hêja Adnan Fırat Bayar de xwend. Min di rûpela wî de jî nêrînên xwe yên li jorî nivîsî.

Min ev wêne ji malpera wî hilda û bi we re parve dikim. Bi vê xeberê gelekî keyfxweş bûm.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev