Efrîn – biheşta şewitî …

Efrîn – biheşta şewitî …

Hesen Gulexeyrî

 

Di dîroka Kurdan de, gelek komkujî hene, hinek diyar in û hinek hatine veşartin, mixabin di rûpelên dîroka xayîn de nehatin nivîsandin.

 

Ev rewşa me Kurda ye her tim mirin, birîn, şewtandin, koçberî û windabune li ser axa cîhanê, ev rewş neyê danasîn bi hemî zimanên miletên dinyayê, lê belê ez dikarim bi kurtanî li ser herêmekê ji Kurdistana me ya bedew û bindest bipeyivim, ew jî herêma Efrînê ye.

 

Efrîn bajarekî Kurda ye, tê naskirin bi navê çiyayê Kurmênc an jî Kurddax, Efrîn li aliyê başûrê rojavayê Kurdistanê dikeve, nêzî deryaya Sipî bi 100 km, girêdayî perçê Rojavayê Kurdistanê.

 

Hêjmara gundên Efrînê 366 in û hêjmara navçeyên wê 8 in (Efrîn navend, Şeran, Şêrewa, Şiyê, Bilbilê, Mabeta, Raco û Cindirêsê), hêjmara niştejiyên Efrînê nêzî 600 hezar kes,  herêmek mezine û ser hijmara erdnîgarîya wê 3,850 km2, Efrîn axa xwe pir pîroz e û dewlemend e, serê sedî 90% ji axa wê dar û daristan e, ji bilî ava xwe, çemê Efrînê, gulên avê û rubarên wê.

 

Efrîn welatê Zeytûna ye û bi Zeytûnên xwe tê naskirin.

Hijmara darên Zeytûnê li Efrînê nêzî 16 milyon dar e, ew ji bilî darê din (Hinar, Sêv, Guz û herwiha darên din) yên fêkî û ne fêkî.

 

Ev dewlemendbûn dirêj nekir, ji ber kû şoreşa Sûrîyê dest pê kir, Efrînê û gelê wê gelek zehmetî, zordarî û pirsgirêk dîtin, heya hat dorpeçkirin ji aliyê çekdarên opozîsyona Sûrîyê ve û gelek çekdarên din wek Cebhêt El-nûsra û dewleta Îslamî ya bi navê Daîş tê naskirin hat dorpeçkirin.

 

Ev rewş domand ji sala 2011 heya 19/1/ 2018 dema Dewleta Tirk êrîşî li ser axa Efrînê kir û bi navê (pêvajoya şaxa Zeytûnan) ew şer tê naskirin, şer 58 rojan domand, dewleta Tirk bi hemî hêza xwe çi leşker (10 hezar leşkerê Tirk), balefir, tank, tifing û bê gûman bi alîkarîya çekdarên Sûrîyê bi hijmarek gihîşte 25 hezar leşkerî.

 

Di roja 18/3/2018 dewleta Tirk û alîgirên wê bi temamî destên xwe dan ser milet û axa Efrînê û di wê rojê de peykerê Kawayê Hesinkar hat rûxandin, bê gûman ew wek rojeke reş hat nivîsandin di dîroka me Kurda de, ew roj bi temamî û berî wê bi çend rojan nêzî 300 hezar Kurd koçber bûn, ji bilî bi hezaran kes hatin kuştin û birîndarkirin, firoşgehên ku hatine dizîn û şewitandin, darên ku hatine qutkirin.

 

Ev îro du sal û deh mehene kû Efrîn hatiye dagirkirin, roj bi roj rewşa Kurdan li wir tê xirabkirin, hêjmara kurdan li Efrînê tê kêmkirin, Efrîn îro nîvî malên Kurda de Ereb û Tirkman ji Sûrîyê û Iraqê tên bicihkirin, komên çekdar îro mal û erdên miletê Kurd li Efrînê bi zorê dibin, da kû Efrîn ji Kurdan vala bibe.

 

Zimanê Kurdî hatiye qedexekirin di dibistanan de û zanîngeha wê hatiyê girtin, ez dikarim bibêjim jiyan bi Kurdî û bi awayekî azad û aram hatiye qedexekirin, her roj kuştin û revandina sivîlan e, her roj Otomobîlên bombeyan tên teqandin.

 

Ew biheşta Kurdan ya bi navê Efrîn îro dojeh e û Kurd lê temaşe dikin, li ser televîzyonan û siyasetmedarên ne xema wane, bi tenê Efrînîyên li wir mane temenê ev siyaseta qirêj didin û mijara Kurdan tê windakirin û dikeve bin xizmeta Tirkan, bê gûman bi alîkariya dewletên bi hêz yên cîhanê û ji aliyekî din de jî bi alîkarîya bêdengiya me Kurdan.

 

Wêne: Rebwar k Tahir

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev