EHMEDÊ XANÎ: Jiyan, Bîrûbawerî û Berhemên Wî

EHMEDÊ XANÎ: Jiyan, Bîrûbawerî û Berhemên Wî

BERHEMEKE NÛKIRÎ JI WEŞANXANEYA AVESTAYÊ!

Murad Ciwan

 

Bi naverokeka nipînuh a agahiyên li ser jiyan, bîrûbawerî, felsefe û dîtinên Ehmedê Xanî yên dînî û dunyevî, kurdayetiya wî, daxwazên wî yên li ser yekbûn, têkoşîn û avakirina dewleta Kurdan, li ser ziman, kultur û şaristaniya wan…

 

Her wiha li ser malbat, secere, esil, perwerde, meslek û misyona wî agahiyên gelek nuh ên berfireh yên ku ji bal raya giştî ve nayên zanîn.

 

Di berhemê de tespît û tehlîlên li ser dewra jiyana Xanî; rewşa dinyayê ya wê demê, ya Kurdistanê û Mîrekiya Bayezîdê ku ew lê jiyaye.

 

Ew, versiyona nuhkirî û berfirehkirî ya berhema min e ku sala 1997ê (23 sal berê) ye.

 

Kitêb bi Kurdî ye. Bawer dikim ji sedî notûnehê xwendevanên îro ev berhem nedîtiye. Yên ku berê dîtibin jî ê bibînin ku bi naveroka xwe ya nuhkirî û berfirehkirî berhemeka nipînuh e.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev