PANORAMA 2019 an!

PANORAMA 2019 an!

Şeyhmus Özzengin

 

Me sala 2019 an jî li pişt xwe hişt. Ji kurdan re salek tije hêsir, cangorî, mirin, koç û nefî.

Dijminên Kurd û Kurdistanê bi hemû metodên nemirovî hatin ser miletê me. Tenê girtin, kujtin, dardakirin, hilweşandina bajaran û şikênandina dînamîkên Kurdistanê, guhertina demografîya Kurdistanê ji xwe re kirin kar.

Sîyasetmedarên Kurd, rêxistinên Kurdan ji astek netewî dûr, Kurd bê stratejîyek netewî, bêçar, di nav destê dijminan de hiştin.

Dewleta tirk, jibona jiholêrakirina doza Kurd û Kurdistanê; asîmîlasyon, dejenerasyon û entegrekirina kurdan bi dewleta tirk re, wek metodên çareserîyê, hilbijêr, stratejîk dimeşîne. Bandora asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê li Bakurê Kurdistanê di astek metirsîdar de ye!

Ceribandina van metodan li ser her beşekî Kurdistanê hilbijare domdike.

Îran, li Rojhilatê Kurdistanê; bi metodên terorê, bi sezayên giran, bi dardakirin û bi kujtinê re dixwaze pêşî li doza Kurdistanê bigire. Bikaranîna her metodên nemirovî di felsefa dewleta Îslamî a Îranê de karesatên neqî ne û armanc, pêşîlêgirtina doza Kurdistanê ye.

Li İraqê, piştî hilweşandina dîktatorîya BAAS, sîstema dewletê û lihevhatinek civakî li angora makezagonê nehat avakirin. Sîstem ket destê hêzên partîzanî û mezhebî, olî. Karesatên gendelî û bandora Îranê li ser İraqê zêde bû. Gelê ereb bi serhildanan û bi wendakirina bi hezaran cangorîyan ket bin qeyranên mezin. Ev rewşek metirsîdar ji Başûrê Kurdistanê re derxist holê.

Pirsgirêk û nakokîyên İraqê û Başûrê Kurdistanê çareser nebûn û berdewam in. Li İraqê çalakîyên girseyî, kuştin û revandina hemwelatiyan û çalakvanan diyardeyekî metirsîdar e. Zengila agahdarkirinê ye ji bo ber bi rewşeke herî xirab a Iraqê ye. Divê sîyasetmedar, pispor û serkêşên Başûrê Kurdistanê vê rewşa İraqê rast binirxînin û çarenûsa xwe bi rewşa sîyasî a İraqê ve girênedin.

Başûrê Kurdistanê her çareserkirina pirsgirêkên dewleta İraqê ji xwe re wek wezîfe nirxand û bûn alîkar. Lê divê Kurd û sîyasetmedarên Başûrê Kurdistanê bizanibin ku çareserkirina pirsgirêkên İraqê yên nav xwe û xurtkirina dewleta İraqê ne wezîfe ye ji wan re. Ji ber ku bihêzbûna İraqê wê her zeîfbûna Başûrê Kurdistanê be.

Li Başûrê Kurdistanê divê Kurd di nav xwe de yekitîyek siyasî û hevpar, xurt ava bikin û rê nedin ku di bin têna van alozîyên İraqê de, destkevtinên xwe wenda bikin.

Li Başûrê Kurdistanê divê Kurd daxwazên xwe derxin astek bilind û programa îlankirina serxwebûnê û astek Korfederalî derxin giftûgoyê. Li pişt îradeya miletê xwe, ku di referandûma serxwebûna Kurdistanê de eşkere kirine, rawestin û wî qozê xwe bikar bînin.

Divê sîyasetmedar û aktorên siyaseta Başûrê Kurdistanê îqna bibin, ku bi İraqê re nikarin bijîn û çarenûsa wan ne bi İraqê re ye. Ji ber ku ew çanda piralî û demokratîk-modern di cîhana îslamê de nehatîye avakirin û ticarî Tirkîye û Îran nahêlin ku Kurdistan di astek xurt de, roleke aktorî bilîze û nahêlin ku İraq li gor makezagonê birêkûpêk bibe.

Dewleta tirkan ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li seranserê Kurdistanê, di asta dijminatîya bi kurdan de tevdigere. Çîyayên Başûrê Kurdistanê bombe dike. Gundan û cîhên medenî dide ber topan, operasyonên leşkerî bikar tîne û sînoran nasnake. Seranserê Başûrê Rojavayê Kurdistanê dagir kir û bi metodên jenosîdî qirkirina kurdan, guhertina demografîya axa Kurdistanê, bi pîlangerîyek dijminane meşand û dimeşîne. Bi van êrîş û dagirkerîya dewleta tirk re, nêzî 500 hezar Kurd axa xwe terikandin, mahacirî çolan bûn. Dewleta tirk, erebên wek xwe tîne û li ser axa kurdan, li ser mal û milkê kurdan bicîh dike û demografîya herêmê diguherîne.

Li bakurê Kurdistanê, li ser kurdan înkar, girtin, zîndankirin, asîmîlasyon û metodên dejenekirina hêjayîyên civata Kurd berdewame. Ji ber sîyaseta PKK û sazîyên legal ku pêve girêdayî ne, Bakurê Kurdistanê di bin bandora şikestinek gewre de ye. Bandora asîmîlasyonê gihîştîye pileya dejenerasyoneke civakî.

Di seranserê sala 2019 an de ev metodên li ser kurdan qat bi qat, bi stratejîyên hilbijare, di astek dijminane de meşîyan û dimeşin. Ji ber tinebûna stratejîyeke netewî, parastina ziman û çanda Kurdî, ketîye astek metirsîdar. Ku aktorên karûbarên rewşenbîrî û sîyasetê bi stratejîyek kurdewarî pêşî li vê malxerabîyê negirin, wê Kurd li Bakurê Kurdistanê bingeha netewî-Kurdistanî wenda bikin.

Ji asta faktorî, derbasbûna roleke aktorî ya Kurdan li Rojhilata naverast, bi stratejîyek netewî û hevpar ve girêdayîye.

Seranserê Rojhilata Naverast di nav şerê mezhebî, olî û etnîkî de, rûbirûyî metodên terorê bûye. Kurd jî di nava vî agirî de faktorek mezin a pirsgirêkên sedsale ne.

Gelo wê Kurd ji vê hebûna faktorî bikaribin derkevin astek aktorî û pirsgirêkên xwe çareser bikin?

Pirsgirêka Kurd û Kurdistanê êdî pirsgirêkek navdewletî ye. Di Rojhilata Naverast de bê çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê, ti pirsgirêk çareser nabin.

NATO û NY du sazîyên navdewletî û dijberî doza Kurd in!

Kurd bê dewlet û bê parastin in. Her hewldanên miletê Kurd ji terefê NATO û NY ve wek „hewldanên terorî“ tên naskirin. Ev jî her kirinên dewletên ku Kurdistanê dagir kirine meşrû dike. Van herdû sazîyên navdewletî piştgir in ji dagirkerên Kurdistanê re.

Di sala 2019 an de ev hîn zelaltir derket ber me. Bi êrîş û armancên dagirkerîya dewleta tirk re, derket ber me ku cîhê çareserkirina pirsgirêka Kurd û Kurdistanê di asta sazîyên navnetewî û navdewletî, wek NATO û NY de têt çareserkirin. Kurdan îro doza xwe gîhandîye ber derîyê van herdû sazîyên navdewletî. Mixabin pirsgirêkên li pêşîya doza Kurd û Kurdistanê pir in û hîn ev pirsgirêk di astek netewî û kar û xebatên dîplomatîk-sîyasî de nehatine çareserkirin.

Li her perçê Kurdistanê tevgera sîyasî di asta perçê xwe de, divê hevparîyek stratejîk a netewî ava bike, ku bikaribe yekpare, bi perçên din re têkeve têkilî û hemahengîyê. Divê tevgera her perçê Kurdistanê, ne di astek dijminane, di astek netewî de bi perçên din re têkildar û piştgir be. Di vir de Başûrê Kurdistanê mînakek giranbûha û pir girînge. Piştgirîya ku dide Başûrê Rojavayê Kurdistanê, hestên netewî, hemahengîya netewa me derdixe pileyek bilind. Divê ev ji tevgera her beşê Kurdistanê re mînak be.

Li ser axa Sûrîye du aktorên mezin – Emerîka û Rusîya hene. Ev herdû aktor, hin bi hev re û hin li henber hev kar dikin. Tekilîyên van herdû aktoran bi dewletên aktorên herêmî, wek Tirkîye û Îranê re hene. Stratejîyên van herdû aktorên cîhanî û têkilîyên wan yên bi aktorên herêmî re, çareserîya pirsgirêka Kurdistanê taloq dike û dereng dixîne.

Têkilî li ser berjewendîyan dimeşe. Çareserîya pirsgirêkan jî wê li ser vî esasî be. Kurd li herêmê faktor in û li gor berjewendîyan xwedî têkilî ne. A girîng ew e ku Kurd bikaribin ji asta faktorî derbasî têkilîyên aktorî bibin.

Ji bona vê çi lazim in?

Eger Kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê, rewşenbîr, pispor, siyasetmedar û aqilmendên Kurd, zorîyê nedin rêxistinên xwe, ku xwe ji asta faktorî derxin, bingehek netewî ava nekin û xwedî li axa xwe dernekevin û nebin aktorek li ser axa xwe, nikarin vê rolê bilîzin!

Divê Kurd pîlanên Rusîyayê û Emerîkayê bişopînin û armancên van herdû aktorên cîhanî rast bixwînin. Divê Kurd pîlanên dagirkeran li ser asta amadekirina „mekezagona Sûrîye“, di warê bicîhkirina penaberên Sûrîye û hewlên dewleta tirk yên guhertina demografîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, rast bixwînin. Ku di asta destkeftinên Kurd û Kurdistanê de têk nerin. Ev tehlûke derketîye holê û li ber me ye. Di qada dîplomasî û sîyasetê de Kurd divê hêz û derfetên xwe bikin yek û hêza xwe a sîyasî û dîplomasîyê xurt bikin. Xebatên jihev dûr û perçe perçe, partîzanî, helwestê zeîf dike û hêvîya bidestxistinan dişkîne.

Li Cenewre, di civînên „çareserkirina pirsgirêkên Sûrîye“ de, di nav van gur, keftar û wawîkan de 2 nûnerên Kurd, pişt şikestî û stûxwar wê bikaribin çi bikin?

Heta niha Kurdan lihevhatinên leşkerî, alîkarîyên leşkerî, daxwazên piştgirîyên leşkerî dane ber xwe! Li Başûrê Rojavayê Kurdistanê Kurd, di asta çareserkirina pirsgirêkên sîyasî de, nebûne xwedî daxwaz. Têkilî li ser asta eskerî meşîyane û ne dîyar e bê Kurd ji hêla sîyasî de, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê çi dixwazin! Stratejîyek berbiçav ji bona netewa me, li vî beşê Kurdistanê tineye. Ev jî rewşa erênîya destkevtinên kurdan dixe bin bandorek xerab, pêşeroja miletê Kurd tarî dike!

Şer û şervanî tenê pergalek ji têkoşînê ye. Kurd vê pergalê bi fêrisî bikar tînin û di dîraka doza xwe de her bikar anîne jî. Lê ev bê stratejîyek netewî û Kurdistanî, tenê kurdan dike şervanên parastina berjewendîyên aktoran li herêmê û kurdan tenê wek faktor dihêle û bi pêşde nabe. Ev rewş jî pêşîya kurdan digire, ku bibin aktorek li herêmê û pirsgirêkên xwe bikaribin çareser bikin.

Em di bin ewrên reşîtarî û şirqînên birûskan de ne. Di sala 2019 an de carek din derket ber me ku; çawanîya parastina mal, milk, can û axa bavûkalan ne hêsan e. Divê em siyaseta cîhanê, danûstendin û berjewendîyên dewletan, aktorên cîhanî û pîlan-Projeyên wan baş bixwînin, binirxînin, ku bikaribin derîyek xêrê ji miletê xwe re bibînin. Tenê bi şer ev derî venabe! Dijminên me xurt in û çav berdane axa me. Di nav sazîyên navdewletî de xwedî cîh û hêz in. Dixwazin me li cîhanê bêwelat, bêdewlet, bê cîh û war bihêlin!

Çima Emerîka rê da ku dewleta tirk axa Başûrê Rojavayê Kurdistanê dagir bike û rê da ku demografîya vî beşê Kurdistanê bêt guhertin?

Çima Emerîka û Hêzên Hevpeymanan hişt ku PYD/YPG/HSD teslîmî Sûrîye bibin û Sûrîye bi rehetî were li ser herêma defakto bicîh bibe?

Ev bi carekê de wendakirin e, an divê Kurd, xwe biserhevde bînin û raya xwe, hêzên xwe bikin yek; ku bikaribin di nexşerêya Sûrîye de cîhek serbilind û xwedî statu ji xwe re bi dest bixin?

Berî ku Kurd Emerîka rexne bikin, divê li xwe vegerin û sîyaseta xwe, hewlên xwe deynin ber neşterê û şirove bikin! Ku em ne parêzgerê doza Kurdistanê bin, kesek ji bona me berjewendîyên xwe naxe tehlûkê. Têkbirina me jî û rizgarîya me jî, di têkilîyên li ser esasên berjewendîyan tên sazkirin. A girîng ew e, ku em vê tercîha xwe, li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistanê bikaribin bihonin.

Rêveberîya Başûrê Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran keç û xortên kurdan, ji bona şerê wekaletê kirin cangorî. Ji bona bajarên ereban bi hezaran keç û xortên me bûn cangorî. Îro Kurd ji axa xwe mahacir bûn. Xeteyên ku li Başûrê Rojavayê Kurdistanê pêk hatin, bûn sebeb ku keç û xortên kurdan di şerê wekaletê de keda wan, xwîna wan bi erzanî bêt firotin, bêt xerckirin.

Bûn sebeb ku Kurd ji xaka xwe koçber bibin, demografîya vî beşê Kurdistanê bêt guhertin û mafê miletê Kurd li vî beşê Kurdistanê berbi warekî nedîyar de biçe!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev