Pîrozbahîya malpera me bo Sala Nû!

Pîrozbahîya malpera me bo Sala Nû!

Xwendevanên delal!

 

Desteya Rêvebir ya herdu versyonên malpera ”Riataza” – ya bi zimanê kurdî û ya bi zimanê rûsî – Sersala we bi dil pîroz dike û em hêvîdar in ku we sala buhurî da bi saya nivîsên malpera me zanebûnên xwe yên di hêla zimanê kurdî, çand û edebîyeta me da dewlemend kir.

Bawer bin, ku di sala nû da jî emê karê xwe yê xizmetkirina gelê xwe yê mêrxas û aqilmend bi saya xwedîyên malperê yên welatparêz û zane, bi saya karmendên wê yên zîrek û jêhatî, bi saya xwendevanên me yên heyranê çand, edebîyet û zargotina me bi awayekî serketî, gulvedayî berdewam bikin.

Bira di Sala Nû da ew şemala ku ji başûrê welatê me belav dibe, bikeve dilê her kurdekî û ruh û dilê me ronahî bike.

Bira îsal hemû armanc û xeyalên miletê me û welatê me bi piştevanîya dewleta me ya Federal û çiyayên me yên wek miletê me kubar pêk bên, ji me ra azadîyê, serxwebûnê, xweşbextîyê, halxweşîyê bînin.

Bira bextewarî, xweşbextî, azadî di ser we da bibare!

 

Di wêne da: Bendava Dukanê ya li Başûrê Kurdistanê mînanî Dara pîrozkirina Noelê (Dara merxê) ye.

”Nasa”yê ev foto belav kiriye.

 

Desteya Rêvebir ya herdu versyonên malpera ”Riataza”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev