Divê em rewşa qeyranên İraqê baş bixwînin

Divê em rewşa qeyranên İraqê baş bixwînin

Şeyhmus Özzengin

 

Di navbera erka îqtîdarê û aştiya civakî de têkiliya dînamîzmeke mezin heye. Eger hêz û grûbên civakî li ser vê erkê, di avakirina aşîtiyek civakî de, bi peyman lihev nekin, îktîdarek xurt dernakeve holê. Ji ber tinebûna bingeha parvekirina erka îqtîdarê, civat ji aştiyê dûr dikeve û alozî destpê dike. Bandora yasa û qanûnan şikestinê dixwe û civat bê makezagoneke hevpar dimîne. Xurt destê xwe dixin qirika qelsan û erkê îktîdarê dikeve xizmeta wan. Dahatên dewletê di navbera grûbeke piçûk de tên parvekirin û hêzên derveyî îqtîdarê ji xizmetgûzariya dewletê bêpar dimînin.

Li angora berjewendiyên hevpar, dema ku li derdora makezagonekê, hevpeymaneke hevpar derkeve holê, herkes teslîmî îqtîdarê dibe. Li Iraqê îktîdarê ev şens wenda kiriye û ne mumkun e ku bi van hêzan bigihêje encameke dewletbûnê. Ji ber ku, ji roja ku Emerîka leşkerên xwe ji İraqê kişand, Îran ew valayî dagirt û bû sebeb, ku îktîdarek bibandor û li gor makezagonê meşrû dernekeve holê.

Iraq li angora makezagonê, wek dewlet nehat avakirin. Îran, di virde rolek mezin lîst û erkê îktîdarê xist destê xwe. Bi destê Îranê, İraqê ji şerê mezhebî/hizbî re bû bingeh. Dînamîkên civakî ji hev perçe bûn û hatin henber hev. İraq, ji xeynî dewleteke yasayî, ji her cûre berjewendî, alozîyan bigire, heta gendelîyan her tişt e.

Îro İraq di nav qeyranek sîyasî/civakî de, berbi şerekî navxweyî ve diçe. Ji hêlekê de Îranê nîvê hêza İraqê xistîye bin bandora xwe. Ji hêla din de beşek ji dînamîkên civakî yên İraqê li henber hêz û bandora İranê di serhildanan de ye. Li İraqê serhildanên girseyî hin erkên îktîdarê û hin jî bandora Îranê a li ser İraqê kirine hedef û her ku diçe daxwazên xwe derdixin asteke bilind. Ev berxwedana vî beşê gelê İraqê meşrû ye û hêza xwe ji vir digire. Ev hêz xwedî bandor e û hêza guhertinan pê re heye. Îran dixwaze vê hêzê bişkîne û nehêle ku serkevtî be. Bi guhertina Komîsyona Hilbijartinan, yasaya hilbijartinan, heta dest ji kar berdana Serokwezîrê İraqê bigre, her ku diçe van xwestinên xwe bê rawestan, di qada çalakîyan de bi israr diparêzin. Hêzên bi ser Îranê ve, bi tûndî êrîşan tîne ser xwepêşanderan. Çek li henber wan bi kar tîne û heta niha nêzî 600 kes bi destê hêzên bi ser Îranê ve hatin qetilkirin û dehhezaran wenda û birîndar in.

Îran li ser axa İraqê hin li henber xwepêşanderan û hin jî li henber Emerîka, dixwaze ku axa İraqê bike qada şerê Emerîkayê û Îranê. Hewla dorpêça ser konsolxaneya Emerîkayê li İraqê, yek ji van gavan e. Li henber van gavên Îranê Emerîka jî bi şêweyek bi lez helwest girt.

Wateya biryara Pentagonê a ji holêrakirina Qasim Suleyman û Ebû Mehdî Muhendîs, yek ji van gavan e. Herdû serkêşên terorê jî, nûnerên terora Îran a İraqê, a ser tevgera Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Rojhilata Naverast bûn. Ji holê rakirina van herdû terorîstên serkirde, wek dînamîtek ku, di nav kunekî çemento de biteqe, herder di nav toz û ecacokê de hişt û deng veda. Bû îşareta ku, pir hêz li herêmê dîqat bikin!

Wateya vê refleksa Emerîkî ji kurdan re jî pir girîng e. Ji bona pêşeroja Kurdan û çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê; rewşa İraqê, helwesta Emerîkayê û Îsraîlê û reaksîyonên Îranê wê rewşek nû derxin ber me, ku erênîya statûkoya ser Kurdistan perçe bibe û dijminên serxwebûna Kurdistanê li herêmê şikestinê bixwin.

Wê axa İraqê bibe bingeha şerê Îranê û Emerîkayê.

Piraniyên hêzên artêşa Iraqê di bin bandora partî û hêzên mezhebî de ne. Bandora makezagona federal şikestin xwariye û bêwate maye. Hêza îktîdarê meşrûtîya xwe wenda kirîye. Saziyên dewletê li gor berjewendiyên nîjadî, mezhebî û hizbî kar dikin. Girseyek mezin ji gelê İraqê li henber hebûna Îranê a li İraqê helwest girtîye û hebûna Îranê li İraqê sebebê van qeyranan dibînin. Beşek jî piştgirê Îranê ne. Îhtîmal heye ku, ev herdû hêz li ser axa İraqê bên henber hev û di şerekî navxweyî kevin. Wê ev şer bibe şerê Îranê û Emerîkayê li ser axa İraqê.

Divê Federasyona Kurdistanê bi ti awayî pişta xwe bi Dewleta Federal a Iraqê ve girê nede û li gor wê hesaban nemeşîne. Li ser esasên parastina berjewendîyên Kurd û Kurdistanê helwestek hevpar ji bona pêşeroja Kurdistanê pir girîng e. Divê Kurd van fersendan wenda nekin û raya xwe bikin yek. Bê garantîya avakirina dewleta Kurdistanê, ji ti hêzan re leşkerîyê û binkeyên axa xwe bikar neynin. Divê hertişt li ser peymanan bêt pejirandin.

Her derb û êrîşa ser dijminên Kurd û Kurdistanê wê dijminê me qels û hêza Kurdistanî xurt bike.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev