Fikirandinên ber şêmîka sala 2020î

Fikirandinên ber şêmîka sala 2020î

Orhan Agirî

 

Jiyan di tarîxa mirovahiyê da ti carê qasî roja îroyîn bi rêbazeke tijî sextekarî nemeşiyaye; çawa rêjeya kirrîn-firotina bazara cihanî bûye deh carkî, bîst… carkiyê semyana rasteqîn wisa jî belkî ji çar payên mirovan zêdetirî sisêyan li ser pişta komek mirovên rêncber, berhemdêr, karkir debara xwe dikin di nava pîşe, meslek, sektorên cûr bi cûr da, ku hem pirraniya van servîsan bixwe û hem jî pirraniya mirovên lê kar dikin bi awayekî mutlaq fizûlî û kêrnehatî ne.

Kesên bêyî neçarmayîna pêkanîna karên giran û dijwar tên vê cihanê û jiyana xwe bi awayekî “nazenîn” didomînin haşifîn, rizyan, pizirîneke qerase xwe li karekterê wan radipêçin derbarê hin nirxan de ku mirovan rûmetdariya xwe bi wan nirxan va ji siriştê standiye di qonaxa dem û dewranan de.

Her weha west, giranî û xesara ji xebata fîzîkî dikevin ser û nava bedenê gellek car mîna gemar, xubar, kozerê dikevin pêşiya herikîna çalakiyên zihnî û mirovî mehrûm dikin ji behremendiya intellektueliyê.

Erê her çend lingekî mirovahiyê ketibe ser riya rêwîtiyeke fezayî jî û teknolojiyeke bilind, ilm û amûrên robotîk, AI ketibin xizmeta mirovahiyê jî belam ya mirovahiyê xwedî dike hê jî adana axê ye bi destê keda karkiran bi hemî comerdiya xwe va.

Lê van derfet û zanyariyên vê Teknosiyansê hişt hem maweya temenê mirovan hem jî rêjeya lihevzêdebûna wan bi awayekî nedîtî zêde bibin û di ser da jî hîşt azwerî û lotitiyeke bêyî kontrol xwe bi cîh bikin di daxwazên mirovan da, jê vê qasî, çavkaniyên xurekdana siriştê êdî ketine nava pêvajoya têrênekirin û monopoliyê.

Bêguman ev diyardeya han belkî bi aşkere felaketeke mezin nîşanî me dide, heye ku zedetirî nîvê mirovan ê telef bibin. Heke mucizeyeke hêza hişê mirovî neqewime, dê ew roj were, Homo sapiens ê xwe bigihîne hem serdema robotên bi temamî sofîstîke hem jî qeyrana mezin a têrênekirina çavkaniyên xwezayê ji bo xwedîkirina mirovan, ev yek li aliyekî, li aliyekî din hewlên hukumraniyê û metirsiya xebitandina çekên girsekuj a grêdayî van hewlên hêçketî.

Di rewşeke weha da xasme karkir û tebeqeyên hejar ê beriya her kesî tûşî vê bêtarê bibin, yên her kêliyeke berhemê wan tijî stres û tirs, xwîdan û kesr û westeke bê terîf. Dê kesek konê şîna wan jî venegire!

Lê pirs û tirsa herî mezin ev e: gelo ev serdem ê bikeve bin serweriya dahî û zanayên xweza-torinî yan bin ya zanayên bi viran va zana, bi sextekarî, zexelî, xasûkî, anotîtî û erzaniyan va serketî? Çawa ku rovî û tirsonek her tim ketine şûna wêrek û lehengan di hemî merhaleyên dîrokê da.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev