Kuştina Qasimê Silêmanî li dilê Îranê

Kuştina Qasimê Silêmanî li dilê Îranê

Nivîskarê malpera me derheqa bûyera herî giring da dinivîse

Mehmed Salih Bedirxan

 

Roja înê 03.01.2020an ajansên navdewletî yên cihanê nûçeya kuştina Fermandarê Spaya Quds a Komara Îslamî ya Îranê Qasimê Silêmanî bi awayekî bilez belav kirin. Firokeyên bê firokevan yên Amerîkayê êvara roja înê li nêzîkî balafirxaneya navdewletî ya Bexdayê 2 maşînên karwanê Qasimê Silêmanî bordûman kirin û ligel Qasimê Silêmanî 9 berpirs û fermandarên komên ser bi Qasimê Silêmanî kuştin.

 

Kuştina Qasimê Silêmanî karvedaneka mezin bi xwe ra anî. Serokkomar, serokwezîr û wezîrên derve yên welatên cihanê piştî kuştina Qasimê Silêmanî dest bi dîplomasiyê kirin û nîgeraniyên xwe derbarê rûdanê da aşkere kirin. Piştî germûgurriya ser rûdanê hate dîtin ku mirina Qasimê Silêmanî û berpirsên din ê serbazî yên şîe bo Amerîkayê operasyoneka biçûk, lê bo Îranê derbeyeke gelekî mezin bû.

 

Herçend di salên 1980-1988an di navbera Îran û Iraqê da şerên xwînawî rû da bin jî, divê were texayûlkirin ku ji aliyê dîrokî û civakî va Iraq hertim bûye beşek ji Îranê. Seddam Hûsênê sûnne mezheb bi alîkariya welatên Kendava Erebî dijî Îranê dicengiya. Lêbelê bi rûxana rejima Beas û serweriya Seddam Hûsên piştî sala 2003an, Amerîkayê rê liber serweriya Îranê ya li Iraqê vekir û Îranê, ji jeostratejiya Iraqê îstîfade kir.

 

Piştî rûxana rejima Seddam Hûsên di yekem kabîneya sala 2005an heta kabîneya herî dawî ya sala 2018an ku bi destê Adil Ebdulmehdî hatiye avakirin hemû endamên hikûmetên Bexdayê “îcazetên” xwe ji Tehranê wergirtin. Herwiha paytexta fermî ya Iraqê “Bexda” û parêzgehên din ê Iraqê bi awayekî berbiçav bûn parêzgehên Îranê û dawî li Iraqê hat.

 

Li aliyê din bi peydabûna DAIŞê ji sala 2011an li Iraq û Sûriyê jî rêxweşker bû bo Komara Îslamî ya Îranê ku fikra “Wîlayeta Feqî” li nava şîeyên Sûriyê, Iraqê, Libnan û Yemenê zindî bike û bi cî bike. Herwiha li Filistînê jî gefan li Îsraîl û welatên Kendava Erebî bixwe.

 

Geşedanên ser erdê li Rojhilata Navîn wê yekê ji me ra îsbat dikin di maweya 15 salên dawî da plandarêjê siyaseta Komara Îslamî ya Îranê di warê serbazî û siyasî da Qasimê Silêmanî bû. Lewre rola Qasimê Silêmanî ji ya Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîfî zêdetir bû û aloziya di navbera Cewad Zerîfî û Qasimê Silêmanî bibû qeyraneka navxweyî li Tehranê. Herî dawî di Sibata 2019an da Zerîfî dest ji kar vekişandina xwe ragihandibû, lê ew ji aliyê Serokkomarê Îranê Hesenê Rûhanî va nehatibû pesendkirin.

 

Li aliyê din Karîgeriyeka gelekî zêde ya Qasimê Silêmanî, li ser komên şîe li Iraq, Yemen, Sûriyê, Libnan, Efxanistan û Bahreynê hebû û Qasimê Silêmanî Bexda jî weke navenda piştcepheya siyasî û serbazî bikar dianî. Bi fetvaya Rêberê şîêyên Iraqê Elî Sîstanî û bi serperiştiya Qasimê Silêmanî di sala 2011an da milîsên şîeyên Iraqê di bin çetreya Heşdî Şabî hatin komkirin. Li aliyê din dîsan di dawiya sala 2011an da şîeyên Efxanistanê yên bi navê Fatimîyyûn û şîeyên Pakistanê yên bi navê Zeynebîyyûn û Hizbûllaha Sûriyê jî li Sûriyê hatin çekdarkirin û van komên şîe ku Îranê piştevaniya wan dikir, ji rejima Beşar Esed ra bûn mertal. Herwiha Qasimê Silêmanî Hûsiyên Yemenê jî beramber Erebîstana Siûdî û Îmaratê çekdar kir û wan çekdaran di nava çend salên dawî da êrîşên metirsîdar pêk anîn li Erebîstana Siûdî û Kendava Erebî. Êrîşa li ser kêlgehên nefta Aramcoyê hêrîşa herî dawî bû. Herwiha Xazarayên şîe mezheb yên Efxanistanê bo şerên Yemenê û Sûriyê hatin veguhestin û ew jî bo şerfiroşiya li Rojhilata Navîn hertim hatin amadekirin.

 

Ligor hin raportan Îranê, ji sala 2011an heta niha li seranserî Iraqê, Sûriyê, Yemenê, Libnanê herî kêm 300 hezar milîşeyên Heşda Şabî belavkirine. Herwiha heta niha gelek raport derbarê veguhestina mûşekên Îranî ji ser Iraqê bo Sûriyê, Libnan û Yemenê hatin belavkirin.

Wate; 20 sal e Îran Iraqê bo navenda piştçepheya siyasî û serbazî bikartîne bo milîsên şîe li Rojhilata Navîn û ew hewlên wê êdî bo baregeh konsolxane hevpeyman û strarejiya Amerîkayê li Iraqê bû cihê metirsiyê.

 

Êrîşa li ser serbazgeha K1 û Balyozxaneya Amerîkayê 

Zincera rûdana kuştina Silêmanî di 29.12.2019an bi êrîşa milîsên Hizbûllaha Iraqê ku beşek in ji Heşda Şabî bo ser binkeya serbazî ya K1 a li Kerkûkê dest pê kir. Di encama êrîşa K1 a Kerkûkê da 3 serbazên Amerîkayê hatin kuştin û 4 serbazên Iraqê û 2 serbazên Amerîkayê jî birîndar bibûn. Beramber wê êrîşê Amerîkayê heman êvarê dest bi bordûmankirina binkeyên Hizbûllaha Iraqê kir û hejmarek ji milîsên Hizbûllaha Iraqê kuşt.

 

Milîs û alîgirên Heşda Şabî jî di roja 31.12.2019an êrîş birin ser avahiya Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê. Di nava xwepêşanderan de hejmarek serkirdeyên serbazî û siyasî yên şîe û Heşdî Şabî jî hatin dîtin. Alîgirên Heşdî Şabî û xwepêşanderên Iraqî daxwaza girtina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kirin. Van zincire bûyeran şewitandina Balyozxaneya Amerîkayê li Tehranê di sala 1979an da bi bîra me xîst. Di 04.11.2019an da çekdarên ser bi Xumeynî bi ser Balyozxaneya Amerîkayê li Tehranê da girtibûn û 52 dîplomatên Amerîkayê dîl girtibûn. Îranê Amerîka neçar kiribû ji Tehranê vekişe. Ev yek jî bû sedema wê yekê ku peywendiyên Amerîka – Îranê heta roja îro jî aloz bin. Ligor gelek şîrovekaran di wê bûyerê da Amerîkayê çong li beramber Îranê danîbû.

 

Bi kuştina Silêmanî li Bexdayê, Amerîkayê tola şewitandina balyozxaneya xwe ya li Tehranê rakir û destê Îranê yê li Rojhilata Navîn jî birî.

 

Gefên Tehranê bo Washingtonê 

Niha zûrbûnek li ser helmet û gefên Îranê yên beramberî Amerîkayê hene û behsa şerekî rû bi rû yên herdu aliyan dihête kirin. Herçend berpirsên Îranê gefên jinavbirina Amerîka û rakirina tola Qasimê Silêmanî diqîrin jî; di nezera me da dûr e Îran bi awayekî yekser şerê Amerîkayê bike û ev rageşiya herdû welatan tûşî şerekî germ bibe. Lewre weke stratejîyeka şer, Îran naxwaze şerê germ were nava welatê wî. Tehran, şerê xwe li welatên Rojhilata Navîn bi destê milîsên Heşda Şabî, Xazara, Fatimiyyûn, Zeynebîyyûn, Hizbûllaha Sûriyê, Hizbûllaha Iraqê, Esayîb Ehlî Heq, Ketîbeya Bedir û hwd…. dike û dûr jî nîne bi armanca rakirina tola Silêmanî hêzên ser bi Îranê li Iraqê, Sûriyê, Lûbnanê, Efxanistanê êrîşî binkeyên Amerîkayê bikin.

 

Lê divê em bi bîr jî bînin ji ber gemaroya aboriya Amerîkayê û qeyrana aborî, xwepeşandanên xelkê navxweyî, rêkeftina Amerîkayê ya ligel Çînê destê Îranê beramber Amerîkayê jî gelekî lawaz dike.

 

 

Kurdan dawî li DAIŞê anî, ne Qasimê Silêmanî!

 

Kuştina Qasimê Silêmanî careka din îsbat kir ku bîraka mêjûyî ya kurdan tuneye. Beşek ji medyaya kurdan, piştî kuştina Qasimê Silêmanî ew kirin “memduh” û weke “têkşikerê DAIŞê” raberî kurdan kir.

 

Qasim Silêmanî fermandarekî rejîma Îranê ye ku welatê wî Rojhilatê Kurdistanê dagir kiriye û serkirdeyên kurd yên weke Simkoyê Şikak, Qazî Mihemed, Abdurrahman Qasimlû û Şerefkendî teror kiriye. Herwiha Qasimê Silêmanî biryarderekî wê rejimê ye ku rejima wî bi hezaran kurdên bêguneh kuştiye û îdam kiriye û mişextî kiriye.

 

Em ji bîr nekin li Herêma Kurdistanê zêdetir ji 1500 Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê da şehîd bûn û nêzîkî 2 hezar Pêşmerge jî birîndar bûn. Li Rojavayê Kurdistanê 11 hezar şervanên YPGê- YPJê di şerê li dijî DAIŞê şehîd bûn û nêzîkî 20 hezar ji wan jî birîndar bûn. Dagirkerên Kurdistanê, DAIŞ bo rêlibergirtina serbixwebûna kurdan bi ser kurdan da şandin û kurdan dawî li wê rêxistinê anî.

 

Me careka din dît ku nebûna bîra dîrokî ya neteweyî li nava kurdan dibe sedem ku hin kurd dagirkerên xwe jî bikin qehreman.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Mehmed Salih Bedirxan

Lisansa dîrokê a mastera kurdi xwendiye. Karmendê BasNews e

Qeydên dişibine hev