Hînbûn û bipêşxistina zimanê kurdî li Kurd-Kavê

Hînbûn û bipêşxistina zimanê kurdî li Kurd-Kavê

Agahdarî û bang

 

Şemsettin Işikli

 

1-Em di yanzdeyê vê mehê (rêbendan/kanûna paşîn) de ji bo hînbûn û bipêşxistina zimanê kurdî li Kurd-Kavê ne.

2- Em li benda we ne; werin em bi zimanê xwe biaxivin, bixwînin û binivîsin.

3- Werin em bi zimanê xwe sohbet bikin, bi hev re bidin û bistîn, bi zimanê xwe meseleyên xwe bi hev re parve bikin.

4- Werin em bi hev re Kurd-Kavê ji xwe re bikin navendeke çalakiyên ji bo ziman û çanda kurdî.

5- Werin em dest bidin hev da ku em li zimanê xwe xwedî derkevin û bi zimanê xwe bijîn.

6- Em li benda siyasetmedar, rewşenbîr, kurdîhez, kurdperwer û welatparêzan in.

7- Em li benda xwendekar, mamoste, jin, mêr, keç û kuran in. Em li benda kal û pîr û zarokan in. Em li benda hemû kurdên li Stenbolê ne.

8- Em li benda hemû endamên Kurd-Kavê yên li Stenbolê ne. Werin em bi hev re hem li zimanê xwe û hem jî li saziya xwe xwedî derkevin.

9- Werin em bi zimanê xwe dilên xwe bikin yek li xîreta xwe xwedî derkevin.

10- Werin em bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin da ku ji navê winda nebin.

11- Werin em bi xwedîliderketina zimanê xwe serî hildin li dij sîstema asîmîleker.

12- Em bi dil û can li benda we ne. Ji kerema xwe werin!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev