JI BÎLAL KORKUT KURTEFÎLMEKÎ NÛ

JI BÎLAL KORKUT KURTEFÎLMEKÎ NÛ

Aydîn Rengîn

 

Bi projeyên pêk tîne Bîlal Korkut dihêle ku mirov qala wî bikin û herwiha fîlmê xwe yê dawî “ÇI BIKIM” (Nasıl Yapmalı/What is to be done) tekûz kir û gihand ber destên sînemahezan.

Kurtefîlm li Nîsêbînê hatîye girtin û 5 xulekan didome û ew di fîlmî de behsa çîroka Hiseynê di navbera modernbûn û çanda xwe ya berê de mayîye dike. ”Çi Bikim” fîlmê Korkut ê çaran e û ew bi vî fîlmî binê modernîzma derengmayî dikole û balê dikişîne ser mirovên ku wê êşê di nava dilê xwe de bi hemû şaneyan xwe hîs dikin. Zimanê fîlmê bi kurdî ye û jêrnivîsa tirkî û îngîlîzî jî lê hatiye zêdekirin.

Di “Çi Bikim” de Aydin Rengîn, Sîdar Özmen, Rengin Derya Engin û Gulbin Bozan dilîze û fîlm li ser youtube ê hat belavkirin.

Derhêner Korkut dibêje: “Xelata herî mezin ew e ku kurd bikarin li fîlmên min temaşe bikin. Ji loma min fîlmê xwe ye dawî berî ez bişînim ji festivalan re min xwest li ser youtube ê belav bikim. Cihê şanazîyê ye ku fîlmê me “Çi Bikim” di demeke kurt de ji aliyê gelek mirovan ve hat temaşekirin. Hêvîdar im ku xwendevanên malpera RIATAZA ji mêze bikin û lezetê tê bibînin. Ez ji bo vê gelekî xweşhal û spasdarê temaşevanan û xwendevanan im.”

Fîlmê derhêner Korkut yê yekemîn “Ez Tusubasa Me” di gelek festîvalên navnetewî yên weke Manchester, Brighton Short Film Festival, Roots of Europa International Film Festival, Nürnberg de hatibû xelatkirin.

 

Çend xebatên Bilal Korkut ji lînkên jêr dikarin bên temaşekirin

 

“Çi Bikim” : https://www.youtube.com/watch?v=eSag_sfa7VU

“Ez Tsubasa Me”: https://www.youtube.com/watch?v=1ldXRhY5mZ4

“Li Pey Nanê Xwe”: https://www.youtube.com/watch?v=Laqp8CLkP0Y

“Ji Akademîyê re Du Raport”: https://www.youtube.com/watch?v=8VNWcO_g5WQ

 

Derhênerê Kurtefîlman Bîlal Korkut kî ye?

Sala 1987an li Nîsêbînê çêbûye.

Di sala 2009an de ji Zankoya Dicleyê ya Diyarbekirê ji beşa mamostetîya zimanê tirkî derçûye.

Di sala 2015an de li Zankoya Artukluya Mêrdînê di Enstîtûya Kurdolojîyê de lîsansa bilind qedandîye.

Di sala 2016an de di Zankoya Mîmar Sînan a li Stenbolê beşa Sînema û Televîzyonê de bi cih bûye. Heta niha derhênerîya şanoyên “Komşuyuz (Em cîran in) û “Nene İle Tilkî”(Pîrê û Rovî) kiriye. Ew hê jî weke mamoste û xwendekar jiyana xwe didomîne.

 

Wêne: www.nusaybinim.com

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev